Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijberiya DYE û Çînê dewam dike

26/04/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aştîxwaziya durû ya Dolmabahçe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Çîn, gav bi gav destê xwe dirêjî qadên ku DYEyê lê serdeste dike.

Herî dawî dest avêt pirsgirêka Israil û Flistînê. Ji bo ku aştiya navbera wan sererast bike û pirsgirêka navbera wan a bi dehsalane dewam dike çareser bike, li gel wezîrên derve yên herdû welatan jî têkilî danî.

Jixwe hewldana Çînê ya herî balkêş a van rojên dawî, têkilî û peywendiyên li gel Siûdî û welatên Kendavê  bû.

Her wiha ji bo ku karibe di pirsgirêkên vê herêmê de erkeke giring û encamgir bi dest bixe, gava pêşî Îran û Erebistana Siûdî li hev anî. Ji ber ku van herdû dewletan, di vê herêmê de weke kilîta çereserkirina pirsgirêkan e, wezîrên derve yên herdû dewletan vexwende Pekînê û li hev rûniştin.

Piştî van hevdîtinan, şerê li Yemenê ber bi rawestandinê ve diçe.

Erebistana Siûdî, biryar stand ku bibe endamê Rêxistina Hevkariyê ya Şenghayê(29.3.32023)! Dibe ku ya DYEyê zêde hêrs bike ev mijar be.

Têkiliyên Îranê, li gel Yekîtiya Mîregtiyên Ereban jî destpêkiriye û rojane xurt dibe.

Hewldanên diplomatik ên li gel dewletên Ewropayê jî zêdetir dibin. Bi taybetî DYEyê, ji têkiliyên Elmanya û Çînê bi xof e û gelek hêrs dibe. Li gor saloxan Macron û Von Der Leyen(him wezîra berê ya Elmaniya bû û niha jî rêveberek bilind a YEyê ye), di rojên pêş de li gel Serokê Çînê Şî hevdîtinê pêktînin!

Yek ji hewldanên balkêş ê Çînê jî, dixwaze di ser Iraqê û Tirkiyê re derbasî Derya Spî bibe. Ji bo vê yekê, amadekariya çêkirina rêyeke nû ya hesin a tirênê jî dike.

Li Semerqenda paytexta Ozbekistanê Civîna wezîrên derve yên Çînê, Rûsyayê, Îranê û Pakistanê, bi mijara Efxanistanê li hev rûniştin(12.4.2023).

Helbet van hewldanên Çînê, DYEyê gelek nerehet û hêrs dike. Bêguman ew jî li himberî vê tevgera Çînê bê bersiv namîna.

Tê zanîn di herdû mehên dawî de, trafika diplomasiya xwe ya Bexdayê û Rojava(bakur-rojhilatê Sûriyê) xurtir kir. Wezîrê xwe yê Bergirî, Serokerkanê Artêşê û hijmarek misyonerên xwe yên giregir şand vê herêmê.

Tê gotin ku şandeyek ji rêveberiya Rojava û Mezlûm Ebdî jî di nav de, vexwendine Washingtonê. Dibêjin ev şande, wê li gel Biden, senatoran û parlemenan jî rûne.

DYEyê, Japonya û Koreya Başûr dest bi tetbiqatek berfireh kirin e.

Bi giştî mirov bala xwe didê hewldanên DYEyê, ji yên Çînê lawaztir in. Dibe sedem; ji ber kû giraniya xwe berdan e ser şer û cenga Ukrayna yê, û giranî dane mezinkirina NATO.

Mijareke din a giring û têkildarî doza gelê Kurdistanê jî ev e: Pêşbînî û gûmana xurt heye kû, DYE û YEyê, dixwazin di hilbijartinan de eniya CHPê(hevgirtina Milet) bi ser bixin. Li Başûr jî eniya YNKê derxin pêş.

Lê belê wisa tê xuyakirin kû, DYEyê û hinek dewletên Ewrupayê, bi giştî hinek gringî dane têkiliyên li gel Tevgera Gelê Kurdistanê, bi taybetî jî trafîka Başûr û Rojava zêdetir kirin e. Jixwe mijara giring û yekser têkildarî gelê Kurdistanê jî, ev e.

Ji vê qonaxê û pêde encam, dimîne li ser zîrektî û hostatiya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê!

19.4.2023

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.