Rojnameya Ronahî

Projeya Zanîngeha Rojava ya nû

Hemze Sêvo/Qamişlo

Rêveberê Ofîsa Endeziyarî ya Pirojeya zanîngeha Rojava ya nû Hesen Mihemed  diyar kir ev piroje ji bo pêşxistna perwerdeyê gaveke pir girînge û got, tevahiya xwendekarên bakur û rojhilatê Sûriyê dikarin cihê xwe di zanîngehê de bigrin û bi zimanê xwe bixwînin.

Pirojeya ku ji aliyê Zanîngeha Rojava ve di 4’ê Nîsanê dest pê kir; mezintirîn zanîngeh e ku wê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê,li bajarê Qamişlo were avakian.

Rûbera vê pirojeyê 800 Hektar e, wê rêveberiya zanîngeha Rojava gavbigav li gor mesrefa ku Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê jê re terxandine,hejmarek ji  fakulte, xewgeh  û stadên werzêşê di vê zanîngeha nû de, ava bike.

Di derbarê vê pirojeyê de, rêveberê Ofîsa Endeziyariya Pirojeya Zanîngeha Rojava ya Nû Hesen Mihemed ji me re axivî.

Mezintrîn zanîngeha li ser asta bakur û rojhiatê Sûriyê

 Rêveberê pirojeyê Hesen Mihemed diyar kir ku sedem ji avakirina vê zanîngehê tunebûna cihê xwendekarên pêşerojê di nav fakulte û peymangehên heyî de ne û wiha got: “Ji ber ku derfeta fakulte û peymangehên heyî nema hejmarên bêtir ji xwendekaran vehewîne nav xwe ,ji ber hejmara xwendekaran pir bûye û nema têra xwendekarên ku niha dibistanan dixwînin,dike;me weke Ofîsa endeziyarî ya pirojeyê, ev piroje pêşkêşî Rêveberiya Xweser kir û  hate erêkirin. Herwiha weke vejînekê ji zanstê  û pêşxistina di warê zimanê kurdî de, me zanîngeha nû di 4’ê Nîsanê,  Roja Rojbûna Rêber Apo de dest pê kir. Ev zanîngeha ku were avakirin, wê mezintirîn zanîngeh li ser asta zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha derfet heye ku bi hezarên xwendekaran di nav xwe de bihewîne.”

‘Xwendekarên ji hemû pêkhateyan dikarin di zanîngeha nû de bixwînin’

Mihemed  di berdewamiya axaftina de, da zanîn  ku ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ve dikarin cih di zanîngehê de birgrin û wiha got: “Hemû beşên ku di dema niha de, di fakulte û peymangehên me de henin, wê di zanîngeha nû de jî vebin, ne tenê ev yek,lê wê di vê zanîngehê de,gelek beşên nû jî vebin. Di warê zimanê perwerdeyî yê zanîngehê de jî dê zimanê erebî,siryanî jî di beşên wan yên taybet de hebe, lê zimanê kurdî û inglîzî wê bi awayekî  fermî di hemû beşên de hebin. Herwiha wê  pirbûna zimanan di zanîngeha me de, derfetê dide hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê ku cihê xwe di vê zanîngehê de bigrin, lewra em ji  wan ciwanên ku ber bi zanîngehên Rêjîma Sûriyê ve diçin bang dikin ku deriyê xwendinê li vê zanîngehê ji wan re vekiriye.”

‘Bi dawîkirina vê pirojeyê li ser derfetên madî dimîne’

Rêveberê Ofîsa Endeziyariya Pirojeya Zanîngeha Nû Hesen Mihemed di dawiya axaftina xwe de, astengî û derengmayîna amadekirina pirojeyê da diyarkirin û wiha axivî: “Pirojeya me gelekî mezin e, lewera pêdiviya wê bi mesrefeke mezin jî heye, em li gor  tiştê ku Rêveberiya Xwesr ji me re terxandine, kar dikin. Em gelekî astengiyan di warê cihê wanedayîn û raketina xwendekaran dikşînin û em niha  neçar in ku hêdî hêdî di vê pirojeyê de bixebitin. Herwiha me niha li gor derfetên xwe tenê  dest bi avakirina  du xewgeh û fakulteyekê kiriye. Hêjayî gotinê ye ku karê ku em dikin tev ji bo pêşxistna asta zanstî ya civaka me ye, rêxistinên mirovahî yê Cîhanî ji bo karên wisa bi pirojeyên hemû welatan re dibin alîkar,lê van rêxistinan bi me re têkildar nebûne û tu alîkarî pêşkêş nekirine, ev yek dihêle ku bi dawîbûna vê pirojeyê dereng bimîne. Banga me ji rêxstinên cîhanî re heye ku  ew jî tevlî alîkariyên ku Rêveberiya Xwesr ji me re pêşkêş kirine, bibe.”