Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Civaka Êzidî bi fikrên Rêber Apo wê bi serkeve”

26/04/2023
in Uncategorized
A A
“Civaka Êzidî bi fikrên Rêber Apo wê bi serkeve”
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser Şengalê encama têkçûna siyaseta wê ya qirker e  û gotin, “Dijmin û kurdên xwefiroş nikarin me tune bikin, em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo biserkevin”

Piştî rizgarkirina civaka Êzidî ya ji Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û ragihandina Rêveberiyên Xweser a Şengalê, hêzên Parastinê yên Şengalê YBŞ/YJŞ û Asayîşê Êzidxanê hatin avakirin. Lê li beramberî destkeftiyên gelê Şengalê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir bûn. Dagirkeriya Tirk û bi alîkariya PDK’ê êrêşên xwe yên ser Şengalê dewam dike. Di van êrîşan de pêşengên civaka Êzidî û têkoşerên kurd û kesayetên welatparêz dibin armanc.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şengalê û planên li dijî civaka Êzidî, Êzîdiyên herêma Cizêrê ya Rojavayê Kurdistanê ji me re axivîn.

`Armanca êrişan qirkirina civaka Êzidî ye`

Hevseroka mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm diyar kir ku civaka Êzidî koka gelê kurd e, ji ber wê dijmin dixwazin di şexsê civaka Êidê de gelê Kurd qir bike û wiha axivî: “Di sala 2014` an de êrîşên qirkirinê li ser Şengalê hatin kirin. Armanca êrîşan qirkirina civaka Êzidî û tunkirina gelê kurd bi giştî bû. Lê ji ber ku planên dewleta Tirk a dagirker têkçûn û armanca wê pêk nehat, wê êrîşên xwe li ser Şengalê zêde kirin. Civaka Êzidî gelek fermanan re derbas bû û her dem li ber xwe de, ne dewleta Tirk a dagirker û tu hêz di cîhanê de dikare Êzidiyan qir bike.”

’Ne dijmin û kurdên xwefiroş jî dikarin Êzidiyan qir bikin’

Hevseroka mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm da xuyakirin ku civaka Êzidî li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî paqijkirina Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê, civaka Êzidî xwe birêxistin kir, Rêveberiya Xweser a Şengalê hat damezrandin, Yekîneyên Parastinê û Asayîş hatin avakirin. Civaka Êzidî serê xwe tu carê ji tu kesî re natewîne, wê herdem li ber xwe bide. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo em ê biserkevin û dijminê xwe têk binin. Ne dijmin û kurdên xwefiroş jî dikarin Êzidiyan qir bikin.”

`Bi fikir û felsefeya Rêber Apo emê bi serkefin`

 

Welatiyê bi navê xelef Osê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Şengalê şermezar kir û wiha got: “Bi fermana dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşên qirkirinê li ser Şengalê dan destpêkirin. Çeteyan bi hezaran Êzidî qetilkirin û jinên Êzîdî revandin. Çeteyan xwestin ku civaka ji kokê rakin. Lê bi saya gerîlayên qehreman, YPG, YPJ û welatparêzên kurd Şengal hat paqijkirin û Rêveberiya Xweser a Şengal hat avakirin. ”

’Şengal wê bimîne kelemek di çavê dijminan de’

çXelef Osê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze qirkirina civaka Êzîdî a ku çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin dewam bike û axaftina wiha qedand: “Dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşan dixwaze qirkirina civaka Êzidî dewam bike û tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne. Lê bi fikrên Rêber Apo, berxwedana YPŞ`ê  û YJŞ`ê , em ê bi ser bikevin. Tevî ku planên mezin ji aliyê dewleta Tirk  û PDK’ê ve li ser Şengalê tên dayîn, lê wê tu carî nikaribin civaka Êzidî tune bikin. Wekî ku DAIŞ têk çû, wê dagirkeriya Tirk û kordên xayîn jî têk biçin. Şengal wê bimîne gelema di çavê dijminê gelê Kurd e.”

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.