Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevpeymana Civakî hîmê azadiya jin û wekheviya zayendî ye

27/04/2025
in JIN
A A
Hevpeymana Civakî hîmê azadiya jin û wekheviya zayendî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevpeymana Civakî ya ku di sala 2023’an de hatibû îmzekirin, di nav xwe de ji bo jinan gelek xalên girîng dihewîne, ya balkêş jî ku wekheviya her du zayendan kirye bingeh.  Herwiha di sazûmaniya giştî de avakirina rêxistinên xweser ji bo jinan misoger kiriye.  Lewra pêkanîna vê hevpeymanê li Sûriyê giştî demokrasiya hemû pêkhateyan û azadiya jinê misoger dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an de bi tevlêbûna hemû pêkhateyan û 158 delegeyan, Hevpeymana Civakî hat îmzekirin. Bi vê hevpeymanê, dê hemû pêkhateyên netew û baweriyan xwedî heman maf bin. Hevpeymana Civakî di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat îmzekirin. Di Hevpeymanê de tekezî li ser rola jin hatibû kirin. Herwiha hevpeyman xwe dispêre azadiya jinê, lewra pêwîst e cihê jinê di vê hevpeymanê de xurt û parastî be.

Îradeya jina azad bingeha azadî û demokrasiyê ye

Di hevpeymanê de ji bo jinan gelek xalên balkêş û girîng hene, ji wan 10 madeyên hevpeymanê ku têkildarî berpirsyarî û mafên jinan e û ew made jî ev in: (13, 14, 15, 16, 17, 29, 30, 31, 82 û 76).  Ne tenê çend made, aliyê teorî yê hevpeymanê bi gelemperî xwe dispêre azadiya jinê. Ji ber ku li ser hîmê rêxistin û hevpeymana di navbera gelên civaka demokratîk, polîtîk û exlaqî de hatiye nivîsandin. Ev 5 hezar sal in hişmendiya civakê li ser hîmên navendîbûnê ango desthildariya mêr hatiye avakirin. Ev jî li ser rêgeza koledarî û teslîmgirtina jinê pêk tê. Bi pêşketina sîstema navendî re wekheviya di navbera jin û zilam, xweza û mirov, herwiha di navbera mirovan bi xwe de jî hatiye rakirin. Têkiliyek li ser hîmê milkbûnê pêş ket û çanda komînal hêdî hêdî ji holê radibû. Lê eger em bixwazin îradeyek azad a ferdên civakekê derxînî û wekheviyê pêk bînî, wê demê îradeya jina azad bêguman divê bê parastin. Ev jî bingeha azadî û demokrasiyê ye. Ji ber eger jin azad nebe civak azad nabe, civak azad nebe wekhevî çênabe, wekhevî nebe jî sîstemek demokratîk misoger nabe.

Madeya 14 tevlîbûna wekhev a herdu zayendan

Madeyên hevpeymanê xwe dispêrin pîvana temsîl û tevlîbûna wekhev a herdu zayendan. Ev jî bi riya hevserokatiyê pêk tê (Madeya 14). Bi vî rengî di sazûmaniya biniya wê de jî wekhevî tê parastin.

Di nava vê sîstemê de jî, ji bo jinan bi awayekî xweser sazûmaniyeke rêxistinî tê avakirin ku ev jî dibe temînata hemû jinan. Lewre li rex tevlîbûna wekhev, hevpeyman maf dide jinan ku rêxistina xwe ava bikin û sîstema xwe ya xweser di hundirê sîstema giştî de diyar bike. Ango di biryarên xwe de serbixwe bin. (Madeya 14)

Di vê navberê de pareke cûda ji sazî û rêxistinên jinan re tê destnîşankirin. Ango li rex wê parê jî ji bo pêkhateyan, para xweser a jinan ku tevgerên jinan ên azad diyar bikin jî heye.

Madeya 30 jin di hemû qadan de bibe xwedî cih

Herwiha jin dikarin di hemû qadên jiyanê yên siyasî, civakî, çandî, perwerde, aborî û hwd… de cih bigirin û xwe temsîl bikin. (Madeya 30)

Madeya 82 mafê jinan heye ku di hemû saziyên dada civakî de cih bigre  

Mijara din a girîng jî cihê jinan ê di sîstema dada civakî de ye. Li gorî hevpeymanê mafê jinan heye ku di hemû saziyên dada civakî de bi temsîl û tevlîbûna wekhev cih bigirin. Di heman demê de mekanîzmeya xwe ya dadê ya xweser ava bikin. Di vê çarçoveyê de têkildrî dozên girêdayî jinan, mekanîzmeya jinan a di dadgehê de biryar digire. Ev ji komîteyên lihevanînê û malên jinan dest pê dike û heya giştî dadgehan belav dibe. (Madeya 82)

Madeya 13

Di aliyê aborî de jî nêzîkahiya ku bi cave “mal-tişt” li jinan dinêre, wekî sûc hatiye binavkirin. (Madeya 13).

