Rojnameya Ronahî

‘Armanac dagirkeriya Tirk qirkirina civaka Êzîdî ye’

Jina Êzîdî ya bi navê Lêyla Ibrahîm diyar kir ku welatiyên Kurd yên Êzîdî yên ku li Efrînê mane bi gefa kuştin û işkencekirinê re rû bi rû dimînin û got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewil didin ku Êzîdiyên li Efrînê qir bikin.

Norşîn Sîno \ Qamişlo

Ji dema dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêma Efrîn re, dagirkerî tevahiya kiryarên dijmirovî yên li dijî welatiyên Efrînê pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kuştin , girtin , işkencekirin û tevahiya kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê kirin. Di 20 Adarê de ji ber dadana agirê Newrozê 4 Kurdên Cindêrisê ji aliyê komek çete ku girêdayî dewleta Tirk a dagikere hatin qetlkirin.

Herwiha herî dawî di 31`ê meha Adarê de çeteyên bi ser  dewleta Tirk ya dagirker ve malbateke kurdên Êzdî neçar kirin ku dest ji ola xwe berdinn û derbasî ola isalmê bibin. Jinên Êzdî yên Herêma Cizîrê ev kiryarên dijmirovî yên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî civaka Êzidî şermezar kirin û bang rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî kirin ku li hemberî qirkirina gelê kurd û bi taybet civaka Êzdî bêdeng nemînin.

Jina Êzîdî bi navê Leyla Ibrahîm ya ji bajarê Amûdê kiryarên dijmirovî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî civaka Êzîdî şermezar kirin û wiha got: “Em vê kiryara li dijî ola Êzdî li ser kurdên me yê Êzdî yê ku li Herêma Efrîn mane şermazardikin , em pir xemgînin ji ber ku kurdên Êzdî tim û dayim rastî kiryarên dijmirovî tên  û ev ne cara yekê ye li serê me ev tişt diqewime , ji ber ku kurdên Êzdî bi ola xwe ve girêdayî ne û tevî zor û zehmetiyan jî man li ser ola xwe û çanda xwe ya herî kevnare diparêzin, herdem dibin armanca dijmin. ”

Leyla Ibrahîm dazanîn ku ew malbata Êzîdî ku ola xwe guhertin ola Islamê, rastî gefên çeteyên dewleta Tirk hatine  û wiha domand: “Em dizanin ku malbata kurdên me yê Efrîn rastî gelek zextan hatine da ku ola xwe guherîne, li gorî agahiyên di destme de gefên `îşkence , kuştin , revandin û gelek kiriyarên ku li ser malbatê hatine kirin, heta ku ola berdane. Ji her kesî re eşkere ye ku heta roja îro jî hin ji malbata kurdên Êzdî di girtîgehên çeteyên ser bi dewleta Tirk ya dagirker ve dene , di heman demê de jî em dizandin ku guhertinA ol ne bi  gotina dev tê guhertin, lê bi dil û baweriya mirove.”

Leyla bang li dewletên Navneteweyî herwiha Saziyên Mafê Mirovan kir ku Çanda Êzdiyan ji qirkirinê biparêzin û li wan xwedî dekevin û wiha axaftina xwe qedand : “Em bang li rêxistinên mafên mirovan yên navnetweyî dikin ku çanda kurdên Êzdî ji qirkirinê biparêzin û li wan xwedî dekevin , bi taybet jî yên ku dev ji axa xwe li Efrîn bernedane , ji ber ku ew bi rojane rastî êrîşên qirkirinê tên, daxwaza me ew e ku çanda Êzdiyan , çanda kurda ya herî kevnare bê parastin û hêviya me pir mezine di vî warî de. Bêdengî tê wateya hevkariyê”