Rojnameya Ronahî

Civîna 4 alî ya li Moskovayê

Ahmet Aktaş

 

Bi navberiya Rûsyayê, cîgirên wezîrên derve yên Tirkiyê, Îranê û Sûriyê di 3’ê Nîsana 2023’an  de li Moskovayê civiyan.

Civîna wan a 4 cîgiran 2 rojan dom kir, lê bêencam bi dawî bû.

Xwedêgiravî, di vê civînê de, wê ji bo civîna wezîrên derve yên 4 welatan zemîn bihata xweş kirin.

Lê, li gel ku mijarên giring xistibûn rojeva xwe, ji bo encama civînê, daxwiyaniyek hevbeş jî nedan.

Tenê serokê şanda Sûriyeyê Eymen Sûsan, daxwiyanî da. Got: Divê teqez Turkiye hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê bikişîne û pişgriya komên terorîstên dijberî Sûriyê neke û hwd.

Jixwe kes ne biyaniyên van gotinên Sûriyê ne. Ji mêj ve xwestînên xwe pêşkêşî  çapemeniyê kiriye. Berê jî gelek caran gotibû, “eger Turkiye, bi tevayî ji xaka me dernekeve, hevdîtina Beşar Esed û R.Erdogan çênabe”!

Lê divê ev yek baş were zanîn, ku di mijara Sûriyê de, biryar û gotina bingehîn a Rûsya ye.

Her wiha di mijara Tirkiyê de jî biryar û gotina bingehin a DYE û NATO ye.

Erê R.Erdogan, pir dixwaze ev pirsgrêk berî hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê pêk were, ji bo destê wî di hilbijartinan de xurtir bibe. Lê na xêr, heke serwerên wî DYEyê destûrê nede, nikare ti gavên stratejîk bavêje.

Li aliyê din, rewşa Rûsya jî li berçave ye û di şerê Ukraynayê de tengav e. Lewma dixwaze nakokiyên navbêna Tirkiyê û DYEyê mezin bike da ku li Ukrayneyê hinek bêhnê bistîne.

Lê belê di vê navberê de hilwestên balkêş ên Fransayê hene. Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Başûr û Rojava li pey hinek senaryoyan e.

Di van rojên diplomasiya germ de, bi Rêveberiya Rojava re têkiliyan zêde dike. Dîsa hinek fermandarên YPGê, vexwendin Parîsê û bi cilên leşkeriyên YPGê, fermî pêşewazî jê re kir.

Her wiha Serokê berê F.Hollande jî, dîsa pesindariya Kurdên Rojava kir û pesnê şerê dijî DAIŞê kir.

Berî çend rojan jî, Navenda Dadigeha Tahkîmê Ya Navenetewî ya li Parisê, dijî Dewleta Tirka biryarek giring stand û 1.5 milyar ceza lê birî. Di vê mijarê de Malbata Berzanî jî li gel ‘Malbata’ R.Erdogan xwedî guneh e û di piraniya cezayan de jî hevpar in.

Li vira hilwesta YNK(Bafil Telebanî)ê balkêş e; vê biryara dadigeha Parisê rast dibîne.

Tê zanîn, berî nuha jî Bafil Telebanî, li ser yekîtiya netewî hinek hilwestên erênî nîşan dabû, hinek daxwiyaniyên hêja diyar kiribû û danstandinê kêrhatî pêkanîbû.

Her wiha, li ser Rêveberiya Başûr, him ji aliyê yekîtiya netewî û him bi giştî rexneyên watedar li kiryarên PDKê dike.

Li gel Rûsya û Çinê, DYE û NATO jî, çendîn dixwazin hegemonî/serweriya xwe li  Rojhilata Navîn mezintir bikin û ji bo wê di nava çi hewldanên berfireh de ne, li ber çava ye.

Lê Fransa, li gel ku endamê NATOyê jî, weke ku dixwaze bi Elmanya re, di serkêşiya cîhanê de zêdetir bibin xwedî par. Bûçeya xwe ya leşkerî, ji salên berê zêdetir kiri ye.

Nakokiyên navbera hegemonîn cîhanê, ji tevgêrên azadiya gelan re jî, derfetan zêdetir dikin.