Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Bi têkoşîna ciwanan wê dagirkerî têk biçe”

29/04/2023
in ROJEV
A A
“Bi têkoşîna ciwanan wê dagirkerî têk biçe”
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e û gotin, bi têkoşîna ciwanan wê dagirkeriya Tirk têk biçe.

Dewleta tirk ya dagirker bi salane hewil dide ku gelê Kurd qir bike. Dagirkerî şerê herî qirêj û hovana dide meşand û her derê Kurdistanê dike armanca êrîşên xwe. Rojane bi çekên giran, top, tang û balafirên bêmirov êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê û Qadên Berxwedanê Yên girêlayên azadiya kurdistanê dike. Li hemberî van êrîşan têkoşîna gelê Kurd û bi taybetî ya ciwanan bilintir dibe.

Derbarê êriş dewleta Tirk ya dagîrker yên li dijî gelê Kurd endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bakur û Rojhilatê Sûriyê ji me re axivîn.

`Dixwazin Impratoriya Osmanî ji nû ve vejîn bikin`

Berdevikê Xebatên TEV- DEM’ê yê Ciwanan Hogir Qamişlo, diyar kir ku ji ber têkçûna siyaseta dewleta Tirk wê êrişên xwe yên ser tevayiya Kurdistanê zêde kirine û wiha got:”Dewleta Tirk a ku bi faşîzma xwe tê naskirin, rejîm û îdeolojiya xwe li ser esasê tinekirin û qirkirina gelan ava kiriye. Lê li hemberî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker, bi pêşengiya şoreşa ku Tevgera Azadiya Kurdistanê  da destpêkirin, qonaxa vejîn û rizgariyê ji bo Kurdan dest pê kir. Bi taybetî gelên herêmê, bi giştî di demekê de Kurd û Kurdistan ber bi tunekirina tam de bûn, derketina vê tevgerê hemû planên qirkirin û dagîrkirinê ji holê rakir. Dewleta Tirk ne tenê PKK’ê dike hedef, lê destkeftiyên li Başûr, Bakur û Rojava dike hedef. Dixwazin Impratoriya Osmanî ji nû ve vejîn bikin.”

Hogir wiha berdewamî da axavtina xwe û got, hemû ciwan ji bo piştgiriya berxwedanê sefer ber bûn. Ciwan gerîlayên Rêber Apo ne. Ciwan bi fikir û vîna Rêber Apo xwe ronî dikin. Berxwedan û hêrsa şoreşger û Ciwanên welatparêz li herêmê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî wê bi berxwedana leheng a hêzên Gerîla yên Zagrosê re bibin yek, wê dewleta tirik a faşîst bihejînin.

`Dewleta Tirk şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin`

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoerşger yê Tirbispiyê  Kîwan Kena’an, da zanîn ku têkoşîna gelê kurd di asta herî jor de ya û got: “Êrîşên dewleta Tirik ya dagirker, ku li ser bakûr û rojihatê sûriyê dide meşandin, her wiha şerê leşkerî,siyasî û şerê taybet ku li ser kurdan dide kirin, şerê herî qirêj û xeter e. Armanca dewleta tirk, ew e ku bi şerê xwe yê taybet li ser ciwana bide meşandin, ji bo ku gelê kurd were şikandin û ew şoreşa ku me da avakirin tune bike.”

`Em bang rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erkê xwe rabin`

Kena’an da xuyakirin ku divê rêxistinên mafên mirovan bi erkê xwe rabin û axaftina wiha qedand: “Bera dewketa tirk a faşîst bizanbe, ku şoreşa me bi ciwana destpêkiriya, emê bi ciwana serbikefin. Emê bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiyê bi dest bixin. Em bang li  rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina jiyana sivîlan, erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.