Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Beyannameya çareseriyê pêşkêşî aliyên herêmî û navneteweyî hat kirin

29/04/2023
in NÛÇE
A A
Beyannameya çareseriyê pêşkêşî aliyên herêmî û navneteweyî hat kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemdan El Ebid diyar kir ku wan beyannameya çareseriyê pêşkêşî Komara Ereban, Neteweyên Yekûyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokrat û hikumeta Şamê kir. El Ebid  got: “Divê çareserî sûriyayî û li ser xaka Sûriyeyê be.”

Rêveberiya Xweser di çarçoveya xebatên xwe yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, di 18ʹê Nîsanê de beyannameyek ji 9 bendan pêşkêş kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid bal kişand ser tevgerên Rêveberiya Xweser ên têkildarî beyannameyê.

Hemdan El Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji dema ku hatiye damezirandin ve, gelek caran hewl da diyalogên nîştimanî di navbera hemû hêzên sûriyayî de li dar bixe da ku alozî were çareserkirin.

El Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser banga parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê dike û got, destwerdanên herêmî û navneteweyî yên li Sûriyeyê sedema kûrbûna aloziyê ye.

Têkildarî tevgerên piştî ragihandina beyannameyê El Ebid wiha got: “Me beyannameya çareseriyê nîşanî aliyên herêmî û navneteweyî yên wekî Komkara Ereban, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokrat û hikumeta Şamê kir da ku çareserî sûriyayî, li ser xaka Sûriyeyê be û di qada navneteweyî de were qebûlkirin. Me ev beyanname pêşkêşî Rêxistina Mafên Mirovan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û aliyên li Sûriyeyê jî kir.”

El Ebid destnîşan kir ku wan bang li Komkara Ereban kir ku roleke çalak li herêmê bilîze û bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku aloziyê li gorî biryara 2254ʹan çareser bike.

El Ebid got: “Me ji wan xwest ku divê çareserî ya bêyî parçebûn an jî cûdakirin di çarçoveya xaka Sûriyeyê de pêk were.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid da zanîn ku hinek hêzên herêmî û navneteweyî wekî Tirkiye, Rûsya û Îranê helwestên ne erênî nîşanî beyannameyê didin û got: “Sedema vê yekê ew e ku ev beyanname ne li gorî berjewendiyên wan in, ji ber ku berjewendiyên xwe di ser hesabê gelê Sûriyeyê re dibînin.” NAHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.