Ronahî Sadûn/Qamişlo
Bermahiyên şer jiyana sivîlên Sûriyê xistiye metirsiyeke mezin de. Li gorî belgekirina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî piştî rûxandina rejîma Baas û heya niha li Sûriyê 875 sivîl ji ber bermahiyên şer hatine kuştin û birîndarkirin. Di nava vê mehê de jî 67 sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Li Sûriyê 875 sivîl bi bermahiyên şer hatin kuştin û birîndarkirin
Piştî hilweşandina rejîma Baas di 8’ê Berfanbara 2024’an de, Sûriyê ji ber şer û pevçûnên ku 14 salan dewam kirin di nava hilweşîneke mezin de mabû. Şer ne tenê bandora xwe li binezasiya welat kir, lê vî şerî giyanê mirovan jî reş û tarî kir. Ji ber bermahiyên şer ên wekî bombe, rokêt û çekên ne teqyayî gelek kesan canê xwe ji dest dan û jimareke mezin jî perçeyên laşê xwe winda kirine. Ev bermahiyên çekan li pêşiya vegera sivîlan ji bo li ser xaka xwe bû asteng. Ji ber şer gelek mal û milkên welatiyan wêran bû û bermahiyên malan li her deverê belav e. Ji ber wêranbûna xaniyan bi dehan gund, bajar û bajarok xelkên wê nikare vegerin malê xwe. Herwiha li gorî belgekirina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, piştî rûxandina rejîma Baasê li Sûriyê 875 sivîl ji ber mayîn û bermahiyên şer hatine kuştin û birîndarkirin.
Metirsiya bermahiyên şer li Sûriyê dewam e
Bermahiyên şer li Sûriyê berdewam in, gelek bermahî jî heta niha nehatine teqandin, ev jî metisiyeke mezin li ser jiyana sivîlên ku li seranserî Sûriyê jiyan dikin, heye. Bermahiyên şer li hemû deverên ku di van salên dawî de bûne şahidê operasyonên leşkerî belav bûne. Tevî hewcedariya lezgîn a rakirina van bermahiyan jî, lê hîna hewldanên pêwîst nehatine kirin. Rayedarên herêmî û rêxistinên mirovahî jî heta niha gavên cidî ji bo parastina sivîlan neavêtine. Lê ev yek bi tevgereke lezgîna ya paqijkirina bermahiyan heye, di heman demê de pêwîst e hişyarî ji gel re jî bê kirin.
Sejmariya kuştin û birîndarbûna sivîlan bi bermahiyên şer piştî rûxandina Baasê
Di vê çarçoveyê de, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî kuştin û birîndarbûna 875 sivîlan, di nav wan de jin û zarok, li deverên cûda ên Sûriyê ji dema hilweşandina rejîma Baas ve belgeh kir.
Hejmara sivîlên ku di encama bermahiyên şer piştî rûxana rejîmê li parêzgehên cûda yên Sûriyê hatin kuştin gihişt 423 sivîlan ji wan 311 mêr, 88 zarok û 24 jin. 452 kesên din jî birîndar bûne ku 207 jê zarok û 9 jê jin in. Ev li gorî cihê hebûna hêzan hatiye belavkirin.
Li herêmên desthilata Şamê: 341 kes hatin kuştin, di nav wan de 72 zarok û 18 jin, ji wan 8 ku di dema komkirina dobelanan de hatin kuştin, di nav wan de jinek û zarokek bû. 324 kes jî di nav de 145 zarok û 7 jin birîndar bûn.
Li herêma Rêveberiya Xweser: 22 kes hatin kuştin, ji wan 9 zarok û 3 jin. 40 kesên din jî birîndar bûn, ji wan 31 zarok bûn.
Li herêmên di bin koîn çete yên girêdayî dewlaeta Tirk de: 60 kes hatin kuştin ku ji wan 7 zarok û 3 jin bûn. 88 kesên din jî birîndar bûn, ji wan 31 zarok û 2 jin bûn.
Di nava meha Nîsanê de 67 birîndar û kuştî hatin belgekirin
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî di heyama 16 rojan de, 67 birîndar û kuştiyên van bermahiyan hatin belgekirin ku di nava wan de 11 zarok bûn.
Serjmariya qurbaniyên teqandina bermahiyên şer li Sûriyê
Li herêmên desthilata Şamê: 19 kuştî ku 7 jê zarok in, herwiha 36 sivîl birîndar bûn, ji wan jî 11 zarok bû.
