Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Yekrêzî û Yekhelewsta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

26/04/2025
in NÛÇE
A A
Konferansa Yekrêzî û Yekhelewsta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Ji bo avakirina yekîtî û yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê kar û xebateke bêhempa tê meşandin. Li ser wê bingehê îro 26’ê Nîsana 2025’an Konferansa ‘Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê’ li bajarê Qamişlo li bexçê Azadî hat lidarxistin.

Di demijmêrên siharê de, bi rêzgirtin û xwendina sirûda netewî konferans hat destpêkirin. Hemû partî û dezgehên siyasî yên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û şandeyên her çar beşên Kurdistanê, ragihandin û kesayetên serbixwe, Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, şêwermendê Mesûd Barzanî, Hemîd Derbendîxan û gelek kesayetên navdar jî, di konferansê de amadebûn. Di dîwana konferansê  de li ser navê Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed, li ser navê PYD’ê Perwîn Yusîf û li ser navê ENKS’ê jî Mihemed Ismaîl jî cîh digirtin. Di konferansê de peyamên yekrêzî û yekîtiyê hat dayin. Piştî axaftinan bername ji ragihandinê re girtî hate berdewam kirin.

Di konferansê de li ser navê dîwanê ji Ilham Ehmed axaftina vekirina bernameya konferansê hat kirin.

Axaftina konferansê ji aliyê fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî hat kirin û wiha got “Ev konferans bi saya têkoşîna hezaran salan pêk hat. Ji ber piştevanî û alîkariya wan ji bona serokê herêma Federal ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, birayê me yên Silêmaniyê birêz Bafil Telebanî û di heman demê de avakarê azadiye û yekîtiya Kurdan Rêber Abdullah Ocalan re Spas dikin. Ev yekîtî diyarî têkoşîn û berxwedaniya wan e. Em dubare beşdarvanan silav dikin û spasiya wan dikin.”

Piştre nûnerê PDK’ê li Sûriyê Hemîd Derbendî axaftin kir û hemû beşdarvanên konferansê silav kir û wiha got: “Çareserî nîqaş û goftugoyan pêkan e. Em hemû aliyên ku piştevanî piştgirîya xwe ji bona konferansê dan nîşandan û em silav dikin.”

Piştre nameya KCK’ê ji bona konferansê ji aliyê Endama Desteya Rêveber ya PYD’ê Foza Yûsif ve hate xwendin û têde hate gotin: “Em ji her aliyê konferansê de, deyndarê têkoşîna salan ya Rêber Abdullah Ocalan in.  Ji ber vê yekê em niha hatine li cem hev. Em dîsa jî spasiya xwe ji bona hemû beşdaran dikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.