Rojnameya Ronahî

Lİ ROJHİLATA NAVÎN LÊGERÎNÊN NÛ           

Zekî Bedran            

Erebistana Siûdî, asayîkirina têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê bilez dike. Li gor tê fêmkirin di vê mijarê de, di nav planekê de tevdigere. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kiribû ku naxwaze têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re asayî bike. Tevî vê Siûdî di riya asayîkirina têkiliyan de pêşve diçe. Her wiha nûçeyên ku wê Beşar Esed ji bo Lûtkeya Yekîtiya Ereban were vexwendin jî tên ragihandin. Di heman demê de tê diyarkirin ku wê Serokdewletê Misrê jî bi Esed re hevdîtinê pêk bîne. Wezîrên wan ên Karên Derve dest bi hevdîtinan kirin. Me berê jî diyar kiribû, hewldanên Emîrtiyên Ereb a Yekbûyî û Siûdî yên xwe nêzî Sûriyeyê dikin dê bi wan ve sînordar nemîne. Jixwe li aliyê din hevdîtinên Îran û Siûdî bi navbeynkariya Çînê dest pê kiribûn. Ev trafîka hevdîtinan nîşan dide ku wê li herêmê hevsengiyên nû ava bibin û lêgerîn dewam bikin.

Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo sererastkirina têkiliyên xwe yên bi Îsraîl, Emîrtiyên Ereb a Yekbûyî, Misr û Siûdî re jî didomin. Rûsya hewl dide Tirkiye û Sûriyeyê li dora maseyekê bîne cem hev. Îran jî tevlî vê kirin. Ev tevahî hevdîtin û lêgerîn bi esasî di asta dewlet û desthilatdariyan û li gor berjewendiyên wan didomin. Ti tifaq û gavên asayîbûnê li ser navê gelan hêviyekê nadin. Ti kes behsa demokrasiyê yan jî pêşxistina azadiyan nake. Ji vî alî ve em nikarin hevdîtin û lêgerînên behsa wan tê kirin, weke nûçeyeke baş pêşkeşî gelan bikin.

Tirkiyê herî dawî di Newrozê de li Cindirêsa di bin dagirkeriyê de ye, mohra xwe li komkujiyeke din jî xist. Têkildarî vê komkujiyê ji Sûriyê û welatên Ereb bertekeke cidî nehat. Dewleta Tirk bi dehezaran çeteyên bi çek li Efrîn û herêmên din dişîne ser gel. Xerabiyeke nehatiye kirin nehiştin. Her wiha sûcekî mîna qirkirinê dikin, ango qewm û neteweyan ji holê radike. Welatên Ereb bi piranî temaşe dikin. Her wiha Qatar û Kuweyt vê qirkirinê fînanse dikin. Dagirkeriya Tirk ji bo çeteyan û yên ji derve hatine re xaniyan û cih çêdike. Hinek welatên Ereb pereyên çêkirina van xaniyan didin û alîkariyê didin çeteyan.

Dewleta Tirk nafikire ku ji Sûriyê vekişe, vê nake mijara nîqaşê. Ji ber vê yekê neçar man ku bi Esed re hevdîtinê pêk bînin û têkildarî vê mijarê lêgerînên wan ên cuda jî ew e ku wan bike hevkarê polîtîkayên tinekirin û dijmintiya li hember Kurdan. Niyeta dewleta Tirk nîne ku birînên gelên Sûriyê bipêçe yan jî dest ji xerabiyan berde. Rûsya tevî van dizane jî dixwaze Tirkiyê, li Sûriyê mayînde bike. Di şerê Ûkraynayê de xitimîn. Zehmetiyan dikişînin. Bi sedema Tirkiyê tevlî ambargoya li hember wê nebe û ji bo serê DYA-NATO’yê biêşîne, hewl dide Erdogan li ser piyan bigre. Heta dagirkerî bi dawî nebe, her tawîza dide Tirkiyê dê wê xurt bike û dagirkeriyê rewa bike.

Beşar Esed piştî şerekî navxweyî yê pir texrîbkar û hilweşîner çi soz û hêviyê dide gelê xwe? Dema têkiliyên xwe bi cîhana Ereb re pêş bixe, wê gelên Sûriyê çi bi dest bixin? Tiştekî nû yê rêveberiya Esed ji bo demokrasiyê, azadiyan û aştiyê dibêje nîne. Hemû meseleya wê ew e ku wê desthilatdariya xwe çawa xurt bike û ji cihê maye wê çawa dest pê bike. Heke şêwazê rêveberiya berê ji bo berjewendiyên gel û pêşketina gel e, ma ev şerê navxweyî çima derket holê? Eger ne wisa be hingê ma çima ji cihê maye didome? Mixabin ev pirs nayên kirin û çapemeniya di bin kontrola desthilatdariyan de ji bo ev pirs neyên holê tê bikaranîn. Îrade û daxwazên gelan pir hatine paşdexistin. Desthilatdarî û dewletên hatine avakirin mîna qederekê tên pêşkêşkirin. Naxwazin mirov bi awayekî din bifikirin û bikevin nav lêgerînan.

Faşîstekî weke Erdogan li Tirkiyeyê faşîzmê bi sazî dike. Beşeke girîng ê Sûriyê dagir kiriye. Li herêmên dagirkirî her tişta dixwaze dike. Di nav sînorên Iraqê de timî êrîşan pêk tîne û baregehên eskerî çêdike. Di bingehê van êrîşan de dijmintiya li hember Kurdan hebe jî eşkere ye ev lêgerînên berfirehbûnê û avakirina serweriyê ye. Her wiha mijara ku li Idlibê serweriya El Nûsra kiriye nav parastinê û bi dehhezaran çete di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyê de rêxistin dike, tenê bi Kurdan ve nikare bê diyarkirin. Hesab û xwestekên wê yên li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn jî hene. Eger ne wisa be, ma wê çi karê wê li Lîbyayê hebe? Herî baş welatên Ereb dizanin ku dewleta Tirk di nav şerê navxweyî yê Lîbyayê de ye.

Tirkiyê li herêmê ew qas xerabî kir, îstikrara wê timî kir xeteriyê. Tevî van hemûyan bi awayekî piştgirî ji NATO û DYA’yê girt. Dema wisa bû Siûdî û welatên din jî êdî wê wekî berê guh nedin DYA’yê. Ya rastî wê xwe zêde di nav ewlehiyê de nebînin. Di riya ku hinekan vekirine de wê hinek kesên din jî hewl bidin bimeşin. Niha Erdogan ma bêhtir nêzî Pûtîn an jî Ewropa û DYA’yê ye? Li cîhanê welatê ku li hemberî DYA’yê herî zêde dijbertî heye Tirkiye ye. Ya vê pêk tîne jî desthilatdariya heyî ye.

Pêwîst e gelên herêmê van pêşketin û lêgerînan bi baldarî bişopînin, xwe rêxistin bikin û îradeya xwe pêş bixin. Azadî, demokrasî û aştî bi destê rêveberiyên faşîst û despotîk nayê.