Rojnameya Ronahî

PÊNASİYA KESAYETEKÎ Jİ  DÎROKA KURDÎ

Biradostê Mîtanî

Pîrozê Nihawendî (Carinan Kaşanî)(Ebû Lu’lu’eyê Mecûsî)

Li cem Farisyan navê wî Feyrûz e û li cem rê’ola Şî’î navê wî  Baba Şuca’ Eldîn û li cem rê’ola Sinê navê wî Ebû Lu’lu’yê Mecûsî ye (Ji ber ku ew  Zerdeştî bû û ji ber ku Mecûsiyan reş dikin û wan dikine gawir,ew paşnav pê ve kirin )

Ka gelo koka wî çi ye?

Li cem henekan koka Pêrûzê Nehawendî ya ku bi zimanê Pêlewanî Kurdî ve girêdayî ne zelal e? Li gor ku zimanên Kurdî û Farisî yek malbat in jî û Pêlewanî (Fehleweî) ne,lê Kurd ji wan bi gelekî bihtir bûn û ji wan bihtir ew ziman bi kar anîne, ji ber ku iyaleta Farisê(Peresê) beşek piçûk bû di bin destên impiratoriya Mîdî de,di çerxê (7) ê de beriya zayînê.

Ew Mîdî yên ku zimanê pêlewanî(Fehlewî) yê wan  bû. Dema xwarziya wan ê peresî(Farisî) Koriş, ê kurê Mandana ya keça padîşahê Mîdî Estiyax bû,li kalkê xwe Estiyaxê Kurd qulbit dewleta wan şikand û dagir kir û di cihê wan de dewleta Exmînî ya Farisî ava kir. Exmîniyan  ew ziman û çanda kurdî hiştin û  ji kokê  kirin ya xwe jî. Lewra ew ziman em karin bêjin bihtir ê Kurdan e û dewleta Sasanî ya Kurd ew ziman bi kar anî û Feyroz Nehawendî ji Kurdên Sasanî bû û ji xwe hê Zerdeştî jî bû.

-Çima me behsa vî camêrê Pêrûzê Nehawendî kir?

Ji ber ku bûyereke pir mezin pê ve girêdayî ye(Kuştina Emerê kurê Xetab) û ew bûyer gelek raman û baweriyan bi xwe ve girê dide û wilo kesayeta wî çi bi başî yan nebaşîjî be, di nav oldarên Misilmanan de, çi Şî’a yan Sina de cihê xwe girtî ye.

Pêrûzê Nehawendî li cem misilmanên Sinî bi navê Ebû Lu’lu’eyê Mecûsî navdar e û li cem gelekan ji wan di rûpekeke dîrokî reş de ye,ta li cem gelek Kurdên Misilman Sinî  jî.

Gelo çima wî Emerê kurê Xetab kuşt?

Ji dîrokê winda nabe û ji kesî nayê veşartin ku misilmanên Ereb dema hatin Kurdistanê 739z .18 koçî bi artêşên girs hatin û di wê demê de  piraniya Kurdan bi giştî û dewleta Sasanî ya Kurd bi taybet xwedênasên ola Zerdeştî bûn û dema ew artêşên Misilmanan hatin bi hezaran hatin kuştin û malên wan li xwe leva dikirin . Hatina wan artêşan bi biryara  xelîfe Umer Kurê Xetab bû.

Pêrûzê Nehawendî jî mîna gelek Kurdan kezebşewitî bû li ser destên wan Misilmanan û du zarwên wî hatibûn ku-ştin.

Wî tolhildan dijî Emer kurê Xetab ji xwe re kire armanc. Ew bi ser halan de ji xwe re kiribûn kol e . Ew li bajarê Medîna Mûnewer xulamê Mûxîra kurê Şu’ba bû.

 

Çawa pîlan pêk anî?

Wî li  Medîna Mûnewerê  pîlan danî û xencereke duserî ji xwe re peyda kir. Her seriyek sembola kurekî wî ye. Bi limêja berbangê re derbasî mizgeftê bû û xencer bihêz  li zikê Umer kurê Xetab û di bin navkê re da û da ber xenceran û di ber e digot: Wa Umer te du caran bi her du kurên min ez kuştime,ha va tola min û ew kuşt.

(13) kes hatin wî û nikarîn zora wî bikin . Wî (7) ji wan jî kuştin. Dema nikarîbûn zora wî bibin,qepalek avêtin ser wî  da ku wî bigrin  û ew girtin. Dema qepal rakirin, ji bo nekeve destên wan, di bin qepalê de xwe kuşt.

Ubeydille kurê Emerê kurê Xetab çawa tola xwe ji Pêrûz  hilanî?

Ubêdille kurê Emerê kurê xetab tol ji keça Pêrûzê Nehawendî ya ku piçûk bû û ji nasina wî hiland û ew kuştin û Ebû Bekir Sedîq ê ku xelîfe li ser Misilmanan bû dey nekiriyê û ew ceza nekir. Di dema pêşewe Eliyê kurê Ebî Talib de(Xwedê jê razî be) ji bo Ubeydelle kurê Xetab newe sazkirin û darezandin -Ji xwe ji ber ku ew Emewî jî bû- ,ew tevlî Mi’wiyayê kur bin Ebî Sifiyan bû ,yê ku şerê pêşwe Elî dikir

Nerînek din dibêje , Pêrûz Nehawendî li bajarê Medîna Mûnewir nehate kuştin ,wî xwe xilas kir û hate Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Kaşanê û li wir hate kuştin û tirba wî niha li bajarokê Kaşanê ye.

 

Jêder:

1-Evdil Melek Elşafi’î-

Helwesta şî’ekirina pêşeweytiyê

2-Elhisên Bin  Hemdan Elxeyîlî-Pirtûk rênskirina mezintirîn.

3- Mizhir Eldîn Sedîqî-Ramanê Çaksaz ê îro ,di Cîhana Misilmanî de.

4-Elşêx Ebû Elî Elisfehanî-Kêfxweşiya Zehra’