Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji heman malbatê 7 bira tevlî QSD’ê bûn 

26/04/2023
in Uncategorized
A A
Ji heman malbatê 7 bira tevlî QSD’ê bûn 
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Li herêma Dêra Zorê ji êla egêdat (عقيدات) gelek xort tevlî QSD`ê (Hêzên Sûriya Demokratîk) bûn û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin. Malbata Cûma El-Selame yek ji malbatên ku ciyê xwe di rizgarkirina Dêra Zorê de girtin û bûn xwedî Şoreşger û Şehîdan.

Cûma El-Selame sala 1958`an li bajarê Bo-Kemal ê herêma Dêra Zorê ji dayîk dibe. Bajarê Bo-Kemal dikeve ser sînorê Sûrî û Iraqê. Heyanî sala 2012`an pêkhateya Ereb, Kurd û Aşûr lê diman û di asta civakî û aborî de danûstandina wan xurt bû. Ava çemê Firatê ber bi bajarê Bo-Kemal re derbas dibe û piştî bajarê Dêra Zorê bajarê Bo-Kemal ê herî mezin e. Sala 2012`an şêniyên Bo-Kemal li hemberî Hikûmeta Şamê şer dikin û wan ji bajar derdixin, piştî wê çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an Bo-Kemal dagir dikin heyanî 2016`an û radestî Hikûmeta Şamê û komên çekdar ên Îranê dikin.

Di encama şer de hejmareke mezin ji gelê Bo-Kemal koçber bûn, çeteyên DAIŞ`ê ew bajar tarûmar kirin û niha jî komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê û Îranê di bajarê Bo-Kemal de ne û li bajar tiştek li ser hevdû nehiştin e.

Cûma El-Selame piştî ku dizewicê 18 zarok (8 keç û 10 lawik) jê re çêdibin. Zarokên wî li Bo-Kemal mezin dibin û hinek ji wan li wir malbata xwe saz dikin.

Têkoşîn ji Xalid destpê dike û bi Abdulah re fereh dibe

Sala 2011`an piştî ku Bihara Gelan li Sûriyeyê destpê dike, hikûmeta Şamê bajarê Bo-Kemal bombebaran dike û yek ji kurê Cûma El-Selame yê bi navê Ehmed sala 2012`an tê kuştin, dîsa jî weke malbat ji bajarê xwe dernakevin heyanî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê wan dagir dikin.

Kurê Cûma El-Selame Xalid yê ku sala 1982`an ji dayîk bibû, ji ber zextên çeteyên DAIŞ`ê li ser wî û malbata wî, tevî hevjîn û keça xwe sala 2014`an derbasî herêma Girê Spî dibe. Li wêderê QSD`ê (Hêzên Sûriya Demokratîk) dinase û sala 2015`tevlî wan dibe. Beşdarî hemleya rizgarkirina Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê dibe û sala 2017`an li Tebqayê şehîd dibe.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê agahî digrin ku Xalid El-Selame tevlî QSD`ê buye û li hemberî wan şer dike, zextê li malbata Xalid El-Selame dikin û malbat neçar dimîne ji bajarê xwe Bo-Kemal derbikevin û derbasî gundê Şaife yê herêma Dêra Zorê bibin.

Bi navê Şehîd Xalid El-Selame foc ava dikin

Bira, Ap û pismamên Şehîd Xalid El-Selame piştî şehadeta wî sala 2018`an focekî li xeta şerqî ya herêma Dêra Zorê ava dikin û nav lê dikin Foca Şehîd Xalid El-Selame. Gund bi gund digerin û xortan birêxistin dikin heyanî ku hejmara focê dighêje 1300 şervanî. Focê Şehîd Xalid El-Selame ciyê xwe di hemleyên rizgarkirina Dêra Zorê de digrin û niha jî di parastina herêmê de berpirsyartî radikin.

Abdullah tevlî Tevgerê dibe û Wenes jî şehîd dibe

Sala 2018`an Wenes El-Selame (Seqir) yek ji birayê Xalid El-Selame yê ku rêça wî şopand û tevlî QSD`ê dibe, ew sala 1985`an ji dayîk dibe, heyanî dibistana navîn dixwîne û 3`ê zarokên wî hene. Sala 2019`an jî şehîd dibe.

Abdullah El-Selame jî sala 2018`an tevlî Tevgera Azadiyê dibe, navê birayê xwe yê Şehîd Xalid radike. Ew sala 2001`an li bajarê Bo-Kemal ji dayîk dibe û ji ber şert û mercan nikare bixwîne.

Malbata Cûma El-Selame ji malbatên ku koletiyê napejirînin û ciyê xwe di nava têkoşînê de digrin. Ji malbatê du xort şehîd dibin, yek jî tevlî Tevgera Azadiyê dibe û 4 jî (Cabir El-Selame, Elî El-Selame, Selame El-Selame û Mihemed El-Selame) niha şervanên QSD`ê ne.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.