Rojnameya Ronahî

HEDEFÊN HİLBİJARTİNA 2023’YAN

Farûk Sakik

 

Di van hilbijartinan de hin hedefên stratejîk hene û hin hedefên demî hene. Ji bo kurdan her tim hilbijartin, parçeyek têkoşîna ji bo azadiya Kurdistan e.

Di sala 1991’an de bi pêvajoya HEP’ê ji bo kurdan pêvajoyeke nû bû. Hetanê wê demê di partiyên cuda de siyaset dimeşandin.

Di salên 90’î de êdî dema serhildanan bû û gerîla li her deverî dest bi çalakiyan kiribû. Rêber Apo êdî xwedî paradigmayeke nû bû, behsa komara demokratîk dikir. Digot; Ne bi tenê li Kurdistanê divê li her deverên Tirkiyê siyaseta demokratîk bikeve meriyetê.

Piştî demekî partiya ku Kurdan lê siyaset dimeşandin, eniyeke nû ya demokrasiyê avakirin. Hemû şoreşger, çepgir, demokrat, ol û baweriyên cuda û gelên li Tirkiyê dijîn, di nav vê ‘eniya demokrasiyê’ de cîh girtin.

Bi hêzbûn û di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de di siyaseta Tirkiyê de paradîgmaya Ocalan dane erêkirin. Li her deverên Tirkiyê tevlîbûnek û erêkirina vê paradîgmayê hebû.

Erdoganê ku di wê hilbijartinê de têk çûbû, bi dewleta esas û xwediyê plana qirkirina kurdan re, sefera li dijî kurdan da destpêkirin.  Faşîzm li Tirkiyê û li Kurdistan derket lûtkeyê.

Pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê dest pê kir. Dawiya dawî, Partiya Çepên Kesk-Yeşîl Sol Partî  jî lîsteya xwe ya namzetên parlamenteriyê radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind-YSK kir. Di her hilbijartinê de li ser îtirazên li lîsteyan nîqaşên berfireh têne kirin, dîsa hene. Bi taybet namzetiya 2 rojnamevanên wek Hasan Cemal û Cengîz Çandar li navendek veşartî bizanebûn tên meşandin.

Cengîz Çandar di serdema Ozal de şêwirmediya wî dikir. Ozal bi Rêber Apo re di nav danûsandinan de bû. Li riyên çareseriyê digeriyan. Giraniya van hizrên Cengîz Çander bûn ku Ozal xistibû nav tevgera çareseriya doza Kurdistan.

Hasan Cemal li Tirkiyê rojnamevanek bi nav û deng e. Bi salan e ji siyaseta Tirkiyê re şahidî, carnan jî midaxle kiriye. Di avakirina hikûmetan de rola wî û nivîsên wî gelek bi bandor bûn. Kesek wiha îro bi paradigmaya siyaseta demokratik bawerî anîbe û hatibe li kêleka kurdan û hêzên demokrat cîh girtibe ev tiştek erênî ye. Bi namzetiya wî gelek rojnamevan û yên di siyaseta Tirkiyê de wê helwesta wî ji nû de binîrxînin. Û wê bêjin kesek wek Hasan Cemal li wê derê be di wê eniya demokrasiye de rastiyek heye.

Em van nîqaşên bê wate deynin aliyekî û di hedefên xwe yên staratejîk de kilît bibin. Di destpêkê de divê ew Erdogan ê ku bi salan e li Kurdistanê bûye sedema gelek êş û eleman, here.

Ji bo ku ew here, dibe piştgiriyeke mezin bidin raqîbê wî Kiliçdaroglu. Ev ji bo Kiliçdaroglu xwedî siyaseteke rast e û hin hêviyên me jê hene, nîne. Piştî çûyina Erdogan em ê cardina têkoşînekî bidin da ku Kiliçdaroglu ji xeta demokrasiyê dernekeve.

Girîngiya hilbijartinan yek jî şikandina bêdengiya nav civakê û bilindkirina dengê azadixwaziyê ye. Îtiraz û nerazîbûna namzetan em deynîn aliyekî. Rastiyek heye Yeşîl Sol Partî wê bi serê xwe nebe hikumet ku li Meclisê guhertinên mezin çêbike. Lê wê li Meclisê bibe mixalefeta herî bi hêz. Di vê mixalefetê de jî kesên bibîrdozî tevdigerin ew ê cîh bigrin.

Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 40 salî di siyasetê de kevneşopiyeke polîtîk afirand; lewma nabe ku tenê li ser namzetan pêvajoya hilbijartinê bê nirxandin.  Hedef: azadiya gel û rizgariya mirovahiyê ye.