Rojnameya Ronahî

“Pirojeya Netewa Demokratîk pirojeya herî gûncav e ji bona çareseriyê”

Cîgirê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Zeredeşt Îso da diyarkirin ku hikumeta Şamê ji çareseriyê dûr disekin e. Ji bona vê yekê hemû hewildanên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê piştguh dike. Zerdeşt Îso got: “Pirojeya Netewa Demokratîk pirojeya herî gûncav ya çareseriyê ye.

Zana Roj/ Qamişlo

Aloziya Sûriyê piştî 11 salan gihîştiye lûtkeya pirsgirêk û xetimandinê. Her weha di Rojhilata Navîn de bûya navenda şerê cîhanê yê siyemîn. Tavahî hêzên hegemon siyaseta xwe ji bo berjewendiyên xwe li ser erdnîgariya Sûriyê didin meşandin. Li hember van siyasetên ku tên meşanidn rêveberiya xweser bi pirojeya xwe ya Netewa Demokratîk  çareseriya herî guncave  ji bo aloziya sûriyê. Ji bo çareserkirina pirsgirêka tevahî Sûriyê, di 18 ê Nîsanê de Rêveberiya Xweser a bakurd û rojhilatê Sûriyê beyanemeyek ji 9 xalan pêşkêş kir.

Têkildarî kirîza Sûriyê û pirojeya Netewa demokratîk a ji bo çareseriyê , herwiha derbarê helwesta hikumeta Şamê,  Cîgirê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Zeredeşt Îso ji rojnameya me re axivî.

12 sal ji rijandina xwîna gelên Sûriyê

Zeredeşt di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hikumeta Şamê li ser xwîna gel temenê aloziya Sûriyê dide dirêjkirin û got: “Aloziya Sûriyê her ku diçe ber bi pirsgirêkên kurtir ve diçe. Hikumeta Şamê ji bo dest ji serweriya xwe bernede ev bû 11 sal in li ser xwînrijandina gelê Sûriyê xwe dide domandin. Gel ji van kirîz û aloziyan bêzar bûye, herwiha tu destwerdanên ji derve jî ji bo bidawîkirina  van aloziyan nayên kirin.”

‘Pirojeya Netewa Demokratîk xwe da îsbatkirin’

Zeredeşt da diyar kirin ku Rêveberiya Xweser bi hilbijartina xeta sêyemîn di aloziya Sûryê de û bi pêkanîna pirojeya Netewa Demokratîk karî  xwe ji cîhanê re bide îsbat kirin û wiha domand: “Di aloziya Sûriyê de gelê Kurd xeta sêyemîn hilbijart û bi pirojeya Netewa Demokratîk,  gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirin, her wiha bi vê îdeolojiyê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin, li ser vî esasî pirojeya Rêveberiya Xweser ya demokrasiya gelan li ser asta cîhanî xwe da îsbat kirin.”

‘Hikumeta Şamê rê li pêşiya danûstandinan venake’

Zeredeşt di axftina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziyî û qeyranên ji 11 salan ve tên jiyan kirin gelek danûstandin kirin û wiha got: “Çareserkirina aloziya Sûriyê wê bi destê gelê Sûriyê be, ji destpêka avakirina sîstema Rêveberiya Xweser di bakur û rojhilatê Sûriyê de, gelek hewildan û danûstandin  bi hikumeta Şamê re kirin e, lê belê hikumeta Şamê heyanî vê kêliyê ji bo gihîştina çareseriyeke hevbeş ku bikeve xizmeta gelên Sûriyê, qebûl nekiriye. Bi vî awayî tê diyar kirin ku hikumeta Şamê ji bo berjewendiyên xwe her xwestiye temenê aloziyê dirêj bike û tu deriyên gihandina çareseriyeke bingehîn venekiriye.”

‘Derveyî çareseriya Sûrî Sûrî wê tu çareseriyên din ne pêkan bin’

Zeredet da xuya kirin ku di Suriyê de derveyî  çareseriya Sûrî Sûrî wê tu alî ji bo çareseriyê  nebin bersîv û wiha domand: “Destwerdanên ku ji dewletên derve de ji bo Sûriyê tên kirin tavahî ji bo perçekirina xaka Sûriyê ne, derveyî xizmeta berjewendiyên xwe yek gav jî nedane avêtin û di heman demê de hikumeta Şamê jî van nêzîkatiyan qebûl dike. Rêveberiya Xweser ji bo neqebûlkirina vê yekê û rê li hember perçekirina Sûriyê bide girtin, pirojeya çareseriya Sûrî Sûrî da pêşkêş kirin. Lê rûxmî îsrarkirina Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna vê yekê, hikumeta Şamê rê li ber lihevkirin û têkiliyan venake .”

“Armanca civînên çar alî pûçkirina Rêveberiya Xweser e’ ىث bo perçekirina xaka Sûriyê yeçekirina xaka ya bingehîn veneke.irin gelek hewildanên

Cîgirê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Zeredeşt Îso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku civînên çar alî  yên ku tên lidarxistin wê tavahî ji bo hedefgirtin û tengavkirina Rêveberiya Xweser bin û wiha got: “Dewletên weke Rûsiya, Tirkiyê, Îran û Emerîka yên ku roleke sereke di perçekirina Sûriyê de dilîzin, her dixwazin li ser xaka Sûriyê bazarên nû bidin çêkirin ku bikeve xizmeta berjewendiyên wan de, ji ber vê yekê jî ji bo têkbirina  pirojeya Netewa Demokratîk û pûçkirina  Rêveberiya Xweser pilanên nû didin gerandin.”  زnd û hçgûncav ya çareseriyê ye: asteng û got pirojeya netewa demokratîk pirojeya herî gûncav ya çareseriyê yeşمخهنعههااا