Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jİ BO ŞEHBA, ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFİYÊ BANGA LEZGÎN

15/04/2023
in NÛÇE
A A
Jİ BO ŞEHBA, ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFİYÊ BANGA LEZGÎN
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ambargoya ku ji aliyê Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin, rewşa jiyanî ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê zêdetir dike, heke ambargo dewam bike dê karesateke mirovî çêbe.

 

Heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li herêma Şehbayê ku koçberên Efrîn û niştecihên resen lê dijîn, her wiha li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqûsdê yên Helebê aloziya sotemeniyê dewam dike. Sedema vê yekê ambargoya giran e ku hêzên Firqeya 4ʹan a rejîma Sûriyeyê ferz kiriye û nahêle sotemenî derbasî van herêman bibe.ʹʹ

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê îşaret bi vê yekê kir ku ji alîkariyên ku derbasî herêmê bûne, tiştek negihaştiye şêniyan û wiha domand: “Heftane derdora 25 tankerên sotemeniyê derbas dibin, lê heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan. Ji wê zêdetir qutbûna kehrebeyê dewam dike û rojane 2 saet tenê kehrebe heye, berê 4 saet bûn. Her wiha saetên xebitandina bîrên li Şehbayê bûn 8 saet. Ev bîr avê didin zêdetirî 55 gundan.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku eger ambargo dewam bike dibe ku nexweşxaneya li Şêxmeqsûdê û ya Fafînê ji xizmetê derdikevin. Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina ambargoyê hate kirin û wiha hat gotin: “Wekî rêxistineke hiqûqî ku li gundewarê bakur ê Helebê çalak e, em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Sûriyeyê bikin da ku ambargoya li ser herêma Şehbayê û her du taxên Kurdan ên li Helebê rake, bihêle sotemenî, şîrên zarokan, derman û pêwîstiyên jiyanê bigihêjin bi hezaran koçberên Efrîn û niştecihên resen ên li van herêman.

Her wiha em bang li hikumeta Sûriyeyê dikin ku nêzî niştecihên van herêman bibin mîna ku welatiyên Sûriyeyê ne û erkên xwe wekî ku di destûra Sûriyeyê de hatiye nivîsandin, bi cih bîne. “

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.