Rojnameya Ronahî

Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji Rojhilata Navîn re jî girîng in

Zekî Bedran

Weke ku hilbijartinên li Tirkiyê ji pêşeroja welat re girîng in, heman demê de ji Rojhilata Navîn û welatên din ên herêmê re jî girîng in. Komara Tirkiyê ji avabûna xwe heta niha ket û rabû di rêya demokrasiyê de bi têkoşînê hinek destkeftî bidest xist. Niha Tirkiyê li ber xeteriyê ye ku van destkeftiyan jî winda bike. Bi desthilata AKP-MHP’ê re avabûnek faşîst çêdibe. Her ku çû dewlet çetewarî bû, hindirê tevahî saziyan hat valekirin, zagon hatin wê rewşê ku nayên pêkanîn. Welat, weke Elmanyaya Hitler, hertim bi dijminên hindirîn û derve re di nava têkoşîn û aloziyan de hat rêvebirin. Ev terzê rêveberiyê, netewperestî û milîtarîzma li ser dijminahiya Kurdan hat pêşxistin, bi êrişên li ser welatên heremê û tevgerên dagirkeriyê re rê ji karesatan re vekir.

Dewleta Tirk, şerê hindirîn ê li Sûriyê kişande nava girdavek bi xwîn. Vê jî têrê nekir, bi xwe bi dehezaran hêzên çekdar berhev kir, xwest rejîmê hilweşîne û bi destê îxwaniyan dewletek girêdayî xwe ava bike. Piştgiriya rêxistinên hov ên weke DAIŞ û El- Nûsrayê kir, tifaq çêkirin. Niha jî van çeteyan li herêmên ku dagirkeriyê dihewîne, piştgiriyê dide wan û hevkariyê dike. Bi bermayên van rêxistinan û çeteyên ji hêzên din berhev kirî, bi navê Artêşa Netewî ya Sûriyê li dijî rejîmê artêş û hikumetek alternatîf ava kir. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir. Li Idlibê parastina El- Nûsrayê kir. Herêmên ku dagir kiriye, di êrişên li ser herêmên din de weke baregeh bikar tîne. Hewl dide qirkirina Kurdan temam bike û herêmên xweser ji holê rake.

 

Çeteyên ku li Sûriyê bi çek kiribû, di şerê navxweyî yê li Lîbyayê de bikar anî. Ew der jî tevlîhev kir û xwest qadên serweriya xwe berfireh bike. Li Iraqê êrişên leşkerî yên mezin pêk anî. Bi dehan baregehên leşkerî ava kir. Taybet qadên ku hêzên gerîla lê bi cih kirine kir armanc, ev kir hêncet û li herêmê bi dehhezaran leşkerên xwe bi cih kir. PDK jî xist bin venêrîna xwe û petrola Iraqê ne li gorî zagonan herikand Tirkiyê. Di aliyê aborî de herem kir rewşek mêtîngehiyê de. Serweriya Iraqê û qada hewayî hertim binpê dike. Tirkmenan bi çek dike, dibêje Kerkûk Tirk e û îdîa dike ku mafê wî li ser heye. Di rastiyê de dixwazin ji Helebê, heta Mûsil û Kerkûkê dagir bike û bi axa Tirkiyê ve bide girêdan. Dibêjin, jixwe ev ax di nava sînorên Mîsaka Mîllî de bûn, ji Tirkiyê hatine standin.

Êrişên li ser Kurdan û hewlên temamkirina projeya qirkirina sedsalî li aliyekî, êdî serîtewandina tevahî welatên herêmê û niyeta belavkirina serweriya wan eşkere ye. Weke tê zanîn di pirsgirêk û nakokiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de bûn alî û êrişî Ermenîstanê kirin. Niha jî di wê çeperê de destwerdanê dikin û weke hêza tevdêr disekinin. Îran jî kirin armanc, Azerî proveke kirin û dest avêtin hindir. Jixwe Yûnanîstan weke pariyê biçûk tê dîtin. Hertim bi gefan re rûbirû ye. Qibris hat dagirkirin û parçekirin. Li gel tevahî hewlên NY, Ewropa û DYE yê ev 50 sale dagirkerî didome.

Tirkiyê gef li tevahî welatên Ereban xwar û kêmxistin. Qeter xist bin parastina xwe, xwest çokên welatên din bişkîne û serweriyê çêbike. Meydan ji Îsraîlê re xwend, hewl da xwe weke rêberê cîhana Îslamê û rizgarkerê Filistîniyan bide nîşan. Xwest Îranê li herêmê teng bike. Rojhilata Navîn jî derbas kir, SÎHA firotin Efrîqayê, destwerdanî pirsgirêkên navxweyî kir û hewl da bandorê ava bike

Ji vê wêdetir, Erdogan NATO û DYE di aliyên cuda de kir armanc, tengav kir. Rûsya bikar anî û hewl da li Sûriyê mayînde bibe. Ji bo DYE yê ji Sûriyê derbixe, bi Rûsya û Îranê re hevkarî kir.

Bi kurtahî weke ku me li bîr anî, tifaqa Erdogan û Baxçelî herêm jî derbas kiriye û hatine wê rewşê ku gefê li herêmê dixwin. Îro Tirkiye di wê rewşê de ye ku terorê berbelavî cîhanê dike. Di vî alî de hilbijartinên li Tirkiyê tevahî herêmê têkildar dike. Qasî ku tê dîtin welatên rojavayî piştgiriya Erdogan nakin. Hîn zêdetir bi bêdengî temaşe dikin, lê Rûsya bi awayek vekirî piştgiriya Erdogan dike û ji bo serkeftina wî dixebite.

Eger Erdogan hilbijartinê winda bike, dê encamên wê biteyîsin herêmê. Kemal Kiliçdaroglu û tifaqa ku avakiriye, li Sûriyê weke niha têkiliyan bi çeteyên çekdar ên wek DAIŞ û El- Nûsrayê re nadomînin. Kiliçdaroglu hîn zêdetir alîgirê muxatabgirtina hikumeta Sûriyê ye. Ji derveyî vê, li Başûrê Kurdistanê jî şer û têkilî bi heman şêweyî nadomin. Li wir jî dê Kiliçdaroglu zêdetir Bexdayê esas bigre. Jixwe, di hindirê Tirkiyê de têkiliyên bi Kurdan re weke demê Baxçelî û Erdogan nabin. Di vî alî de, hilbijartina ku wê di 14’ê Gulanê de pêk bê, ji Tirkiyê re xwedî giringiyeke dîrokî ye,di  heman demê de ji welatên herêmê re jî girîng e.