Rojnameya Ronahî

Gendeliya Hişmendî Metirsîdar Bûye

Fener…

Idrîs Henan

Mirov, ango zindiyê bi aqil ku her tiştî li gorî mentelîteya jiyana rast a li ser bingeha felsefeya avakirina vîna azad dijî û civakbûnê diafirîne, dîsa jî bi neyîniya dualîteyên dijber re rû bi rû dimîne. Lew re; pirî caran li gorî hinek şert û mercên objektîf ên ji nişkê ve û yên bi plan çêkirî, kontrola xwe ji dest dide û navenda hişbûyînê têk diçe. Ev jî dibe sersebebê gelek skendal û pirsgirêkên rê li ber herikîna xwezayî yên kar û jiyanê digirin. Bê guman ev yek girêdayî psîkolojiya mirov û rewşa mêtingeriyê ye. Vê yekê tesîrek mezin li rengê têkîliyan jî kiriye ku weke du hêmanên hev û din bandor dikin jî derbasî nava rengê me yê danûstandina fermî bûye. Bi gotinek din; ji ber vê tevliheviya firkirîna di bin bandora zextên jiyana li koçberiyê û tengbûna sînorên diyalogeke sûdwar û nêzîkatiyên otorîter ku her tiştî ji bo berjewendiya tekane bikar tîne û hemû deriyên derexlaqî di oxira serweriya xwe de mubah dike û vedike, hiştiye ku şiklekî nû yê xanedaniyan were avakirin. Li paş perdeya wê biçimê çelûxwar ê xanedaniya mijara gotinê, hişmendiya desthilatdar a dewletdar heye ku giştî di destara takekes de dihêre.

Vê yekê di avakirina kesayetiya heyî de bandorek ecêb çêkiriye ku di asta yekem de têgehên ezeziyê yên çors ên her serkeftineke giştî dispêrin hinek jêderên teng ên gendeliyê afirandine. Ango; gendeliya hişmendî ya bi feraseta rahîbên zîgoratên Sumer hatiye celibkirin, li şûna feraseta kolektîf a berjewendiya giştî ya civakîbûnê esas digire, daye rûnişkandin.

Serweriyeke wisa ya hişmendî bi xwe re herikîne rêgezên exlaq – polîtîk ên civaka dayîka xwedawend xesib kiriye, sînor û sînacên yekdestariyên baviksalarî xêz kiriye. Vê yekê nerîna zayendparêz serwext kiriye û versyoneke çors a prototîpeke hiyarerşîk bi xwe re ava kiriye ku civakê bendewarê zirhêviyan dihêle. Kesayetiya di vê çala homojen de nîgar bûye, ancax kesayetiyek abartebûyî ya ku dizgînbûna exlaqî ji dest daye. Di bingeha xwe de, hêmanên sofîstîk û pêxapînên rûyê rasteqîn ên pêxîrtengiya mirovî ne. Bi gotinek din; rûyên sade û bê maske yên kirêtiya hişmendiya dewletdar in.

Karîna herî rast û riya kurt ew e ku mirov buyer, rûdan û encaman rast pênase û binav bike. Ango; kirêtiya ku di encama gendeliya hişmendî de avabûye, ancax otokoleyên hişmendî yên objektîf, weke her karsaziyeke endustiryalê biafirîne. Ev cureya han a mirovê kole, pîstirîn û qirêjtirîn cureyên koletiyê ye. Koleyekî wisa çêdibe ku di nav xeyalên azadiyeke xapînok de dijî û ji her kesê ku li ser wî zilm, zordarî û mêtingeriyê dimeşîne re sîcdeya kor dike. Wisa bêserûber dinoqe çiravên mêtingeriya çandî û dibe aşiqê celadê xwe ku li dijî her bizava dawa azadiya wî bike û hewl bide heqîqetê pê bide nasîn, şerekî bê enam dimeşîne. Xwedêgiravî li dijî keriyê xwe şerê rizgariyê dike, lê mixabin, bê hemdê xwe, bi dilxwazî, bi keriyekî din re koletiya xwe dewam dike. Lew re; nav çi dibe be bila bibe, dixwaze qorocî, ajan, cehşik û xayîn be jî, di encam de; tabloya paralel a gendeliya hişmendî ya metirsîdar e.