Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamnameya kongreya KCDK-E’yê hate eşkerekirin

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Encamnameya kongreya KCDK-E’yê hate eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

KCDK-E’yê encamnameya kongreya xwe ya sêyemîn ku çend roj berê li dar xistibû eşkere kir .
Kongreya Civakî ya Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewrûpayê (KCDK-E) kongreya xwe ya sêyemîn di navbera 8-15’ê Tîrmehê de li dar xist. Ji Avûstralya, Kanada, Japonya û ji welatên Ewrûpayê nûnerên navendên civakî, federasyon, yekîtî û saziyên jin û ciwanan tevlî kongreyê bûn.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo hevserokatiyê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç hatine hilbijartin.
Di encamnameyê de ev tişt hatin diyarkirin:
RÊBERTIYA AZAD,
JIYANA AZAD
“Li ser esasê azadkirina Rêber Apo ji bo plansaziya pêvoya çalakiyê, ji aliyê rêveberiya me ve biryar hatiye dayîn. Li ser vî esasî ew ê tevlêbûna van çalakiyan di asta bilind de be. Ji bo çalakiyên Rêber Apo ew ê pêkhateyên KCDK-E’yê tevlê bibin. Kongreya me kampanyaya geşkirina ‘Ji Ocalan re azadî’ wekî peywir daye pêşiya xwe. Li gorî vê kampanyayê ew ê panel, sempozyûm, meş, mîtîng û çalakiyên kolanan werin lidarxistin.
YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di kongreya me de ji bo sekinandina êrîşên li ser gelê Kurd ew ê têkoşîna bi yekîtiya neteweyî û giyanê seferberiyê tevî saziyên Kurdistanî yên li her çar parçeyan ew ê têkoşîn were kirin.
Di kongreya me de ev tişt derketiye holê bi têkoşîneke hevpar a yekîtiya neteweyî û hêzên demokrasiyê ew ê faşîzma AKP-MHP’ê were sekinandin.
Di kongreya me de biryar hatiye dayîn ku di serî de Elmanya, ew ê li dijî krîmînalîzasyona li ser saziyên Kurdan ên bi destê Tirkiyeyê were derketin. Ji bo ku ev zext were sekinandin û ji bo ku koçberên Kurd ên li Ewrûpayê karibin bi nasnameya xwe jiyana xwe bidomînin, ew ê xebat werin kirin.
TÊKOŞÎNA SAZKIRINA JIYANA HEVPAR
Di kongreya me de yek ji biryarên girîng jî ev e ku ji bo guherîn û veguherîna civakî, ji bo avakirina civakeke wekhev û ji bo pêdiviyên di warê çand, perwerdehî, civakî û siyasî li NAVEND’an ew ê proje werin çêkirin. Yek ji peywira sereke ya navendên me yên civakî û saziyên me jî ev e ku civakeke demokratîk ava bikin. Ji ber vê jî divê li dijî paşverûtiyan têkoşîn were dayîn û xebatên civakeke azadîxwaz were xurtkirin. Di vê têkoşînê de divê qirkirina ser jinan were rexnekirin û li dijî paşverûtiyan têkoşîn were kirin.
PERWERDEHIYA
ZIMANÊ DAYÎKÊ
Yek ji krîtera nirxên mirovayetiyê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Divê gelê Kurd ji vî mafê mehrûm nemîne. Dewletên ku Kurdistan kirine mêtingeha xwe, Kurdî û çanda Kurdewar asteng dikin. Tê zanîn ku gelê me li dijî van êşkence û zextan têdikoşin. Biryar hate dayîn ku xebatên ji bo zimanê zikmakî û Kurdî werin geşkirin.
Kongre bi şîara ‘Serî Hilde’ û ‘Jiyana azad a bi Ocalan re’ biryar da ku li dijî mêtingeriya Tirkan li ser esasê azadî û wekheviyê têkoşînê geş bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.