Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 6 kesên sivîs ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin û çarenûsa kesên revandî ne diyar e.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li Efrînê kiryarên dermirovî berdewam dikin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh sibê 6 sivîlên navçeya Cindirêsê revandin.
Li gor ajansa ANHA’yê navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Mistefa Heske (60), Nîhad Heske (58), Welîd Hisên (54), Ebdo Xelîl Ebdê (42), Bedrî Helebî (40) û Xelîl Muxtar (28).Her wiha çarenûsa van kesan hê jî ne diyar e.






