Navenda Nûçeyan
Rojnemevanên kurd diyar kirin ku ji destpêka damezrandina yekem rojnameya Kurdî û heta niha, zehmetî û astengiyên li pêşiya rojnamegeriya Kurdî bi dawî nebûn e û gotin: “Li beramberî tevahiya zehmetiyan jî, rojnamegeriya kurdî gelek destkeftiyên mezin bidest xist û meşa li ser şopa rastiyê domand.”
Di 22’ê Nîsana 1898’an de, Rojnameya Kurdistan ji aliyê Miqdad Mithad Bedîrxan ve li paytexta Misirê Qahîrayê hat derxistin. Ji ber ev rojname ya yekemîn di dîroka çapemeniya Kurdî de bû, roja derketina wê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hat ragihandin. Rojnameya “Kurdistan” tevî hemû derfetên kêm û zextên wê demê, bi 31 hejmaran ji Rojnamegeriya Kurdî re bû bingeh.
Piştî Rojnameya Kurdistan, gelek Kovar û rojnameyên weke Jiyan, Hawar, Jîn, Ronahî, Gelawêj û gelekên din li ser rêka Kurdistan hatin weşandin.Ji gavên herî mezin di dîroka rojnamegriya Kurdî de jî, weşangeriya Med TV hebû.Med TV, sala 1995’an li Belçîkayê dest bi weşana Kurdî kir.
Sedema weşana wê li derveyî welat, mîna ya rojnameya Kurdistan, zext û zordariya dagirkerên Kurdistanê bû. Zext û binpêkirinên di wê demê de bi dawî nebûn û heya roja îroj li ser rojnamegerî û rojnamevanên Kurd dewam dikin. Ji wê demê heta niha, gelek gav di çapemeniya Kurdî de hatine avêtin, ku bi dehan ronjame,ajans, malper û televziyon bi zimanê Kurdî weşanê dikin. Di vê rêyê de jî, rêya şopandina rastî û derxistina wê de, gelek kesan canê xwe feda kir û bûn şehîdên ragihandina rastiyê.
Derbarê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, Hevserokê Ragehandina Azad Dilyar Cizîrî ji me re axivî .
’Ji xebatên ragehandinê re zemîneke mezin hat avakirin’
Dilyar Cizîrî diyar derbarê rewşa rojnamegeriyê li Kurdistanê wioha got: “Li Bakurê Kurdistnê hikûmeta AKP/MHP’ê bi dehan saziyên ragihandinê yên bi kurdî weşan dikirin girtin, hejmarek zêde ya rojnamevanan di girtîgehan de têne cezakirin. Lê tevî wê rewşa zor û zehmet jî îro bi hezaran xebatên çapemeniya azad di şert û mercên herî dijwar de li dijî hemû siyasetên inkar û tunekirinê li ber xwe didin û xebatên xwe didomînin. Li Rojhilatê Kurdistan jî, tevî hemû şert û mercên dijwar jî çalakvan û xebatkarên çapemeniyê yên di şert û mercên herî dijwar de kar dikin, karîbûn dengê Serhildanên Jin jiyan azadî bi hemû raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Li Başûrê Kurdistanê jî kar û xebatên ragihandina azad jî li wir bengehekî xwe yê mezin saz kiriye. Li Rojava jî di dema şoreşê de zemînek mezin ji xebatên ragihandinê li herêmê hate avakirin. Ev zemîn di encama tekoşîneke mezin a xelkên herêmê de pêk hat.”
Dilyar da zanîn ku heger niha di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêzî zêdeyî 125 sazî û dezgehên ragihandinê yên herêmê û navdewletî dixebitin û di van saziyan de nêzî hezar û 700 kes dixebitin, ev ne ji valatiyê hatiye, lê ew encama tekoşîna û fedekariya bi dehan şehîdên ragihandinê ye.
Hevserokê Yekîtiya Ragehandina Azad Dilyar Cizîrî da xuyakirin ku Ragihandina Azad di piratîka şoreşê de ji bê derfetî destpê kir û gavên herî mezin hatin avêtin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ragihandina azad karibe di demên pêş de jî erka xwe pêk bîne, pêwîstî bi pêşxistina pîşeyî ya ragihandinê heye. Ew jî bi sûdwergirtina ji ezmûna salên derbasbûyî û vekirina zemînên pêşxistinê. Niha di zanîngehên herêmê de beşên ragihandinê hatine vekirin û bi dehan xwendekar di wir de têne perwedekirin. Di heman demê de sazî û dezgehên hatine vekirin, cihehî guncaw ê perwedekirin û afirandinê ye. Ev derfet berê tune bû. Ê me piratîka karê ji me re bû hêmanê bingehîn ê perwedeyê. Niha zemîn ava bûye û bingeha wê hatiye danîn.”
Di haman çarçoveyê de Edîtora Giştî ya Beşê Erebî ya Rojnameya me Ronahî
derbarê Rola jinê di rojnamegeriyê de wiha got: “Wekî tevahiya aliyên din yên jiyanê, xebatên ragihandinê li ser Kurdan li Kurdistanê qedex bû, ji xwe bêşê ku herî zêde tundî li ser dihat meşandin jî, jin bû, ev yek jî hişt ku jin ji xebatên ragihandinê dûr bike ve Lê piştî Şoerşa Rojava pêvajoyeke nû ji jinan re dest pê kir. Ragihandina jin di Kurdistanê de karektêra jin di ragihandinê de guhert, him ji aliyê weşan û zimanê jin ve û him jî ji aliyê rola jin di civakê de bi taybet pîştî avakirina navenda ragihandina jin pişt re avakirina yektiya ragihandina jin. Jin di vî derbarî de roleke mezin lîst, herwiha di çareserkirina pirsgirêkên jinan û parastina wan ji tundiyê û derxistina rastiya Şoreşa Rojava, rola ragehandina jin serekebû.”
’Divê nifşên nû di xizmeta civak û doza gelê kurd de bin’
Derbarê Heman mijarê de edîtorê Ajansa HAWAR’ê Ehmed Hîmo ji me re axivî diyar kir ku piştî lidarketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo danasîna vê şoreşê kar û xebatekî pir mezin hat kirin, li Rojavayê Kurdistanê yekem car Rojnameya Ronahî , yekem radiyo Dengê Cûdî hatin vekirin û wiha domand: “Li gêleka wê hêdî hêdî ji bo ku rastiya şoreşê û civakê li tevahiya cîhanê bê belavkirin, Ajans jî hatin vekirin , yek ji wan jî Ajansa Hawar e ku roleke wê ya ber bi çav heye. Nifşekî pir mezin ji ciwanên kurdan kar û xebatên ragehandinê li Kurdistan û cîhanê didin meşandin. Divê ev nifş di xizmeta civak û doza gelê Kurd de bin , xwe berpirsyarê pêşketina ragehandina kurdî bibînin. Di baweriya min de pêşeroja ragehandina kurdî wê geştir û xurtir bibe.”





