Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Rojava şoreşa azadiya jinê ye

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Şoreşa Rojava şoreşa azadiya jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên li Şehbayê dimînin şeşemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin û gotin: “Wê têkoşîna azadiya jinê bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jin pêşengê wê ye, Sûriyeke demokratîk ava bike. Wê bi pêşengiya jinê dagirkerî û zihniyeta zilamê serdest jî têk biçe.
JIN PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NE
Jina ji pêkhateya Ereb Heyat El Ehmed cihê xwe di Mala Jin li Fafîn digire. Derbarê şeşemîn salvegera Şoreşa 19 Tîrmehê de got: “Beriya aloziya Sûriyê jin di bin nîrê desthilatdariyê de êşên mezin dikişandin. Bi aloziyê re êşa jinan hê mezintir bû. Komên çete bi navê îslamê jinên Sûriyê bi kar dianîn û weke madeyeke kirîn û firotinê li sûkan dihat pêşandan. Lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinên Rojava û Sûriyeyî rûmeta wenda vegerandin. Jinê li ser koka xwe pêşengiya şoreşê kir. Hêzên xwe yên parastinê YPJ ava kir û ji civaka hatiye kolekirin re pêşengiya azadiyê kir. Jinan bi Şoreşa Rojava re têkoşîna azadiya jin ku Rêber APO afrînerê wê ye bi destê xwe bi rê ve birin. Şoreşa 19 Tîrmehê naşibe şoreşên dîtir ên dunyayê. Ji ber ku li Rojava, Bakurê Sûriyê jin pêşengê şoreşê ne. Ji ber vê yekê jî Şoreşa 19 Tîrmehê bi Şoreşa Jinê tê naskirin.” Dawiyê de Elehmed bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya xwe tevlî nava refên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.
WÊ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIBE
Endama Dîwana Edaletê li Şehbayê Hêvîn Sîdo jî destnîşan kir ku jin beriya şoreşê bê teqet û bê helwest bû û wiha got, “Jin di nav çar dîwaran de li malan dihate hepiskirin. Lê bi Şoreşa 19 Tîrmehê re qeydên desthilatdariya hişmendiya zilam hatin şikandin. Jinan êdî ji bo azadiya xwe û civaka xwe li ser hîmên paradîgmaya Rêber APO têkoşîna xwe birêxistin kirin. Niha siyasetmedar, rêveber, dayîk, leşker, aborînas û diplomat e. Jin pêşengê Şoreşa Rojava û Sûriyê ne. Jina Kurd bi pêşengiya xwe ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û bi berxwedana li hemberî teror û dagirkeriyê bû pêşenga jinên cîhanê. Êdî cîhan rêgezên xwe yên azadiyê li gorî têkoşîna jina berxwedêr a Şoreşa 19’ê Tîrmehê destnîşan dike.” Sîdo dawiyê de ev tişt anî ziman: “Çawa ku jina Kurd pêşengiya Berxwedan Serdemê kir, dê bi ruhê wê berxwedanê jî têkoşîna azadiya jinê li her derê belav bike. Wê bi ruhê Şoreşa 19’ê Tîrmehê jinên Sûriyê, welatekî azad û demokratîk ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.