Rojnameya Ronahî

Li başûr û bakur 14 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Barzan a Başûrê Kurdistan û Çelê de 14 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku li herêma Barzanê 5 û navçeya Çelê ya Colemêrgê jî 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Daxuyaniya fermî ya li ser malpera HPG’ê hatî parvekirin ev agahî parve kir:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk didomin.
“18’ê Tîrmehê saet 10:30’î li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Xwedê yê li herêma Barzan a girêdayî xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn rêze çalakiyên sabotajê hatine kirin. Di van çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin.
17’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirova li devera Kanî Orê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me yên YJA Starê di heman rojê de li dijî yekîneyeke ya operasyonê ku xistibûn di bin kontrolê de saet 18:30’î çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.”