Rojnameya Ronahî

NIHA DEM HATIYE KU LI DIJÎ TİRKIYÊ ÇALAKTIR BIN

Zekî Berdan

 

Tirkiye dê yek ji hilbijartinên herî xeternak ên di dîroka komarê de pêk bîne. Dê encamên hilbijartinê hem Tirkiyê, hem jî welatên cîran bandor bike. Her ku çû Erdogan pergala yekzilamiyê ava kir. Welat xist nava pencên faşîzmê. Eger vê hilbijartinê qezenç bike dê faşîzm bi giştî bibe serwer. Ev tê wê wateyê ku dê dagirkerî û êrîş li axa Sûriye û Iraqê jî bidome. Ji ber ku kampaniya hilbijartinê li ser dijminahiya Kurd û milîtarîzmê dimeşîne.

Erdogan di çêbûna şerê navxweyî yê Sûriyê, kuştina bi hezaran kest û hilweşîna welat de rolek sereke lîst. Niha jî dibêje rêveberiya Şamê were em hevdîtinan çêbikin. Lê qet qala dawîlêanîna dagirkeriyê nake. Di rojên beriya niha de Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglu got “Em mercê vekişîna leşkerên xwe napejirînin”. Piştî wê berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin dîsa bi awayek vekirî diyar kir ku dê ew ê êrîşên leşkerî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin. Di hevdîtinên bi Sûriyê re diyar kir ku hêviya wan “Parastina sînor û ewlehiya Tirkiyê ye, xilaskirina terorê û vegerandina penaberên Sûriyê ye”.     

Eger Tirkiyê sînorên xwe biparêz e, pêwîstî bi dagirkirina Sûriyê tune ye. Dê artêşa xwe bikşîne hindirê sînorê xwe, bi dilê xwe welat û sînorê xwe biparêz e. Ji bo vê pêwîstî pê tune ku axa Sûriyê dagir bike, nîjadan tune bike, artêş û hikumetên alternatîf ava bike û belavî derdorê xwe bike. Kurd û vebijarka demokratîk a li Sûriyê ji holê rakirin, rêveberiya xweser ji holê rakirin çawa dibe têkoşîna li dijî terorê? Ev pratîk bi xwe tê wateya belavkirina terorê li cîranan. Hem jî, El- Nûsra û çeteyên li dora wê ku tevahî cîhan weke terorê bi nav dike ji aliyê Tirkiyê ve tê parastin, Tirkiye wan diparêz e. Li herêmên dagirkirî, DAIŞ jî di nav de her çeteyên ku kapê xwe qetandî cirîd diavêjin. Tirkiyê ji van çeteyan re sîwana parastinê ava dike. Wan perwerde dike û piştgiriya aborî dide.

Îro li Sûriyê hêza herî êrîşkar û xwînê dirjîne Tirkiyê bi xwe ye. Bi SÎHA’yan û sîwqastan qetilkirina mirovan bûye karê wan ê rojane, bênavber gund tên bombebarankirin. Alozî û kaosê ava dike, îstiqrarê xirab dike û dixwaze bi vî awayî herêmê vale bike. Çete şandine ser serê gel, talan û wêrankarî bûye şêweyê jiyana wan. Ew bi xwe van tiştan dike û qaşo li Sûriyê li dijî terorê disekine! Kes Tirkiyê li Sûriyê naxwaze, kesê ew venexwendiye. Ji bo herêmên dagirkirî bixe nava sînorên xwe amedekariyan didomînin. Çawa ku Hatay ji Sûriyê qut kirin û tevlî axa Tirkiyê kirin, niha heman tiştî li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî jî dike. Eger hikumeta Sûriyê jî weke Qibrisê dema axa wê di bin dagirkeriyê de be li ser masê rûnê, derxistina Tirkiyê dê ne gengaz be. Madem hewl dide têkiliyên xwe bi dewletên Ereb re sererast bike, wê demê pêwîste piştgiriya wan jî bigre û zextê bike ku Tirkiyê ji axa xwe derxe. Erdogan ketiye tengasiyê. 21 sale welat bi rê ve dibe. Ne di şer de bi ser ket, ne jî li Sûriyê gihişt armancên xwe. Armanca wî ew bû, bi destê Îxwanî û hêzên din rêveberiya Beşar Esad hilweşîne û wan çeteyan bîne ser desthilatê. Heman demê de Kurdan di qirkirinê re derbas bike û ji holê rabike. Di van herdû armancên xwe de jî bi ser neket. Ji derveyî vê, niha penaberên Sûriyê li Tirkiyê di armanca herkesî de ne. Erdogan ew weke hêza kar a erzan bikar anîn. Li dijî Ewropayê veguherand çekek ê û li ser pişta wan bi milyaran Euro stand. Di heman demê de ji bo çeteyên di destê xwe de leşker ji nava penaberan derxist. Li gel vê jî niha penaber li lingê wan aliyane. 

Sedema evqas israra ji bo hevdîtina bi Esad re, ne aştiya li Sûriyê û pêçana birîna gel e. Dixwaze bi Esad re lihev bike, dest bi pêvajoyek nû ya xwînrij bike û xwe ji penaberan xilas bike. Di bernameya hevdîtinên wan de ji Sûriyê re tiştek xêr nîne. Ew bi xwe jî tînin ziman. Dê ewlehî û sînorên xwe biparêz in, ji penaberan xilas bibin û bi hev re Kurdan biqelînin. Armanc û niyeta wan evqas zelal e.

Gelên Sûriyê neçarin li hember dagirkerî û êrîşkariyê hişyar bin. Ji sala 2011’an ve berdêlek giran hat dayîn. Hîn jî çareseriyek ku xwe dispêre aştî û demokrasiyê li holê tune ye. Di vî alî de pêwîste gelên Sûriyê bi daxwazên demokratîk vîna xwe danin holê. Divê bibin yek, birêxistin bibin û ji bo qewtandina dagirkeran dengê xwe bilind bikin.