Rojnameya Ronahî

AKP`Ê RASTIYA PÎSKOPATEKÎ DÎKTATOR E

Idrîs Henan

Bi salan e pîskopatê Tirkiyê li pey hewlên pêlîstinên bi orjînên dîrokî, cografî û civakî ye ku bi hêza xwe ya azweriyên nepenî û çilekiyên nijadî, tivîkirinên kujer li herêmê ferz dike. Ji ber vê jî; kirîza li herêmê di kesayeta Sûriyê de deriyê herî guncaw ê destwerdanê û toleranseke dejenerekirina orjînên heyî bû.

Pêvajoya bi salan dirêj kiriye, çendîn destketiyên wî pîskopatî hebûn jî, him demkî bûn û him jî têra zirbaviya yapiya dixwaze ava bike nekirin. Her çendî bi dînamîkên destwerdana li herêmê û otorîteyên derdor ên netew dewlet re li hev kiribe jî, dîsa nedikarî bi daneserheva destpotiya desthilatdariyê, potansiyal û erdembûna orjînên li herêmê têk bibe. Dibe ku heya radeyekê qir kiribe, talan kiribe, îmha kiribe û dizî be, lê ji ber ku heyînek çelûxwar ê biyanî ye, nikare li hemberî reseniya çandî ya gelên herêmê, heya dawiyê, xwe rabigre û tişta dixwaze pêk bîne. Ji ber vê jî; çiqas nav û pênaseyên sosret li xwe kiribin jî, ev yek rastiya cewherê wî pîskopatê serdema nûjen diteyisîne. Di zîrweya nexweşiyên wî de fobyaya xwekêmdîtina resenî heye. Ji lew re, çi erêniyên hene talan dike, xesib dike, desteser dike û li dijî gelên herêmê û welatên cîran bi kîn û nefret dijminatiyên nijadî diafirîne. Ji aliyê hundir ve, sazîbûna civakî têk dibe û hêza paralel a homojenkirî bi cih dike û vediguhere kaniya pirsgirêkên egoîst ku hemû zindiyan bi tunebûnê re rû bi rû dihêle. Êrişî nûnerên gel û pêşnegên demokrasiyê dike û di bin îzoleyên şidandî de radigire.

Rastiya pîskopatekî dîktator ew e ku; li cihê lê iktîdar be, ti wateya zagon û hiqûqê namîne. Mesele keyfî bi rêbazên şîdetê birêvebirin e. Gotina destpêkê û ya talî jî ya vê rengê hegemoniya ferdê feudal e. Di qadeke wisa teng de, nêzîkatiyên otorîter serwer dibin û yapiya sînacên takekesiya baviksalarî bilindtir dibin. Ti wateya diyardeyên exlaqî namîne û her tişt bi hesab û kîtab dibe ku tişta herî erzan di wê bazarê de mirov û mirovatî ne.

Pîskopatê Enqerê hewl dide bi van kiryarên xwe li herêmê çandeke kulek ava bike û mîrateya jiyana hevbeş a li herêmê bi kok bûye ji nav bibe. Ji ber vê jî; her cihê dagir kiriye, talan dike û dijatiya dar, ax, sererd û binerda wê dike. Diqelîne û ji kokê ve hildiqetîne. Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû deverên hatine dagirkirin mînakên berbiçav ên wan sûcên dermirovî ne.

Ji bo ku rê li ber hişmendiyeke wisa nexweş a pîskopatê AKP were girtin, pêwîstî bi destwerdaneke demokratîk û lidarxistina maseyek nû ya itîfaqa gelan heye. Çi mekanîzmeyên birêveberiya gel rewa bikin, lazime di van hilbijartinên pêşiya me yên 14 Gulanê de werin bikaranîn. Her wiha çi sînor û qewaqên ezbeniya hundir û derve jî hebin, werin rûxandin û ji nû ve sifreya gel a bi pêşengiya paradîgmaya li Îmralî li ber xwe dide, were danîn û maseyên itîfaqa ked û demokrasiyê li tevayiya Tirkiyê, Kurdistan û herêmê şênber bibin.