Li deverên di bin kontrola komên girêdayî dagirkeriya Tirk de: 7 sivîl birîndar bûn.
Li herêma Rêveberiya Xweser: Welatiyek û zarokek hatin kuştin, 3 zarok jî birîndar bûn.
– Di 1’ê Nîsanê de 6 kes li bajarokê Ebû Qelel a gundewarê Minbicê birîndar bûn.
-Di 2’ Nîsanê de 4 kes li gundewarê Rojhilatê Himsê birîndar bûn.
-Di 3’ê Nîsanê de sivîlek bi giranî li daristanên li derdor gundê El-enkar yê gundewarê Hema yê, sivîlekî din jî li gundê Enbah yê Rojava Heqil Elsewra yê gundewarê Rojavayê Reqayê birîndar bibûn. Di rûdan bûyereke din de zarokeke bi temenê 12 salî li Belke Telmins a gundewarê Idlib jiyana xwe ji dest da. Sivîleke din li Kfrinibil a gundewarê Idlibê bi giranî birîndar bibû. Herwiha 3 kes ji malbatekê li Başûrê Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî li navçeya El-Şola ya Başûrê Dêra Zorê birîndar bûn.
-Di 5’ê Nîsanê sivîlek li gundê Fehîl ê Başûrê bajarokê Sincar a gundewarê Idilbê jiyana xwe ji dest da. 4 sivîl jî li Başûrê Hemayê birîndar bû, di bûyereke din jî sivîlek li gundewarê Hemayê jiyana xwe ji dest da.
-Di 6’ê Nîsanê de sivîlek li gundewarê Dêra Zorê jiyana xwe ji dest da.
Di 7’ê Nîsanê de zarokek ji ber teqîna mayînekê di hundir mala xwe li Idlibê, zarokekî din jî li gundewarê Rojavayê Idilibê birîndar bû. Zarokekî din jî li Başûr Idilibê birîndar bibû. 2 kes jî li çola El-qoriye ya gundewarê Dêra Zorê ya girêdayî Hikûmeta Şamê birîndar bibûn.
-Di 9’ê Nîsanê de 2 sivîl li bajarokê Mearet El-neisan a gundewarê Idilibê, sivîlekî din jî li çola El-qoriye ya gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê birîndar bibûn. Li gundê El-kerame ya Başûrê Hesekê jî zaroke birîndar û yek jî jiyana xwe ji dest da. Li gundê Hisêniyê yê Bakurê Dêra Zorê sivîlek jiyana xwe ji dest da.
-Di 10’ê Nîsanê de sivîlek li gundewarê Başûrê Reqayê jiyana xwe ji dest da. Herwiha sivîleke din li gundê El-haco ya nêzî riya M4 li Bakurê Reqayê birîndar bibû.
-Di 11’ê Nîsanê de sivîlek li gundewarê Idilibê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bibû. 2 sivîl jî ku yek jê li bajarokê Hemîme ya çola Dêra Zorê yê din jî li nêzî nexweşxaneya Dil a bajarê Dêra Zorê birîndar bû. Sivîlekî din jî li bajarokê El-Teybe yê Rojhilatê gundewarê Himsê birîndar bû. Herwiha li Rojhilatê Reqayê sivîlek birîndar bû û yek jî jiyana xwe ji dest da.
-Di 12’ê Nîsanê de sivîlek li nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê jiyana xwe ji dest da.
-Di 13’ê Nîsanê de li gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê 2 zarok û di bûyereke din de jî 2 zarok din li ser riya gundewarekî Rojhilatê Idilibê bi giranî birîndar bibûn.
-Di 14’ê Nîsanê de li bajarokê Ciba ya gundewarê Qinêtra zarokekî ku di 7’ê Nîsanê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Herwiha zarokeke din a gundewarê Hemayê jiyana xwe ji dest da. Li Başûrê Idilibê jî 5 zarok birîndar bibûn.
-Di 15’ê Nîsanê de li nêzî bajarokê Tesîl yê Rojavayê Derayê 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan ji wan 3 zarok bûn. Herwiha li Rojavayê Dêraz Zorê sivîlek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bibû.
-Di 16’ê Nîsanê de li gundê El-Dibşiyê yê Rojhilatê gundewarê Idlibê zarokeke jiyan xwe ji dest da.