Rojnameya Ronahî

Heger Erdogan  neçe!!!!!

Farûk Sakik

Çi dibe bila bibe lê bila Erdogan biçe.

Herkes dizane ku ew xwedî kîn û tolhildanê ye. Di sala 2015’an de di 7’ê Hezîranê de dema bi serê xwe hikûmetek ava nekir, ji bo tolê êrîşî kurdan û hêzên demokrasiyê kir. Li Pîrsûs û li gara Enqerê komkujî pêk anîn. Li dijî Kurdan şer da destpêkirin. Erîşî Rojava kir, hin herêm dagir kirin.

Li gorî ku tê gotin, piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ji bo ku ji Selahadîn Demîrtaş heyfê bigre sond xwarî ye. Gotiye; “çi dibe bila bibe ez ê ji wî ‘bi cirî’ heyfa xwe bigrim”.  Wisa jî kir; di 4’ê Mijdara 2016’an de ew dîl girt.

Ha, hûn ê bêjin dema ku têk çû ev yek kir. Sibê têk here jî wê dîsa heman tiştan bike. Na, wê demê têkçûna xwe qebûl nekir, dewleta kûr girt cem xwe û ji nû de çû hilbijartinan. Divê di vê hilbijartinê de darbeyek wisa bixwe ku nikaribe wê dewletê û wê hêzê, cardin bigire kêleka xwe. Divê berçem, berçem here. Here ku cardin veneger e.

Me xwest bi bîr bixin ku neçe ew ê wan kiryarên xwe yên sala 2015’an dubare bike. Divê têkoşîneke bê navber û bê sekin were dayîn.

Lê heger di vê hilbijartinê de neçe wê di pêşerojê de çibike?

Ji 15’ê Gulanê ve wê dest bi tevgera xwe ya piralî ya qirkirinê bike. Ew ê wek tişta ku Srî Lanka anî serê Tamîlan, dîn bibe.  Di sala 2012’an de ev pilan xistibû pratîkê. Lê têkoşîna kurdan û Rêber Apo pêşî lê girtibû û nehiştibû bi encam bibe.

Ger di 14’ê Gulanê de bi ser bikeve, parlamento û her sazî bê wate bibe. Çiqas siyasetmedarên kurdan hene wê êrîşa wan bike. Çi anî serê Selahadîn Demîrtaş û hevalên wî, wê bîne serê wan jî.

Ger konjonktor guncav be, wê êrişî Rojava bike. Wê ji Kobanê destpêbike, tevgereke nû ya dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji bo ku di vê dijminatiya xwe ya kurdan de pêdivî hebe, wê Beşar Esad re li hev bike. Beşar Esad jî têkneçûna xwe deklere kir û bi hemû dewletên Ereban re ket nav danûsitandin. Ji bo hejmara dijminên xwe kêm bike wê bi Erdogan re jî li hev bike.

Metirsiyeke din; Erdogan koalîsyona şerê li dijî kurdan ava kirî ye. Ev koalisyon ji Hizbul-Kontra HUDA-PAR, YRP û BBP’ê pêk tê. Piştî hilbijartinan van hêzan wê bixe dewrê. Hêzên wan ên çekdar wê li pey nêçîra kurdan bikevin. Divê ku hin tetîkêş jî ber bi Parîsê bi rê bikevin.

Heger di van hilbijartinan de faşîzm neyê rûxandin hemû destkeftiyên kurdan wê bikevin bin talûkeyeke mezin de.

Rast e, faşîzm her tim li ser esasê şexs pêş ketiye. Li Îtalyayê Musolînî, li Elmanyayê Hîtler, li Spanyayê Franco, li Perûyê Fujîmorî û li Şîlî Pînochet mînakên herî balkêş in. Faşîzma ku bi Musolînî, Hîtler, Franco, Fujîmorî û Pînochet re hat, bi wan re çû.

Lewma rûxandina desthilata Erdogan wê faşîzmê ji holê rake. Ji bo hilweşandina pergala ku wî anî. Xala herî girîng a ku divê were bîranîn ev e. Erdogan ger bi ser bikeve dê dîn bibe. Ew ê bibe versiyonek Sedamê nû

Çi dibe bila bibe dive serdema yek-zilamî biqede. Armanc ew e ku faşîzma li ser bingehê yek kesî bê rûxandin.

Rûxandina desthilata yek zilamî bi tenê bi berxwedanê pêkan e. Herkes û hemû îstastîk dibêjin ev desthilat, ev faşîzm wê were rûxandin. Ev sedî sed e. Lê divê ji bo ji sedî sedûyek em bi ser kevin xebat werin meşandin.