Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN

12/04/2023
in ROJEV
A A
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji bo qirkirina gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane yên ser tevahiya Kurdistanê didomîne. Dagirkerî li ber cavên cîhanê rojan e çeken kîmyawî jî bikar tîne, lê cîhan bêdeng e.

Bi amanca şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser Rojava , Qadên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê, Wargeha Ş. Rustem Cûdî û Şingalê bênavber didomîne.

Di nava bêdengiya cîhanê de, artêşa Tirk a dagirker êrşên xwe yên ser tevahiya Kurdistanê zêdetir dike û li dijî Qadên Berxwedanê tevî çekên giran , çekên kîmyawî jî bikar tîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd çi ji destê wê tê, dike.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta tirkî ya dagîrker êrişan xwe yên ser herêmê zêde kirin. Dagîrkerî bi balafirên bêmirov, tang û topan  êriş dike û gelek komkujiyan jî pêk tîn e.

Hin êrîşên dagirkeriyê yên 2023’an yên ser Rojava wiha ne:  

1’ê Çileyê 2023’ê artêşa Tirk a dagirker nuqteyek hêzên hikumeta Şamê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.di encama topbaranê de 6 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.

3’ê Çile balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Til Tewîl ê Hesekê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

7’ê Çile Di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê de zarokek birîndar bû.

19’ê Çileyê de balafirek bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li bajarokê Rimêlanê kir armanc û di êrişê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.

16’ê  Sibatê de di topbaran dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Til Rifetê de welatiyekî 70 salî şehîd bû.

1’ê Adarê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê de, şervanekî  QSD’ê şehîd bûye.

Dewleta Tirk ya dagirker di 14’ê Nîsana 2022’yan de li hemberî gerîlayên PKK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Gerîlayên azadiyê jî bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Artêşa Tirk, ruxmê ku teknîka herî pêşketî a cîhanê li hemberî gerîla bikar tîne jî, nikare îradeya gerîlayan bişikîne. Berevajî armancên xwe, artêşa Tirk li hember berxwedana gerîla, li ber têkçûnê ye. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, li gel teknîka bilind her cûre çekên qedexekirî û çekên kimyewî bikar tîne.

Hin êrîşên kîmyawî yên dagirkeriya Tirk yên 2023’an

1’ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, artêşa dagirker ya Tirk çeperên berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

3’ê Çile artêşa Tirk a dagirker li herêma Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe li qadên berxwedanê yên gerîla barand.

4 û 5’ê  Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Biharê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê yên li nehiya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kirin.

14’ê Çile Artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand.

18’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê ji sibehê heta şevê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

29 û 30’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê du caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

18’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê bi obus, tank û çekên giran 63 caran hatin bombekirin.

20’ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê, bi bombeyên teqezekirî û topên ji fosforê 23 caran hatin bombekirin.

12 ’ê Adarê Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 10 caran bi balafiran, 36 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran bombe kirin.

18’ê Adarê çeperên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Hêjayî gotinê ku şandeya IPPNW’ê di 20-27’ê Îlona borî de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û ragihand  ku wê gelek delîl li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dest xistine. Her wiha şandeyê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xebatên lêpirsînê û hevdîtina bi mexdûrên êrişên kîmyewî re, asteng kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.