Rojnameya Ronahî

KOPERATÎFÊN ÇANDİNİYÊ YA JİNAN

Aboriya Jinê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zeviyê ji 45 hezar donimî diçîne û kar ji hezar jinan re peyda dike.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kooperatîfên sê sal in hene. Aboriya Jinê îsal jî dest bi gelek projeyên nû kir. Li Dêrikê li gundên Zihêriyê, Eyn Dîwar û Teqil Beqilê sê koperatîf hene û 60 jin di nav de dixebitin. Li bajarê Girkê Legê nêzî 39 jin di nava koperatîfê de kar dikin. Li koperatîfa li Amûdê jî du malbat dixebitin. Ji gundê Elî Bedran ê Tirbespiyê 18 jin, li gundê Digirê jî çar malbat cihê xwe di nava koperatîfê de digirin. Li Şedadê 160 jin di nava koperatîfê de dixebitin. Li Til Temir û Dirbêsiyê jî kooperatîf hene. Ji ber ku gundên li Kobanê nêzî sînor e ji ber ewlekariyê kooperatîf nehatibûn avakirin, lê di sala 2023’an de yekemcar hatin avakirin. Li Kobanê niha koperatîfek bi 5 endamên xwe yên jin hene. Li Şehbayê di nava çar koperatîfan de 19 malbat dixebitin. Ji sedî 75 ê dahatuwa ji koperatîfan ji wan jinan re tê dayin ku di nava koperatîfan de kar dikin. Ji sedî 10 ji dahatuwa ji sindoqên koperatîfan û ji sedî 15 jî ji bo hilberandina projeyên nû dikeve qaseya Aboriya Jinê.

 

Amadekariya ji bo projeyên nû

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li gel çandiniya genim, kîmyon, nok, nîsk û nehne îsal çandiniya darên fêkî jî destpê kir û proje hîn jî dewam dike. Li Herêma Cizîrê ev proje ji aliyê Aboriya Jinê ve tê meşandin. Di 1’ê Adarê de li Dêrikê 4 hezar darên xurme, hijîr, mêw û zeytunan hatin çandin. Di nava du salan de wê fêkî jê çêbibe. Her 10 dar wê radestî malbatekê bêne kirin û mîna koperatîfê bê bikaranîn. Li Herêma Firatê jî 4 hezar û 500 mêw hatin çandin; ji bo koperatîfa konserve têne amadekirin.

Ji rêveberên Aboriya Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad got, “Yek ji armancên damezrandina Komîteya Aboriyê avakirina koperatîfan bû. Armanca me ya destpêkê jinûve geşkirina ruhê kolektîvîzmê bû. Me xwest ku gel bi hev re ruhê civakîbûnê û hesta alîkariyê xurt bike.”

ANF/NÛJIYAN ADAR/QAMIŞLO