Rojnameya Ronahî

PARTİYA ÇEP A KESK NAMZETÊN XWE YÊN JİN DA NASANDİN

Partiya Çep a Kesk namzetên xwe yên jin ên parlamenteriyê bi civînekê da nasandin. Di civînê de hate destnîşankirin ku faşîzma AKP-MHP’ê wê bi destê jinan bê têkbirin.

Civîna Danasîna Namzetên Jinên Partiya Çep a Kesk li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqereyê pêk hat. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, hevserokên partiyên pêkhateyan, hevberdevkên partiyan, parlamenter û gelek jin tevlî civînê bûn.

Li salona civînê pankarta bi nivîsa “Dîsa jin, dîsa jiyan” hate daliqandin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Jîna Emînî û jinên di têkoşîna azadiyê û di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna siyasî ya jinan hate nîşandan.

ÛÇAR: EM Ê SÎSTEMÊ BI HEV RE BIGUHERÎNIN

Kiliçgun Ûçar piştî sînevîzyonê axivî û got, “Em bi hev re pêvajoyeke girîng pêşwazî dikin. Bi navê jinên ji Partiya Çep a Kesk em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Kiliçgun Ûçar diyar kir ku ew bi hev re, bi cihêrengiyên xwe bi hev re ne û got, “Em Kurd, Tirk, Elewî, Çerkes, Ereb, penaber, karker, lê ji van jî wêdetir em jin in ku ked, nasname û bedena wê têne talankirin. Em bi hev re ne.”

Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku ew ê rejîma şexsekî, sîstema şexsekî bi hev re biguherînin û got, “Em bi hev re ne, ji bo vê jî em ê bi hev re hesab bipirsin.”

Kiliçgun Ûçar diyar kir ku di temsîliyeta wekhev û sîstema hevserokatiyê de ew li Tirkiyeyê partiya pêşeng in, partiya yekane ne û got, “Em soz didin ku vê yekê mezin bikin. Dirûşma me diyar e; Dîsa jin, dîsa jiyan.”

BÛLDAN: EV TÊKOŞÎN TÊKOŞÎNA JINÊN HATINE MEXDÛRKIRIN E

Pervîn Bûldan jî bal kişand ser jin ên siyasetmedar ên dîlgirtî û got, “Ev têkoşîn têkoşîna hemû jinan e yên hatine mexdûrkirin. Careke din dibêjim bila rehma Xwedê li qurbaniyên erdhejê be, serê malbatên wan sax be. Têkoşîna mexdûrên erdhejê yên jin ên bi tenê hatine hiştin, têkoşîna me ye. Em ê vê têkoşînê bi ser bixînin.”

‘EM PARTIYA HERÎ MEZIN A JINÊ NE, KU DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBIN’

Pervîn Bûldan diyar kir ku ew bi îradeya xwe ya azad li ser piyan e, bi rengekî bi rûmet têdikoşin û got, “Em partiya herî mezin a jinan e ku ji bo rêvebirina vî welatî di 14’ê Gulanê de têkoşîneke mezin dimeşînin û amadekariyan dikin. Ji bo temsîliyeta herî xurt a Çep a Kesk li parlamentê bikin em ê bi şev û roj bixebitin. Her kes wê bibîne ku Partiya Çep a Kesk bi temsîliyeta jinê ya herî mezin cihê xwe li parlamentê bigire. Em xwe amade dikin ku bi rêjeya ji sedî 45’an tevlî parlamentê bibin. Di hejmara wekîlên jinan de rêjeya herî bilind li nava Partiya Çep a Kesk e. Heta niha li nava HDP’ê bû, ji niha û pê ve wê li nava Partiya Çep a Kesk be.”

Piştî axaftinan bang parlamenterên serdema 27’an hate kirin ji bo derkevin ser dikê. Parlamenterên jin ji aliyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Pervîn Bûldan ve hatin pêşwazîkiri û piştre beşdarên li salonê silav kirin. Piştre jî bajar bi bajar namzetên jin ên parlamenteriyê hatin vexwendin û herêm bi herêm hatin nasandin.