Rojnameya Ronahî

“AKP’ê, kirîzên Tirkiyê û Rojhilata Navîn gurtir kir”

Reşo Qamişlo/ Qamişlo

 Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê diyar kir ku serkeftina Partiya Çepên Kesk wê bibe bingeha qunaxeke nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û got, AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve bir û kirîzên Rojhilata Navîn gurtir kir.

Di 14’ê Gulanê de  wê li seranserî Bakurê Kurdistanê  û Tirkiyayê hilbijartinên perlemanto û Serokkomariya Tirkiyê bên lidarxistin. Herwiha wê di van hilbijartinana de 36 partiyên siyasî beşdar bibin.Ev demeke bi milyonan welatiyên Bakurê Kurdistan û tevaya Tirkiyê amadehiyên  xwe ji bo van hilbijartinan dikin.

Di derbarê hilbjartinên Tirkiyê yên  14’ê Gulanê de, serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê ji rojnameya me re axivî.

 ‘AKP`ê ji bo ku li ser deshilatdariyê bimîne  êrîşî here derê dike’

Mihemedê Mûsê di derbarê êrîşên hikumeta AKP`ê  yên ser welatên derdorê û siyasta dewleta Tirk a qirker, wiha got: “Di dema derbasboyî de, dewleta Tirk ya faşist xwest sînorê xwe berfirehtir bike û xewna xwe ya Osmaniya Nû pêk bîne. Ji ber wê êrîşên xwe yên ser tevahiya Kurdistanê û  gelek welatên derdora xwe zêdetir kirin. Herwiha bi nêzbûna dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re, dest bi êrîşên xwe yên berfireh li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir. Armanc ji van êrîşan qirkirina gelê kurd e. Herwiha dixwaze ji faşîstên Tirkiyê re bide xuyakirin ku hebûna gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkan xeter e. Lewma bi awayekî hovane herdem êrîş dike û gelek kumkujiya pêk tîne. Erdogan bi pêkanîna siyaseta xwe ya faşîst rewşa hundrîn ya Tirkiyê  xiste nava aloziyekê siyasî,aborî û civakî de.  Êdî gel  ji ber vê yekê nema siyaseta Erdogan qebûl dike. Kiryarên Erdogan wê bibin sedema hilweşandina AKP’ê û desthilatdariya wê ya faşîst. Di heman demê de wê Partiya Çepên Kesk encamên girîng bidest bixe.”

 ’AKP`ê  wê bi hemû awayan hewl bide ku bi ser bikeve’

Mihemedê Mûsê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku AKP`ê wê bi  hemû rêbazan hewl bide ku ew bi ser bikeve û wiha domand: “Hikumeta desthilatdar ya AKP`ê herdem ji bo mayndekirina serweriya xwe dikeve nava liv û tevgerê de, herwiha ji bo bi ser bikeve bi encamên hilbijartinan dilîze. Di hilbjartinên îsal de jî,  dixwaze rêbazên sextkariyê bikar bîne. Herwiha mînaka sextekariya hilbijartinên borî, li ber çavên her kesî ye. Lewam vê carê jî pêkan e ku desthilatdariya AKP`, ji bo ku bi ser bikeve rêbazên sextekar bikar bîne. Li hemberî wê jî pêwîste partiyên Siyasî yên alîgirên demokrasiyê û bi taybetî jî Partiya Çepên Kesk, hişyar bin.  Herwiha divê şopandineke baş ji aliyê Rêxistinên Navneteyî ve,li ser van hilbijartinan bê kirin.”

‘Serkeftina Partiya Çepên Kesk wê bibe bingeha merheleyek nû’

Serokê Partiya Çep a kurd li Sûrî,Mihemedê Mûsê di dawiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku ger Partiya Çepên Kesk di hilbijartina de bi ser bikeve wê bandoreke erînî li rewşa  hundirîn ya Tirkiyê û ya herêmî li Rojhlata Navîn û Kurdistanê bike û got: “Bi serkftina Partiya Çepên  Kesk û hêzên  demukratîk, di hilbijartên Tirkiyê de û bi binketina AKP`ê re, wê guhertineke  siyasî û aborî di Rojhilata Navîn de çêbibe. Herwiha wê  hemû pirsgirêkên hundirîn yên siyasî, aborî û civakî çareser bibin. Ne tenê rewşa hundirîn wê were guhertin, lê wê pirsgrêkên herêmî jî werin çareserkirin, herwiha wê ev guhertin bandoreke erênî li rewşa siyasî ya Rojava û başûrê Kurdistanê bike,bi şikandina Erdogan û partiyên faşîst yên girêdayî wî re, wê rewşa Tirkiyê bi giştî bê guhertin. ”