Rojnameya Ronahî

Hilbijartinên 14’ê Gulanê

Elî Roj

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê gef û êrîşên dagirkerên tirk û çeteyên girêdayî wê roj bi roj zêde dibin û êrîşên li ser rojane û qadên berxwedanê di vê çarçoveyê de têne meşandin. Ji neha ve xuyaye ku wê AKPê her tiştî bike ji bona ku di hilbijartinan de qezenc bike. Di serî de qadên berxwedanê, rojane bi çekên kîmyewî tê bombebaran kirin û şerekî giştî li ser her çar parçên kurdistanê tê meşandin. Êrîşên ku li ser firokxaneya silêmaniyê û yên ku rojane li ser rojava, şengal û pêlên girtin û binçavkirinê yên ku li bakurdê kurdistanê jî têne meşandin dewama van êrîşan e.  Dagirkerên tirk û çeteyên wê bi hevkariya PDKê dixwazin ku destkeftiyên gelê kurd li rojavayê kurdistanê û hebûna tevgera azadiyê ji holê rakin. Ji bona vê yekê jî serî li hemû dek û dolaban dixin. Tecrîda li ser Rêber APO jî navenda van êrîşan e. Ji beriya êrîşên ku têne pilankirin Rêber APO dikin hedef û bi hincetên keyfî tecrîdê roj bi roj girantir dikin. Her weha qadên berxwedanê bê navber bi çekên qedexekirî tê bombarankirin. Li Rojava jî dagirkerên tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazên gemar û qirêj, pêşengên tevgera azadî hedef digrin.

Wele din jî girêdayî rewşa sûriyê û aloziya ku tê jiyankirin, civînên çar alî jî yên ku qaşo bi navê çareseriya pirsgirêka sûriyê de têne çêkirin, raste rast rêveberiya bakur û rojhilatê sûriyê û destkeftiyên wê dike hedef û dixwazin wê ji holê rakin. Hikûmeta sûriyê jî her tim çavê wê ji derveye û bi danûsitandinên ku ji milê dewletên ereban ve têne meşandin, texmîn dike ku kêşeya sûriyê wê bi hesanî were çareserkirin. Ji ber vê yekê ji diyaloka sûrî – sûrî dûr disekine û hîn jî naxwaze rewşa heyî û guhertinên ku li sûriyê û heremê rûdane qebûl bike.

Heremên ku ji milê dagirkerên tirkiyê ve hatine dagirkirin jî rojane binpêkirin û kiryarên dij mirovî zêde dibin û ev yek jî li ber çavê cîhanê tevahî tê meşandin. Her çiqasî ku di nava saziyên navnetewî de Tirkiyê bi kiryarên xwe yên dijmirovî tê naskirin jî, lê heyanî îro ji bona vê yekê tu hewildanên ber bi çav ji bona dadgehkirina wê di dadgehên navnetewî de çênebûye. Ji bona hilbijartinên 14’ê Gulanê jî demeke kêm maye û qampaniya hilbijartinan bi coş û kelecaneke mezin bi rêve dimeşe. Partiya çepên kesk bi biloqa ked û aşîtiyê û bi sekna xwe ya xeta siyemîn hewildide ku di hilbijartinan de encamên baş bi dest xwe ve bîne. Ji bona serkeftinê jî bi roj û şev kar û xebatê dide meşandin û hêviyê gel bi wan mezin e. Her weha biloqa AKEPê û MHPê jî serî li hemû dek û dolapan dixin ji bona ku desthilatiya xwe biparêz e. Li gorî vê yekê pêwîste ku ji hemû milî ve amedekarî û hazirî baş werin kirin û li hemû parçên kurdistanê gelê kurd û dostên wan û hemû kesên azadî xwaz, xwe ji bona vê yekê hazir û amedebike. Ji ber ku encamê hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bandora xwe raste rast li ser Bakurê kurdistanê û rojava û tevahî herêmê bike. Erkê me yê bingehî jî parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine pêkanîn û azadiya fêzîkî ya Rêber APO ye.