Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa19’ê Tîrmehê ronesans e

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Şoreşa19’ê Tîrmehê ronesans e
Share on FacebookShare on Twitter

Meclîsa Giştî ya PYD’ê salvegera 6’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wekî ronesansa Rojhilata Navîn bi nav kir.
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokartîk PYD’ê di daxuyaniya derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ev tişt got:
“Rojhilata Navîn di encamên pergalên serwer de di nava qeyranê de ye. Li ser vê yekê pêwîstî bi şoreşeke nû hebû ku nirxên jiyana azad, nêrîna azad û jiyana aştiyane di nav xwe de bigire. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bersiva vê yekê da. Çirûska wê ji Kobanê destpê kir û li tevahî herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê belav bû û heya niha jî çirûska wê vêketiye ta armancên avakirina civakeke exlaqî û polîtîk pêk bîne.
Şoreşa ku hatî destpêkirin, siyaseta demokratîk û xeta sêyemîn esas girt. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku ciwan û jin wekî hêza pêşeng a civakê esas digire hate damezirandin.
Di heman demê de, şoreşê pergala xweparastinê pêş xist. Hêza parastina xweser ya YPJ û YPG’ê damezirandin da ku li hemberî her êrîşan bibe bersiv. Rizgarkirina Kobanê û Reqayê û herêmên din ji terora cîhanê ya DAIŞ’ê serkeftina herî mezin bûn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê asoyeke nû ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn afirand.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê guhertinên nû di civakê de pêk anî û bi roleke mîna ronesansa Rojhilata Navîn rabû. Her wiha hişmendiya paşverû têk bir û hişmendiyeke şoreşgerî a ku bingeha xwe ji felsefeya Netewa Demokratîk digire pêş xist.
Wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelên Rojava û Bakurê Sûriyê pîroz dikin û soz didin şehîdên azadî û rûmetê ku em destkftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenckirin biparêzin ta ku armancên wan ên demokratîkbûyîna Sûriyê pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.