Rojnameya Ronahî

“ARMANCA DORPÊÇÊ TÊKBIRINA VÎNA GEL E”

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Luqman Jaro diyar kir ku armanc ji dorpêça ku ji aliyê Hikûmeta Şamê ve li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba hatiye ferzkirin, têkbirina vîna gel  û pirojeya Newteweya Demokratîk e.

Norşîn Sîno\ Qamişlo

Di 18`ê Adara 2018`an ve, dema dewleta Tirk ya dagirker herêma Efrîn dagirkir, bi hezaran şêneyên herêma Efrîn koçberî Şehba , Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî Bejarê Helebê bûn. Ji wê demê ve û heta niha, hikûmeta şamê li ser herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  dorpêçeke giran feriz kiriye. Hikumeta Şamê nahêle ku sotemenî, madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê derbasî herêman bibin û ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkên jiyanê.

Derbarê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehba û taxên Şêxmiqsûd û Eşrefiyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Heleb ê , Luqman Jaro ji me re axivî

‘Armanca tecrîdê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e’

Luqman Jaro diyar kir ku armanca ji dorpêça girankirî li ser Şehba û taxên Şêxmiqsûd û Eşrefiyê hatiye ferzkirin, lawazkirina Rêvberiya Xweser e û wiha domand: “Ev dorpêça ku ji aliyê Hikûmeta şamê li ser xelkên herêma Şehba , taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye ferzkirin, ne ji roja îro de ye. Ji dema dewleta tirk ya dagirker herêma Efrîn dagirkir , hikûmeta Şamê ev siyaset meşand,armanaca wê ji vê siyasetê jî, lawazkirina Rêvberiya Xweser û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.”

’Hikumeta Şamê hewil dide ji nû ve desthilatdariya xwe feriz bike’

Luqman dazanîn ku hikumeta Şamê dixwaze bi rêya dorpêça li ser herêma Şehba , taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, planên xwe yên ferzkirina desthilatdariya xwe ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne û wiha domand: “Hikumeta Şamê dixwaze bi dorpêçkirina Şehba û taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, planên xwe yên ferzkirina desthilatdariya xwe ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne, herwiha hewil dide ku Rêvberiya Xweser lawaz bike. Bi taybet jî piştî hevdîtinên hikûmeta Şamê û Turkiyê ku bi  serpereştiya Rûsiya pêk hat, hikumeta Şamê dorpêç girantir kir.”

‘Hikumeta Şamê dixwaze bi riya dorpêçê siyasetên xwe bimeşîne’

Luqman Jaro destnîşankir ku Turkiyê û Sûriyê dixwazin baweriyê di navbera xwe de li ser hesabê gelê kurd vegerînin: ” Ji ber ku di dema dawî de alozî di navbera hikûmeta şamê û Turkiyê de  bi sedema pişgiriya dewleta tirk ji çekdaran re derketibûn baweriya hikûmeta şamê bi turkiyê nema dihat herwiha di heman demê de jî baweriya Turkiyê bi Hikûmeta Şamê nema dihat ji ber aloziya di navbera wan de , ji bo vê yekê bi armanca dijminatiya kurdan dixwazin aloziyan di navbera xwe de çareserî bikin.”

‘Bi siyasetên qirêj nikarin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin

Jaro tekez kir ku Turkiyê û Sûriyê bi siyasetên xew nikarin Rêveberiya Xweswe têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Turkiyê û Hikûmeta Şamê bi siyasetên xwe yên qirêj nikarin pirojeya me ya Rêveberiya Xweser têk bibin ,ji ber ku projeya Rêveberiya xweser li ser erdê hatiye meşandin xwedî bingeh û hêz e”

‘Aramanca dorpêçê tunekirina gelê kurd e

Luqman Jaro anîziman ku yek ji armancên dorpêça li ser Şêxmeqsûd , Eşrefiyê û Şehba ewe ku gelê kurd tune bikin û wiha got: “Bi sedema dorpêçê rewşa kurdên li Şêxmeqsûd ,Eşrefiyê Şehba pir xirabe ,hertişt bihayê ji ber wê dixwazin wek ku li kurdên Efrîn kirin li Şehba jî bikin ,lê bi şêwazekî din. Ew nikarin îradeya kurdan bişkînin , ev jî bi daxwaza Rûsiya ye ji bo hedefa dewleta Turk û hikumeta Şamê yek be di tunekirina gelê kurd de û li ser vî esasî li hev bikin.”

‘Îradeya gelê kurd wê siyasetên wan têk bibe 

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Luqman Jaro daxwaz ji gelê kurd yên li Şêxmeqsûd ,Eşrefiyê û Şehba kir ku Îradeya xwe neşkînin herwiha xwe bi rêxistin bikin , ji bo karibin siyaseta qirêj ya dijminan têkbibin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji ber ku ne Saziyên mafê mirovan û ne jî Dewletên Navnetewî bangên me bi cih tînin , em bangê li gelê xwe yê Şêxmeqsûd ,Eşrefiyê ,Şehba dikin ku xwedî îradebin û bila tu hêz nikaribe îradeya we bişkîne , herwiha xwehebûna xwe bidin berçan û li ser wê têkoşînê û berxwedanê bikin da ku em karibin siyasetên qirêj yên ji her alî li ser me dimeşe , têkbibin,”