Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK’ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

20/07/2018
in Uncategorized
A A
PKK’ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “19’ê Tîrmeha ew roj e ku gelê Rojavayê Kurdistanê biryardarî û îradeya xwe ya ji bo jiyana azad nîşan daye. Em pê bawer in ku di sala heftemîn a Şoreşa Azadiyê ya dîrokî de wê gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, têkoşîna Sûriya demokratîk û Kurdistana azad ji her alî ve xurt bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera şeşemîn de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya dîrokî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Azadiyê yên Rojava û hemû mirovahiyê pîroz kir.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li dijî her şêweyên êrîş û dagirkeriyê wê ruhê biratiyê û yekîtiya demokratîk a gelan xurtir bibe.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 6. a Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 19’ê Tîrmeha 2012’an ew roj e ku gelê Rojavayê Kurdistanê biryardarî û îradeya xwe ya ji bo jiyana azad nîşan daye.
PKK’ê destnîşan kir ku îradeya jiyana azad a bi rûmet ku 14’ê Tîrmeha 1982’an di Rojiya Mirinê ya Mezin de hate nîşandan, 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê Kurdistanê veguherî helwestea gel a nayê guhertin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala heftemîn a şoreşê de wê şoreşa çandî û civakî ya gelê Rojava kûrtir bibe, hêza xweparastinê wê xurtir bibe û li ser bingeha yekîtiya Sûriya demokratîk têkoşîna siyasî geştir bibe.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Weke ku tê zanîn, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku weke parçeyek ji şoreşên Kurdistan û Sûriyê derkete holê, li ser bingeha teoriya modernîteya demokratîk a Rêber Apo pêşî li Kurdistana azad, Sûriya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk vekir û rêya wê ronî kir.
Em pê bawer in ku di sala heftemîn a Şoreşa Azadiyê ya dîrokî de wê gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, têkoşîna Sûriya demokratîk û Kurdistana azad ji her alî ve xurt bikin, li ser vê bingehê hîn bêhtir pêşî li Şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk vekin. Li dijî her şêwe dagirkerî û destwerdana biyanî, wê ruhê biratiyê û yekîtiya demokratîk a gelan xurtir bikin. Di serî de li Efrînê wê li dijî dagirkeriya TC a faşîst a li gelek qadên Sûriyê, wê têkoşîna berxwedana şoreşgerî bi hev re û bi rengekî çalak geştir bikin, wê karê avakirina neteweya demokratîk li her qadê bi awayekî serketî bimeşînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.