Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Kurd alîkariya Şehbayê dike

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Heyva Sor a Kurd alîkariya Şehbayê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Heyva Sor a Kurd li Şehbayê bi kêm derfetan heta niha 6 hezar û 807 nexweş derman kir. Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd yê li Şehbayê Emmar Mihemed diyar kir ku wan heta niha gelek caran bang li rêxistinên navnetewî yên mirovî kirine lê ti alîkarî nedane.

Navenda Heyva Sor a Kurd li Şehbayê bi kêm derfetan 6 hezar û 807 nexweş derman kir û mirina 5 zarokan a ku ji ber kêmbûna derman û alavên tendrûstiyê qewimîne jî belge kirine. Li ser wê Heyva Sor a Kurd bang li Rêxistinên Mirovî kir ku alîkariya şêniyên Efrînê bikin.
Piştî ku dewleta tirk di 20’ê çileyê de êrîşî Efrînê kir bi hezaran şêniyên Efrînê tevî kadroyên tendrûstiyê yên Heyva Sor a Kurd neçar man ji Efrînê derkevin û li navçeya Efrîn’ê Şêrawa û Şehbayê bi cih bûn.
Heyva Sor a Kurd ji bo pêşkeşkirina alîkariyên tendrûstiyê û dermankirina şêniyan dest bi xebatên jinûve bi rêxistinkirina endam û kadroyên xwe kir.
Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawa, li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa, Kampên Berxwedan û Serdemê li navçeya Fafîn, li navçeya Ehrezê û navendek nû li navçeya Til Rifatê ya Kantona Şehbayê bi giştî 5 cihên dermankirinê vekir. Her wiha ji bo her cihek tenduristiyê hatin amadekirin.
Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd li cihên tendrûstiyê, 6 hezar û 807 nexweş, ku di nav de 2 hezar û 677 zarok û hezar û 43 nexweşên jin in hatin derman kirin. Piraniya nexweşan ji nexweşiyên hundirîn, nexweşiyên jinê, hestî, dil, Leşmaniya, çerm, diran, çav, guh, penceşêr, sinir û nexweşiya kezeba reş bûn.
Li gorî serjimariyê hezar û 745 reçêtên dermanan li navçeya Ehrezê hatine serfkirin. Û li gorî daneyên ku kadroyên tendrûstiyê, ji ber kêm derman û alavên tendrûstiyê jî 5 zarok mirine.
Di çarçoveya kêmbûna dermanan de endamê Rêveber a navenda Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawa Emmar Mihemed tekez kir ku hemû cihên tendrûstiyê yên girêdayî wan ji ber kêmbûna alavên tendrûstiyê û dermanên weke antîkorên, pêvedana maran, dermanan wêranê, dermanên zarokan, şekir, dermanên xwînpestinê û dermanên nexweşiya jinan û her wiha kêmbûna kadroyên tendrûstiyê astengiyan dikşînin.
Mihemed diyar kir ku, wan gelek caran ji bo alîkariyê bang li Rêxistinên Mirovî yên Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kirine, lê heta niha tu alîkarî ji wan re nehatiye.
Di dawiya axaftina xwe de endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd carek din bang li hemû Rêxistinan kir ku alîkariya şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin bikin…ANHA

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.