Rojnameya Ronahî

HINDIRÎN XELÎL: HETA KU JIN AZAD NEBE CIVAK Û WELAT JÎ AZAD NABIN

Hevseroka Kongira Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl diyar kir ku Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê şoreşa keziyane û got, şehadeta Jîna Emînî bû çirûska şoreşa jinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Feraşîn Herekol \ Qamişlo

Di 16’ê Îlona 2022’yan de, dema ku keça kurd Jîna Emînî bi henceta derketina pora wê, ji aliyê polîsên exlaqî yên rêjîma Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin. Piştî qetlkirina Jîna Emînî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir. Serhildana ku li Seqizê dest pê kir li tevahiya bajarên  Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bû. Gel li dijî rêjîma Îranê rabû ser piyan û doza azadî û demokrasiyê kirin.

Rêjîma Îranê li hemberî serhildana gel ne sekinî û dest bi kuştin, revandin û işkencekirinê li dijî xwepêşanderan kir, bi taybet li dijî jinan gelek kiryarên dijmirovî pêk anîn. Herwiha di dema dawî de, bi armanca têkbirina serhildanan,  rêjîma Îranê li gelek dibistanên keçan, jehir bikar anî û bi hezara xwendekar bi jehriyê ketin.

’Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê Şoreşa keziyan e`

 

Derbarê serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hevseroka Kongra Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl ji me re axivî.

Hindirîn Xelîl diyar kir ku şoreşa Rojhilatê Kurdistanê şoreşa keziyane û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistan û Îran jin wek kole dihatin bikaranîn, herwiha bi sedema siyaseta rêjîma Îranê ya faşist mafê jinê dihat xwarin û binpêkirin. Dema Jîna Emînî bê desmal derket , ji aliyê polîsên exlaqî yê rêjîma Îranê ve  hate qetilkirin. Ji wê demê ve jinên kurd çavekirî bûn û êdî desthilatdarî nema qebûlkirin, herwiha dest bi xwepêşandanan kirin. Ji ber vê yekê em serhildana  Rojhilatê Kurdistanê bi şoreşa keziyan binav dikin. Ji ber ku di destpêkê de jin  rabûn ser piyan. Piştre tevahiya gel serî hildan, piştgirî dane jinan û dest bi xwepêşandanên mezin kirin.”

’Şehadeta Jîna Emînî bû çirûska serhildana gel’

 

Hindirîn destnîşan kir ku Şehadeta Jîna Emînî bû çirûska serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û  wiha domand: “Şehadeta Jîna Emînî bû çirûska serhildana gelan ya ji bo bidestxistina azadiyê. Herwiha şehadeta Jîna bû sedemek ku kurdên Rojhilatê Kurdistanê êdî rabin ser pêyan û doza mafê xwe  bikin û bi azadî û demokrasiyê bijîn.”

`Heta ku Jin azad nebe welat û civak jî azad nabin`

 

Hevseroka Kongra Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya jinên berxwedêr yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi rih,can û xwîna xwe bi jinên Rojihlatê Kurdistan û Îranê yên berxwedêr re ne. Em jinên serhildêr yê rojhilatê Kurdistanê re dibêjin, berxwedana xwe ya ji bo azadiya jinê berdewam bikin. Rêber Apo dibêje `Jin,Jiyan,Azadî`. Em jî dibêjin heta ku jin Azad nebe welat û civak jî azad nabe”