Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Ramanên Rêber Abdulah Ocalan bû bingeha destkeftiyên gelên azad”

29/04/2023
in NÛÇE
A A
“Ramanên Rêber Abdulah Ocalan bû bingeha destkeftiyên gelên azad”
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyayî Ebdulhemîd El Hayik destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya parastina deskeftiyan e û got, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî erka rêxistinên mirovî û hiqûqî ye.

Li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran hatiye ferzkirin,  her sê mehan ʹCezayê dispilînêʹ li dijî wî tê birîn û ji qanûna mafên hêviyê bêpar tê hiştin.

Neteweyên Yekbûyî muhleta heta dawiya Adara 2023ʹyan dabû dewleta Tirk da ku sedemên qedexekirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re şîrove bike. Lê dewleta Tirk heta niha tu şîrove nedeye û Neteweyên Yekbûyî jî bêdeng e.

ʹfikrê rêbertî zihniyeta dûrxistinê ji holê radikeʹ

Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyayî Ebdulhemîd El Hayik tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.

Ebdulhemîd El Hayik diyar kir ku armanca tecrîdkirinê pêşîgirtina li ber belavûna fikrê Rêber Abdullah Oclan e û wiha domand: “Tirkiye felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wekî xetereyekê li ser xwe dibîne, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan banga rizgarkirina jinan ji hemû cûreyên zilm û zihniyeta bavikslarî ya desthilat a li ser civakê dike. Her wiha banga beşdarkirina jinan di hemû qadên jiyanê de dike û banga pêkanîna edaleta civakî, siyasî û wekheviya di navbera hemû ferdên civakê de dike.”

El Hayik ramanê Rêber Abdullah bi kilîta çareseriyê wesif kir û got: “Em di fikrê Rêber Ocalan de çareseriyeke berfireh û giştî ji bo jiyana hevbeş li bakurê rojava û bakurê rojhilatê Sûriyeyê dibînin. Nêrînên Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre hilweşandina zihniyeta înkarkirin û dûrxistina pêkhateyên herêmê. Ramanê Rêbertî hesasiyeta rejîma Tirkiye ya di mijara tevahî Sûriyeyê de di ber çavan re derbas dike.”

Azadiya rêber abdullah ocalan

El Hayik got, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku banga azadî, demokrasî û pirrengiyê dike, osmaniya îxwanî a ku li ser zilm û pişaftina gelan ava bûye ditirsîne, lew ra derketina wî ji girtîgehê wê bibe destpêka hilweşandina pergala osmanî.

Siyasetmendar Ebdulhemîd El Hayik pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi siyaseta qirkirin a xeternak bi nav kir û wiha domand: “Armanc ji vê siyasetê ew e ku têkoşîna parastinê ya Kurdên Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriyê ji holê were rakirin. Dewleta Tirk hemû peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê mafên mirovan de binpê dike.”

El Hayik li ser helwesta Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyî ya têkildarî tecrîdê jî got: “Ji bo ku doza Rêbertî bighêje tevahî rêxistinên miriovî û hiqûqî, ji bo ku Rêbertî ji girîgeha dermirovî were azadkirin hevgirtin û piştevanî pêwîst e.”

Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyayî Ebdulhemîd El Hayik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdulalh Ocalan gelên demokrat ên azad destkeftî bi dest xistine û got, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî ye. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.