Rojnameya Ronahî

ÇÎROKNIVÎSA HUNERA DERBIRÎNA ÊŞA WELAT ROJÎN MÛSA

Hemze Sêvo/ Qamişlo

Jina kurd Rojîn Mûsa di warê çîroknvîsînê de gavên girîng avêtine pêş û bi pênûsa xwe  çîroka bajarê xwe,mişxetiya kurdan û êşa  welatê xwe dinvîsîne.

Nivîsandina çîrokê  yek  ji qadên huner û wêjeyê ye, ku bûyerên rasteqînî û hem yên xeyalî jî bi riya çîroknivîs re, di pirtûkên taybet de, tên nivîsandin. Herwiha nivîskarê çîrokan  mijarên taybet û giştî yên civaka ku tê de dijî, hildigrin nav çîrokên xwe û bi wan bûyerên çîroka xwe vedihûnin û li ser vê  bigehê karê çîroknivîsînê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di nav pirî çîrokan de, gelek  sûdemendiyê dide zarok û mezinan; weke geşedana perwerdeyî,çandî, zimanî, hişmendî û hwd… ji bilî vê jî carnan ji ber hin sedeman, nivîskarê çîrokê, êşa xwe û civaka xwe dixe qalibê çîroka xwe de û ne  bi awayekî  yekser vê yekê derdixe.

Çîroknivîsên kurd jî cihê xwe di nav asîmanê wêje û nivîsîna çîrokan de baş girtine, ku çîroknivîs Rojîn  Mûsa jî yek ji stêrkên asîmanê wêjeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Rojîn Mihemed Mûsa, ji gundê Şora Rojhilat ya girêdayî SerêKaniyê ye û bi sedema dagirkirina Serêkaniyê koçberî bajarê Qamişlo. Ew jineke 26 salî ye, xwendekara Zanîngeha Rojava ye, beşê Wêjeya kurdî, sala 4`an, li fakulteya Wêje û Zanistên Civakî,  dixwîne. Herwiha  Li bajarê Dirbêsiyê û Zirgan Peymangeha kurdî qedandiye û hem jî, hemû astên kurdî  bi dest xistiye . Hêjayî gotinê ye ku Rojîn yek jinên kurd e, wê jî xebata xwe tevlî xebatên nivîskarên kurd yên beriya xwe kiriye û di 2019an de dest bi nivîsandina çîrokan bi zimanê kurdî kiriye .

 ‘Pênûs hevala zaroktiyê ye’

Di derbarê gavên pêş yên nivîsîna çîrokê de û çîroknivîsînê, Rojîn Mûsa wiha ji me re axivî: “Nivîsandina min ji çîrokê re, ji dema zaroktiya min de ye. Min wê demê li gor zanebûna xwe çîrokên kurt dinivîsandin. Herwiha ji ber ku çîroknivîsî ji bo min zimanê xeyal û derbirîna min e, min dest diavêt pênûsa xwe û êşên xwe û civaka xwe di çarçoveya çîrokê de dinivîsandin, lê ne bi rengekî dirêj bû, herwiha bi domana demê re û bi, ez di warê nivîsîna çîrokan de bi saya bavê xwe ku wî piştriya min dikir û ew  mamosteyê jiyana min bû û wî destpêk  çîrokê min dixwendin. Bi domana demêre  û piştî bidesxistina 3 astên zimanê kurdî û xwendina li zanîngehê, ev tev bûn bingeheke wêjeyî û aşopiya min ya nivîsînadinê  berfirehtir bû û min gavên mezin di warê nivîsîna çîrokê xwe de avêtin pêş, lê xwendina zanîngehê yên ku derfeta nivîsînê tê de kêm bû, ez hinekî dûrî çîroknvîsê ketim. ”

 

 ‘Êşa Serêkaniyê bû mijara destpêkê ji berhmên min re’

Nivîskar Rojîn Mûsa di derbarê sedema nivîsîna çîrokan û siruşa çîroknivîsînê de wiha got: “Piştî dagirkirina bajarê bav û kalan;bajarê  SerêKaniyê ji aliyê  dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê û koçberiya min ber bi Qamişlo ve, êdî ji dûrketina min ji bajarî min, ez jî mîna hemû hemşerî û kurdan ku ji bajarê xwe dûrbikevin, min êşeke mezin kêşand. Herwiha bi vî awayî min xwest ku çîroka bajarê xwe, civaka xwe bikim pirtûk û bi serenavê çîroka Xewna Meha Dihan di sala 2020`an li bajarê Qamişlo, çap bikim. Di dema niha de 3 berhemên min hene yek jê ya bi serenavê Xewna Meha Dihan, ya 2`an Çîrokên Zarokan û ya 3`yan jî Gotarên Siyasî, Civakî û Dîrokî ye. Mijarên piraniya çîrok û gotarên min rastînî ne û li ser rewşa kurdan, êş û azarên ku tê re derbas dibin, herwiha li ser polîtîkayê ne, ez niha sala dawî ji zanîngeha Rojava dixwînim û dûrî karê nivîsê ketime,herwiha piştî derçûna ji zanîngehê, bi hêviyeke mezin û bi piştgiriya bavê xwe ez ê pênûsa xwe dîsa bikim kar û xebatê û berhemên bi nirx binivîsînim. ”