Madeya 17

Di nava malbatê de jî li ser rêgezên hevpariya jiyanê jin xwedî îradeyek azad e (Made 17).

Madeya 29

Dîsa tundiya li hemberî jinê û ferzkirina cûdahiya neyînî di navbera herdu zayendan de, sûcekî ku qanûn hesaba wê dipirse ye. (Madeya 29)

Sedemên destnîşankirina parên ji bû jinan di Hevpeymana Civakî de

Sedemên vê veqetandinê yên sereke dîrokî ne. Jin bi awayekî gelemperî di nava civakê de ne rêxistinkirî ne. Jinên bê rêxistin jî her çiqasî weke ferd di nava sîstemê de hebin jî, lê ji ber ku ne rêxistinkirî ne, ew ê tenê weke hejmar li ser jin bê hesibandin û tu rola wan di têkoşîna zayendî ya azadiya jinê de nebe. Lewre di temsîliyeta wekhev de, di nava temsîla jinan bixwe de jî wê kotayek ji bo jinên ku baweriya xwe bi azadiya jinê tînin bê veqetandin. Bi vî rengî tê hedefkirin ku jin pêşengiyê bikin û mafên jin biparêzin. Jina azad weke xetere li ser hişmendiya heyî tê dîtin, lewre di nava giştî de piranî jinên ku nikarin qale mafan bikin, herwiha mafên xwe û jinên din biparêzin tên hilbijartin.

Mînaka vê yekê jî gelek caran hatiye dîtin. Jin heya asta serokên dewletan jî derketine, lê bûne amûrên şerên mezin, kuştin, wêranî û tundiya li ser jinan bixwe. Lewre tedbîra vê yekê, kotaya tevgerên azadiya jin û ciwanan hatiye destnîşankirin.

Hevpeymana Civakî di sazûmaniya giştî de avakirina rêxistinên xweser ji bo jinan misoger kiriye

Pîvan e ku jinên sîstema federasyona demokratîk ji qada xweser diçin nava qada giştî. Yanî eger li gundek, bajarek an jî herêmekê hilbijartin çêbibin, wê lîsteya navan hebin. Wê demê hemû tevgerên jinan bi nasname, ol, netewe û hwd… kom dibin namzetên xwe derdixin, paşê pêşkêşî qada giştî dikin. Dibe ku jinên serbixwe jî hebin, lê ya bingeh ew e ku tevgerên jinan lîsteya namzetên jin derdixînin. Ev jî dihêle ku jin xwe li derveyî tevgerên jinan nebînin. Herwiha hemû biryarên derheqê jinan de, ji aliyê sazûmaniya xweser ve tên girtin. Mînak dema di herêmek, di desteyek an jî komîteyekê de cihê jinekê bê guhertin, jinek ji erk bê girtin an jî jinek tevlî xebatê bibe, wê demê ancax meclis, deste yan jî rêveberiya herêmê vê yekê ji sazûmaniya jinan re pêşniyar dike. Rêxistina jinan bi xwe jî biryara vê yekê dide. (Madeya 31) Ji xwe li gorî madeya 76’an jî desteya azadiya jinê jî hatiye diyarkirin. Wekî encam dikarim bêjim ku cihê jinan di vê hevpeymana civakî de xurt û parastî ye. Di hin mijaran de jî weke rêgezên giştî, maf an jî hikmên giştî hatine destnîşankirin.

Hevpeymana Civakî ji bo jinên giştî Sûriyê azadiyê misoger dike

Di roja îro de bi kirîzên ku Rojhilata Navîn û geşedanên ku li Sûriyê rû didin, Hevpeymana Civakî ya giştî, hem jî xal û madeyên girêdayî jin dikare bibe cihê çareseriya hemû aloziyan. Herwiha madeyên girêdayî jin ji bo jinên giştî Sûriyê azadiyê misoger dike. Da ku hişmendiya bi hezarên salan xwe li ser jinê dûbare neke, pêwîstiyeke mezin a pêkanîna Hevpeymana Civakî ji bo giştî Sûriyê û Rojhilata Navîn heye. Ev yek jî bi guhertina hişmendî, rêxistinkirina jin û civakê û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk heye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.