Hafiz Ahmet Turhalli
Cejn di hemû çand û miletan de hene. Ev cejn piştî serkeftinan an jî piştî destkeftan pêk tên. Di cejnan de hemû kes kêfxweş û dilgeş dibin. Di Cejnan de parvekirina xweşiyê çêdibe. Cejna Remezanê jî ji cejnên Olî yên Misilmanan e. Navê wî li ba me cejna Remezanê ye. Ji ber kû divê Heyvê de Qur’an nazil buye û têde guhertina civakê pêk hatiye, wek rojbûna Qur’ana pîroz tête pîrozkirin. Piştî Pêxember Muhemed koçî medînê kir, di sala duyemîn de ferziyeta Rojiyê çêbû û piştî îbadeta Rojî girtinê, Cejna Remezanê jî pêk hat. Ev meha kû bi Rojîgirtinê hate derbas kirin, di meha Şewalê hersê rojên destpêkê bûn rojên cejna remezanê. Liba Ereban navê vê cejnê Îdul-Fitre! Fitir hevkariyeke aborî ya bi muhtaç û xizana ye. Bawermendên ola Îslamê, beriya nimêja cejna Remezanê, divê vê hevkariyê ji bo muhtacan dabîn bike û bide xizanan. Di rojên cejnê de, divê hemû kes biçe serdana hev, kêfxweşî û coş di nava civakêde belav bibe, xeydan û dilşikestin nemîne. Kesên muhtaç û xizan jî di roja cejnê de, bi hevkariya aborî û manewî, kêfxweş û dilgeş bibin.
Ji ber van sedeman Rojîgîrtina rojên cejnê weke heram hatiye destnîşan kirin.
Lê sed heyf û mixabin; di cîhana Îslamê de pirsgirêkên bingehîn wek: Zilim, zordarî û xizanî berdewamin. Cejn ji bo bi rastî bibin cejn: Divê van pirsgirêkên heyî, bêne çareserkirin. Di cîhana Îslamê de yekem miletê Kurd, di bin zilim û zordariyê de jiyana xwe didomîne. Çar dewletên ku welatê me Kurdistan dagirkirine, jixwer dibêjin em bawermendên ola Îslamê ne, li welatê me kuştin, talan, işkence û zordarî bê navber didomin.
Neha li ser televizyonan behsa cejnê tê kirin, dibêjin, di cejnê de pirsa rewşa hevdû bikin. Dê û bavên xwe, mirov û xizmên xwe, cînar û derdorên xwe kêfxweş bikin. Lê ji bo me Kurdan bi sedan salane ev cejnên Olî, wateya xwe ya rasteqînî çênebû ye.
Di cejnan de bi taybet kesên ji xwere dibêjin em şopdarê Ola Îslamê ne, diviya roja cejnê li ser mînberan û di nava mizgeftan de behsa zilima li ser Kurdan biaxivin. Bêjin ku: Ev milet birayên me ne, divê hûn mafên wan bê nîqaş û bê guftûgo li wan vegerînin. Nabe hûn weke miletên serdest û desthilat mafên birayên meyên Kurd, ji wan bigrin û zilmê li wan bikin. Em vê rewşê qebûl nakin, we welatên wan perçe kiriye û hûn di navbera wan de mayînan diçînin, hûn nahêlin ew cejnên hevdû pîroz bikin.
Kurdên ku bawermendên ola Îslamêne û di nava van civakên dagirkeran de nimêjan dikin û rojiyan digrin, divê bi dengekî bilind ji wan re bêjin ma biratî ev e: Hûn cejnan bikin û kêfxweşiyan bijîn û li mejî bombe û mirinê bibarînin. Qey biratiya we ev e? Hemû tiştên we hebin û em jî ji her tiştî bêparbin!
Cejn divê bi serbilindî werin pîrozkirin. Nabe cejn bi dilşikestî û hustîxwar werin pîroz kirin.
Cejn divê bi azadî, aşitî, wekhevî, hevkarî û dadmendî werin pêkanîn.
Çi gel, çi oldar û çi çîn dibin, divê cejnên wan bi wate werin pîrozkirin.
Dema me ser xaka xwe cejnên xwe bi azadî û aramî pîroz kirin, wê deme wateya cejnan dê pêk were.
Li ser van hêvî û daxwazan cejna Remezanê pîroz be.