Tuesday, June 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD û rêjîm ji diyalogê re amade ne

20/07/2018
in Uncategorized
A A
MSD û rêjîm ji diyalogê re amade ne
Share on FacebookShare on Twitter

Serokê Şandeya Muxalefeta Hundir a Cenevreyê Elyan Meshed diyar kir ku divê rejîm û MSD ji bo çareseriyê diyalogê pêk bînin û got, bi dîtina min her du alî ji vê yekê re amade ne.
Li Sûriyê ji aliyekî ve şer bi dijwarî dewam dike, li aliyê din jî dengê ji bo diyalogê bilindtir dibe. Îdîayên li ser diyaloga di navbera rejîmê û rayedarên Bakurê Sûriyê her roj di çapemeniyê de cih digirin. Lê belê ev îdîa heta niha ji aliyê rayedarên Bakurê Sûriyê ve nehatine piştrastkirin.
Meslîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di nava hefteyê de li bajarê Tebqayê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Ji hemû herêmên Sûriyê gelek hêz û kesayet tevlî kongreyê bûn. Piştî konrgeyê jî di navbera aliyan û rayedarên MSD’ê de hevdîtinan li bajarê Eyn Îsayê dewam kir.
Yek ji wan kesên ku beşdarî diyalogê bû Serokê Şandeya Muxalefeta Hundir a Cenevreyê Elyan Meshed e. Meshed diyar kir ku ew ji bo diyalogê hatiye wir û got: “Ji ber ku li vir diyalogeke Sûrî heye ez hatime. Ez helwesta MSD’ê erênî dibînim. Rast e, hinek tişt hene divê em bi hev re sererast bikin. Wek pênaseya nenavendîbûnê û mafê çarenûsê. Li gorî nêrîna min, mafê çarenûsê nayê wateya dest ji hev bê berdan û herêm ji hev bê qutkirin. Berevajî vê yekê, mafê çarenûsê daxwaza wekhevî, demokrasî, azadî û mafan e.”
Meshed hewldanên siyasî yên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê jî erênî dît û got, her du aliyên sereke yên Sûriyê, rejîm û MSD amade ne li dora maseyê rûnên. Meshed vê yekê weke “çare û hêviyê” dibîne û wiha dewam kir: “Serokê dewletê (Beşar Esad) vê dawiyê got, ‘destê me vekirî ye ji bo diyalogê’. Li gorî min dîtî ji bo diyaloga bi rejîmê re, ti pirsgirêk li gel MSD’ê nîne.”
Meshed di dawiyê de ji bo destwerdan û dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyê jî ev helwest nîşan da: “Tirkiye di esasê xwe de dewleteke ku dijminatiyê li Sûriyê dike. Lewma jî em di destpêkê de li dijî destwerdana Tirkiyê ne. Ji xwe niha dagirkerek li ser axa me ye. Em jî ji bo derxistina Tirkiyê ya ji ser vê axê amade ne.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.