Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Haşim Hiso: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê asta têkoşînê xurtir bikin

09/04/2023
in ROJEV
A A
Haşim Hiso: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê asta têkoşînê xurtir bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Haşim Hiso diyar kir ku çalakiyên Însiyatîfê yên li ser asta navnetewî û baku û rojhilatê Sûriyê wê xurtir bibin û got, armanca me ya sereke têkbirina pergala Îmraliyê ye

Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan  di sala 2019’an de, li bajarê Qamişlo hat destpêkirin. herwiha beşeke din li Reqayê hey ew jî  girêdayî Însiyatîfa bajarê Qamişlo ye. Kar û xebatên insyatîfê  bi taybet şopandina rewşa Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan e, hem ya fîzîkî û hem jî helwesta gelê kurd, Rojhilata Navîn û yên cîhanê derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Di derbarê tevaya  çalakiyên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, endamê Însiyatîfê Haşim Hiso ji me re axivî.

‘Armanca me Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Haşim Hiso derbarê armanc û çalakiyên Însyatîfa Azadiya Fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan wiha got: “Ji destpêka ku ev Însiyatîf hatiye damezrandin kar û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ranewestiyaye. Çalakiyên me di çarçoveya rêxistinkirina meş, lidarxistina civîn û Konfranan de ye. Me li bajarê Hesekê di 10 Sibata 2019’an de civînek ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî li dar xist, tê de hemû pêkhateyên bajêr bi girseyî beşdar bûn, di heman çarçoveyê de jî, di sala 2022’an me 2 konfrans  li bajarê Reqayê li dar xist, herwiha di 27’ê Kanûna 2022’an de me konferansek li Qamişlo jî li dar xist. Herwiha me di 23 çileya 2023’an de, dest bi Kampaniya Îmzayan ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo kir, hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi girseyî tê de beşdar bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmze kirin, hejmara îmzeyan gihaşti 2 meliyon û 600 hezar îmzeyî û me ev yek li ser li ser ragehandinê jî belav kir. Em niha dixwazin bi van îmzeyan û li ser nav û helwesta gelê xwe derbasî Ewrpayê bibin û bi riya dadgehên Ewrpayê daxwaza mafê gelê xwe bikin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin.”

Hiso derbarê çalakiyên Însiyatîfê yên li ser asta navneteweyî wiha got: “Yek ji girîngtirîn çalakiyên me yên ser asta navneteweyî, Konfransa azadiya Rêber Apo ya ku li Başûrê Efrîqiyayê di 28’ê sibatê de hat lidarxistin, tê de Partiyên siyasî, parêzerên Rêber Apo,Mezlûm Dênc  û parêzerê  serokê Başûrê Efrîqiyayê yê bûrî Nêlson Mandêla, Mehmûd Batêl beşdarî bûn. Wekî din jî   wê li ser asta navdewletî konfransek din di navê kampaniya xwe de ya  bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  bang dike, di mehên pêş  de hebe û li Libnanê were lidarxistin, li wir bi amadebûna gelek  partî , siyasetmedar, Rrêxistinên mafê mirovan û parêzerên hiqûqî jî, wê konferans were nîqaşkirin.

‘Têkoşîna me tev ji bo ruxandina pergala Îmraliyê ye’

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî Haşim Hiso  di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ranawestin heya ku azadiya Rêbertî bedesnexin û wiha got: “Bi vîna bexwedanê ya gelê me, wê Rêber Apo fîzîkî azad bibe û bi bilindkirina asata têkoşînê wê pergala Îmarliyê hilweşe. Em ê  hertim li bakur û rojhilatê Sûriyê kar û çalakiyên  ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina  azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, dewam bikin. Herwiha  li ser asta navdewletî jî emê fikr û felsefeya Rêber Apo û girîngiya azadiya wî ji bo civaka Rojhlata Navîn û cîhanê derxin pêş.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.