Tuesday, June 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê li ser xeta sêyemîn bimînin

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Em ê li ser xeta  sêyemîn bimînin
Share on FacebookShare on Twitter

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim, li ser sala 7’an a Şoreşa Rojava axivî û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew bi hêza gel li ser pêyan man. Muslim da zanîn, wan bi xeta 3. dest bi Şoreşa Rojava kir û wê li ser vê xetê bimînin.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Mûslim salvegera 7’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava nirxand.
Muslim da xuyakirin ku wm sîstemeke alternatîf ava dikin û got, “Em sîstemeke wisa ava dikin ku desthilatdarparêz nîne, berê xwe ne li desthilatdariyê ye û gel bi derfet û rêxistinbûna xwe, xwe bi rê ve dibe. Ji xwe me berî 19’ê Tîrmehê dest bi vî karî kiribûn. Ji bo ewlekariya gel, sazî hatibûn avakirin.”
Salih Muslim destnîşan kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re piştî ku wan rejîm ji herêmên xwe derxist ev rewş hîn bi bandor bû û sazî hîn bi rengekî azad ava bûn, bi pêş ve çûn. Muslim got, “gel bi hêza xwe bersiv da pêwîstiyên xwe û êdî bi hêza xwe li ser piyan sekinî.”
Muslim ragihand ku saziyên gel hêdî hêdî ava bûn, şûna xwe girt û gel êdî baweriya xwe bi wan anî û wiha dewam kir: “Ji hêz û potansiyela xwe bawer kir. Hêdî hêdî dest bi rêvebirina xwe kir û tevlî pêvajoyê bû. Xeta me ya 3. bi vî rengî kete meriyetê. Bêguman piştî ku 19’ê Tîrmehê şoreşê dest pê kir, êrîş jî zêde bûn. Piştî çûyina rejîmê, komên din dest ji me bernedan. Bi taybetî rêxistinên bi navên cuda yên weke Cephet El Nûsra, Lîwa Tevhîd ku pişta xwe dispartin Tirkiyê êrîşî me kirin.
Hinekan ji me re gotin, ‘Hûn cihêkar in’, hinekan gotin ‘hûn kafir in’, hinekan gotin ‘Hûn çima li cem me nasekinin’, hinekan jî gotin ‘hûn li cem rejîmê ne’ û êrîşî me kirin. Her kesî êdî dest bi êrîşê kir. Me jî hewl da xwe biparêzin.”
Salih Muslim da xuyakirin ku bi demê re xeta wan a sêyemîn ku hem nêrîn hem jî siyaseta wan e, bi pêş ket û her kesî jê bawer kir. Muslim got, “Piştî ku 4-5 sal di ser re derbas bûn, her kesî fêhm kir bê em kî ne, xeta me çi ye..”
Muslim destnîşan kir ku ew hîn jî ji rastiya xeta sêyemîn a alternatîf bawer dikin û got, “Serketinên ku me di nava 6 salan de bi dest xistin, şerê me yê xweparastinê û rûniştandina vê xetê, nîşan didin ku me rê û polîtîkayeke rast hilbijartine. Ev yek weke xetekê, rast e. Yên ku li dijî rejîmê şer kirin hemû pûç bûn.”
Di dawiya axaftina xwe de Muslim bi bîr xist ku piraniya hêzên hewl dan rejîmê hilweşînin heliyan û got, “Weke hêzên Sûriyeyî tenê em û rejîm li meydanê mane. Eger rejîm demokratîkbûnê qebûl bike, em dikarin pê re li hev bikin. Yanî divê demokrasiyê, yekîtî, xwişk û biratiya gelan qebûl bike. Eger pîvanên ku me diyar kirine qebûl bike, em amade ne bi her kesî re li hev bikin. Me deriyê xwe li kesî negirtine. Em li ser rêya rast in û em ê bi ser bikevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.