Rojnameya Ronahî

WATEYA REMEZANÊ

Hafiz Ahmet Turhalli

Meha Remezanê li gorî bawermendên Ola Îslamê meheke pîroze. Gelo meha remezanê pîroziya xwe ji ku de rê û ji çi digre?

Di Remezanê de Qur’ana pîroz daketiye. Di vê mehê de wehya despêkê bi gotina‚Iqre‘ Bixwîne daketiye. Di civakê de guhertin armanca Qur’anê ya serekeye. Civaka berê Qur’anê civakekî, ji dadmendiyê dur, bê rawişt û zalim bû. Bi hatina Qur’anê û Rehberiya Hz Muhemmed s.X.l karûbarekî civakî hate destpêkirin. Ji bo civak ji nexweşiyên Ola sexte, oldarên sexte dûr keve, qur‘anê got Ol tenê ji bo Xwedaye. Pêxemberê me di meha remezanê de dest bi tekoşînê kir. Berê ji bo zîhniyet û fikir werin paqijkirin, karê bîrdozî û baweriyê hate meşandin. Dijî cehaletê, zanebûn, dijî bê wijdaniyê wijdan, dijî bêrawiştiyê rawişt û hebandina yek Xwedayî bû armnanca sereke.

Di meha remezanê de çiriska vegera mirovahî, ji bo vegera xwezaya xwe a rasteqînî dest pê kir. Lewre mirovahî ji rastiya xwe hatibû durxistin. Binavê Xwedê û Ol gellekî tiştên dij mirovî, li bajarê Mekê dihatin kirin. Divê mehêde Qur’an û Pêxember ji me daxwaz dikin dakû em nefsa xwe bikşînin hesabê û jiyana xweya salane di berçavde derbaskin. Li gor pîvanên Qur‘anê xwe nûde înşa bikin, baweriya xwe kûrtir û xurtir bikin, wateya vê mehê bizanibin û pîvanên Qur’anê di jiyana xwe de cih bi cih bikin.

Heyva remezanê heyva kurkirina fikr û ramanê paqije. Heyva remezanê ji bo tekamûlkirina rûhê însan derfeteke. Heyva Remezanê, terikandina tiştên nebaşe, dawî anîna xwe xapandiniye, dij derketina neheqiyê ye, şikandina pûtên wek pere, desthelat û tirsiye. Avdankirina şexsiyetek bi rûmet e.

Remzan tekoşîna dijî ramanên şîrkiye, mucadeleya dijî Olfiroşan û oldarên sextekare. Tekoşîna dijî kesên xwe mezin dibînin û mirovan biçûk dibînin.

Xwedê ji bo Remezanê weha dibêje:‚ Heyva remezanê de ji bo Mirov riya rast bibîne, rastî û nerastî ji hev veqetîne û ji hev cuda bike Qur’an me qur’an daxist, kê bighîje vê mehê, bila bi rojiyê vê mehê pêşwazî bike.‘ (Beqere 185)

Ji bo mirovahî careke din ronahî û tarîtiyê, zilm û edaletê, ji hev veqetîne di vê mehêde Qur‘an şand.

Ji bo bawermendên rast û durist hefsarê nefsa xwe bi dest bixin, divê vê mehê bi zikê birçî û tî vê mehê pêşwazî bikin. Pîvanê Rojiyê ne tenê birçîbûn û tîbûne, berovajî xwedî derketina hişmendiya berpirsiyariyê ye.

Peyva teqwayê wateya xwedîderketina berpirsiyariyê ye.

Rojî bi me dide zanîn ku, kesê/kesa berpirsiyariyê rake rastî zehmetiyan tê, dijî van zehmetiyan mirovan hînê berxwedanê dike. Kesê nikaribe zikê xwe terbiye bike, dê nikaribe başiyê bike. Kesê nikaribe xwe rast bike, nikare derûdora xwe jî rast bike. Bi pêkanîna rojiya rast, kesayet karê xwe paqij bike û menewiyata xwe bilind bike.  Mixabin bi Îslama desthelat, Îslama rast hatiye berovajî kirin. Ji ber wê sedemê, armanca înşakirina şexsiyeta kamil hatiye ji bîr kirin.

Di remezananêde muhtac û xizan hatine ji bîr kirin. Îsraf û quretî, xwe nîşan dan bûye kesayet. Hevaltiya zaliman, qatilan û di sofra wande xwarina fitarê bûye Ol.

Kesê ticareta dîn dikin bûne Oldar. Kesê Oldar mane sêwî, kesê olfiroş bûne desthelat û binavê Xwedê xapandinan dikin.

Divê meha remezanê vegere eslê xwe pîvanên dadê, hevkariya feqîran û paqijkirina nefsê bibe armanc.

Dema Mirov xwe paqij bidêre, dê mirovahî rehet bike.