Rojnameya Ronahî

DEWLETA TİRK GEFÊN Lİ SER HERÊMÊ DİDOMÎNE

Zekî Bedran

Dewleta Tirk di 7’ê Nîsanê de balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê bombebaran kir. Berpirsyarên DYE yê diyar kirin ku hêzên wan ên leşkerî jî hatine armancgirtin. Tirkiye vê cesareta bêsînor ji ku digre? Bersiva van pirsan girîng e. Lingê herêmî yê vê êrîşkariyê PDK ye. PDK bi salane hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike û bi wî re tam di nava kordîneyekê de tevger dike. Ji derve jî Tirkiye bi piştgiriya DYE û NATO’yê hat sirtikîkirin. Her çi kir li cem wî kar ma. Welatên Ereb jî, li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Iraq û Sûriyê yan bêdeng man an jî bêelqe man.

Tirkiyê, di wateyek rast de Sûriye wêran kir û xiste nava şerekî navxweyî yê xwînrij. Herêmên pîşesazî yên Helebê, bermahiyên dîrokî yên Sûriyê, heta di ser DAIŞ’ê re petrol û hema her tiştê Sûriyê talan kir. Bi vê re sînordar nema, DAIŞ û El- Nûsra jî di nav de piştgirî da tevahî hêzan, hevpar tevger kir. Yên ji ber van çeteyan mayî û bihezaran kes bi çek kir. Ev çete di bin navê Artêşa Netewî ya Sûriyê de kom kir û ji bo hilweşandina hikumeta Şamê amede kir. Dema ku Efrîn û herêmên din dagir kir ev çeteyên çekdar da pêş, weke piyon bikar anî. Tu xirabî û sûc nema ku nekir.

Piştî ku Erdogan nekarî Şamê bigre û hikumetê hilweşîne, niha jî dibêje em hevdîtinan çêbikin. Rûsya di vî karî de xwe daye ber sponsoriyê. Erdogan ji bo hevdîtinê hewl dide, lê ne ji bo qenciyê. Dixwaze bi Şamê re bibe yek û Kurdan ji herêmê derbixe û herêmên xweser ji hev belav bike. Yanî dixwaze xirabiyên nû li xirabiyên xwe zêde bike. Kesê ku aştiyê dixwaze, destpêkê dawî li dagirkeriyê tîne. Divê destê xwe ji nava Sûriyê bikişîne. Heta niha tu kesî gotinek dê xwe ji Sûriyê vekişînin ji devê tu berpirsyarên Tirkiyê nebihîstiye. Gef li welatên Ereb dixwar. Niha dixwaze navbera xwe û wan xweş bike, heta hewl dide ji Erebîstan û Yekîtiya Emîrên Ereb piştgiriya aborî bistîne. Van tiştan tevahî ji bo ku di hindir de teng bûye û carek din bibe desthilat ji bo hilbijartinê dike.

Dewletên Ereb jî bi hevgirtî nêz nabin. Nabêjin ku heta Erdogan dawî li dagirkeriya li Iraq û Sûriyê neyîne, dê têkiliyên me asayî nebin. Erdogan jî  bikaranîna hêzê re xwe li herêmê bi cih kir û li Sûriyê û Iraqê bû xwedî gotin û bandor e. Ji ber vê, niha jî Silêmaniyê bombebaran dike û dike hedef. Gelo welatên Ereb çima Yekîtiya Erebî ava kirin, di rewşa heyî de ev pir bêwate bûye. Tirkiyê bi hezaran leşkerên xwe li axa Iraq û Sûriyê bi cih kiriye. Qadên berfireh dagir kiriye û li van herêman bi dilê xwe tevdigere. Iraq û Sûriyê endamê Yekîtiya Erebî ne. Eger Yekîtiya Ereb li hemberî dagirkirina axa endamên xwe bêdeng bimîne û bi dagirker re têkiliyek asayî çêbike, wê demê ev yekîtî kêrî çi tê? Ev yekîtî çima hatiye avakirin, divê ev pirs bê lêpirsîn.

Dewleta Tirk balefirgeha ku Mazlûm Ebdî û DYE yî lê bûn bombebaran kir. Ev di aliyekî de gef û êrişa li ser YNK’ê ye. Dixwazin deriyê Silêmaniyê jî weke Hewlêrê li QSD û Kurdên Bakur bigirin. Tirkiyê, li Silêmaniyê hinek bûyerên kuştinê  ku jin jî di nav de bûn pêk anî. Peyam dide, dibêje eger tiştên dixwazim nekî û serî li ber min netewînî, hêza min heye ez ê te jî biperçiqînim. Mazlûm Ebdî jî ji sala 2011’an ve li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Di şerê Koalîsyonê yên li dijî DAIŞ’ê de, pêşengiya hêzê kir. QSD’ê deh hezar şehîd da û di binxistina DAIŞ’ê de rolek bingehîn lîst. Di rastiyê de ev şer bi navê gelên cîhanê hat kirin. DAIŞ’ê ji bo tevahî gelan gefek bû. Demekê Tirkiyê pişta xwe da DAIŞ’ê û xwest Kurdan bifetisîne. Piştî ku DAIŞ têk çû, bi xwe bi awayek vekirî êriş kir. Mazlûm Ebdî, li dijî Tirkiyê tu şer îlan nekiriye. Ji sala 2014’an ve bi DYE û Koalîsyonê re hevkar dixebite. Gelo Tirkiye, çima li dijî kesek ku evqas xizmeta mirovahiyê kiriye dijminahiyek bêsînor dike û hedef digre? Mijara esasî ku divê cîhan lêpirsîn bike ev e.

Tirkiye her roj gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Lê gef û êrîşên wî bi vê re sînordar nema, hedefa xwe ji Şengalê heta Silêmaniyê berfireh kiriye. Mixabin, PDK jî dibe hevkarê gef û qirkirina li ser Kurdan tê meşandine. Eger êrîşên li Silêmaniyê ji PDK’ê qut bê destgirtin, dê rastî neyên fêmkirin. Kujerên kuştinên ku li wir çêdibin hemû reviyan Hewlêrê. Kujer li Hewlêrê xwe di ewlehiyê de dibînin. Eger PDK’ê li şûna alîkariya bi kujeran re, kujer girtibûya îro êrişa li dijî balefirgeha Silêmaniyê çênedibû. Eger ev bûyer ji PDK’ê qut bên destgirtin, dê bibe safîtî. Ji xwe di daxuyaniyên bi navê PDK’ê hatin kirin de jî, li şûna dewleta Tirk, PKK û QSD hatin sûcdarkirin. Ev bi salane di êrîşên li ser Şengal û gerîlayan de jî, PDK’ê dewleta Tirk paqij da nîşan. Sedemê êrîşan bi hebûna PKK’ê ve girê da.

Di hilbijartinên li Tirkiyê de jî, PDK li cem Erdogan cih digre. Di rastiyê de PDK aliyê xwe zelaltir dike.