Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekrêziya aliyên Siyasî li Rojava

27/04/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Ev serê zêdetirî 12 salaye ku behsa yekrêziya navmala Kurdî tê kirin û hewldan çêdibin ku alî werin li hev bicivin, lê nedibû. Sedemên vê yekê jî gelek bûn yên sereke jî ew bûn ku destwerdanên Hewlêr û dewleta Tirk bûn. Bi riya van aliyan zext li Rêveberiya Rojava dihat kirin û astengî li pêşiya pêşveçûnên ji bo doza Kurdî dihatin çêkirin. Her çiqasî vê rewşê dirêj jî kir, lê ji ber pêşveçûnên cîhanî û yên herêmî, alî mecbûr man li hev bicivin. Erê, lê çawa Hewlêr û dewleta Tirk ev yek qebûl kir?

Dema em bala xwe bidin pêvajoya dema derbasbûyî, em dibînin ku çawa guhertinên li Rojhilata Navîn bandor li ser tevgera Kurdî jî kirin. Bi şerê li Xezayê re Israîl ket tevgerê, bi kuştina sekreterê Hizbûlahê Hesen Nesrelah re guhertinan dest pê kir û bi ketina Rêjîma Baas li Şamê û reva Beşar El-Esed re, rewş zelaltir bû. Bi vê rewşê re dewleta Tirk hîn zêde veciniqî û tirsiya ku Îsraîl heta sînorên wê jî were. Lewma di vê pêvajoya ku em behsa wê dikin re, serokê Partiya MHP Dewlet Bahçelî çend cara bang kir ku bila Ocalan were li Meclisa Tirkiyê biaxive û ew mesela xwe û Kurdan çareser bikin. Ji ber wan dît ku kî bi Kurdan re li hev bike, ew ê di herêmê de lingê xwe baş bi cih bike û were qebûlkirin.

Rêber Apo Ku bi salaye di nava girava Îmraliyê de girtiye, bangeke dîrokî kir û ragihand ku pêvajo guheriye û divê Kurd jî li gorî wê xwe bi rêxistin bikin û xwe bugherin. Rêber Apo berî her tiştî ji bo Rojava derxe saxlemiyê, hemû alî xistin bin barê vê dozê û di encamê de Roja 24.4.2025 de aliyên Kurd li hev kom bûn.

Ev Konferans an Kongre ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo parçeyên din jî girîng e. Ji ber lidarxistina vê civînê û serkeftina wê rewabûna Rêveberiya xweser zêdetir dike û hemû alî ji niha û şûn de mejbûrin destekê bidin. Ev yek jî bi saya rêber Apo pêk tê ku karîbû astengiyan ji holê rake.

Qasî lidarxistina vê civînê li Qamişlo di nava aliyên siyasî yên Rojava de girîng e, ewqasî jî amadebûna şandeyeke ji DEM-partiyê ji bakurê Kurdistanê û hin şandeyan ji başûrê Kurdistanê girîng e. Ji ber ya ku rêber Apo ji vê armanc dike ew e ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin û lêvegereke giştî ya Kurdan çêbibe.

Her çiqasî hewldanên berê ji ber zextên dewleta Tirk û hin hêzên Rojavayî li ser Hewlêrê nehişt Kongra Netewî were lidarxistin, lê niha hevsengî guherîn û alî mecbûrin yekbûna Kurdan qebûl bikin. Dewleta Tirk ya Ku bi her awayî li pey qirkirina Kurdan e, wer xuyaye gihiştiye wê fêmkirinê ku ger bi Kurdan re li hev neke, aliyên ku pêre li hev bikin gelekin û wê demê ya zirarê bibîne ew ê dewleta Tirk be. Ji ber vê yekê ye em dibînin danûstandin bi rêber Apo re li ser doza kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê tê kirin.

Herwiha xuyaye şertê rêber Apo yê destpêkê ji bo dewleta Tirk jî ewe ku astengiya li pêşiya Kongreyekê Netewî çê nekin da ev pêvajo here serî. Bi vê yekê re jî Hewlêr xist bin barê vê doza Kurdî û pêre jî aliyên din.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.