Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê misogeriya navnetewî hebe

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê misogeriya navnetewî hebe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê têkildarî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rewşa Efrînê û guftugoyên bi rejîma Sûriyê re, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat got, “Ger misogeriya navnetewî tune be wê hevdîtinên bi rêjîmê re tu encamê bi xwe re dernexîne holê.”

Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê bi girêdayî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rewşa Efrînê û guftugoyên bi rejîma Sûriyê re, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Navenda Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişlo yê bi amadebûna gelek dezgehên çapemenî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM`ê Kemal Akif ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
ʺEm şoreşa 19´ê Tîrmehê pîroz dikin ku ji Kobanê destpê kir û bû bingehek girîng ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê. Em bi navê dîplomasiya TEV-DEM`ê salvegera şeşemîn a 19´ê Tîrmehê em pîroz dikin û hemû şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo avakirina civakek demokratîk bibîr tînin.
Rewşa koçberan li Efrîn hîn pir zehmet e û ti alîkariyên navnetewî nehatine kirin. Dewleta Tirkiyê bi awayekî sîstematîk dagirkeriyê li wê derê pêş dixe, guhertina demografîk pêk tê û mal û zevî tên şewitandin. Lê civaka navnetewî ta niha bê deng e û ev bêdengî xizmeta ji dewleta Tirkiyê re dike. Her wiha meclîsa ku li Efrînê hatiye avakirin rewabûnê dide dewleta Tirk û meclîs rolek xerab li dijî Efrînê û gelê Sûriyê dilîze.
Ji bo guftugoyên bi rêjîmê re; di vê hefteyê de me bêhtirî 15 nameyan şandin gelek wezaretên derve yên biyanî, Ewropî û Ereb û saziyên civaka sivîl re, di nameyan de me bal kişand ser ku divê garantiyên navnetewî hebin da ku guftugo pêş bikevin, em dibînin ku ev garantî tine bin ev guftugo tiştkî bi xwe re naynin. Her wiha me daxwaza avakirina destûrek demokratîk kiriye û gerek îradeya Bakurê Sûriyê jî tê de hebe û eger tine be jî ew ti çaeseriyê bi xwe re nayne.ʺ

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.