Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roksana Mihemed: YPJ`ê vejîna jina azadîxwaz e  

05/04/2023
in ROJEV
A A
Roksana Mihemed: YPJ`ê vejîna jina azadîxwaz e  
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Roksana Mihemed diyar kir ku YPJ’ê ji bo parastina tevahiya jinên herêmê hat damezrandin û bû sembbola jinên azadêxwaz

Li bakur û rojhilatê Sûrî, jinan bi fikrê civaka demokratîk di bin sîwana YXK’ê de xwe bi rêxistin kirin. Jinan biryar dan ku bibin hêzên parastina jin û gelê herêmê.

Lewra piştî li seranserî herêmê tabûrên jinan hatin avakirin, 2’ê Nîsana 2013`an YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa xwe yekemîn li dar xist  û di 4’ê Nîsanê de jî bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin. Piştî 2013’an Ango di Şoreşa Rojava de jinên şoreşger li Serê Kaniyê li dijî êrîşan, serkeftinên xwe bi destxistin. Herwiha Rola YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ya herî girîng bû. Ew jî bi tolhildana jinên Êzdî bû. YPJ’ê ji Kobanê heta Dêra Zorê, tarîtiya DAIŞ’ê têk bir. YPJ, beşdarî pêngavên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê ku li Holê, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê dan meşandin bûn. Heta 2019’an jî YPJ’ê li Baxoza Dêra Zorê DAIŞ têk bir .YPJ netenê beşdarî pêngavan bû, lê di heman demê de serkêşiya pêngava rizgariya Reqaya û Dêre Zorê ji DAIŞ`ê jî bûn.

Li gel vê yekê YPJ zêdetirî 3 hezar jin û zarokên êzdî ji 6 hezar û 417 kesên DAIŞ`ê ku ew revandine rizgar kirin. YPJ’ê nasnameya tevhî jinên Cîhanê misoger kir

Di 2018’an de, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de jî YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kir. Weke dewama komploya navnteweyî jî dewleta Tirk 2019’an êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kir, YPJ’ê weke her carê canê xwe ji parastina xaka xwe re kirin sîper, li wir jî heya dawî têkoşîn kirin. Di vê maratona şer a giran de gelek jinên şoreşger bi têkoşîna xwe bûne efsane û canê xwe fedayî azadiya welat kirin û bûne sembol derketin.

YPJ’ê tevlî operasyona 4`ê Sibatê ya ji bo tolhildana Seida û Hindê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li çolistana Dêra Zorê bûn. Li gel vê jî YPJ’ê beşdarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê jî bû. YPJ’ê bi rihê berxwedanê têbikoşe û soza parastina destkeftiyên şehîdan dide..Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, Jinan di tevahiya qadan de cihê xwe girtin û bûn pêşengên şoreşê. Ji bo parastina jinên herêmê û li ser fikr û felsefeya Rêber Apo Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de hat damezrandin. Jinên ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girtin, ji bo tevahiya jinên cîhanê bûn sembola azadiyê. Herwiha jinan ji seranserî cîhanê berê xwe danê û ew hêz û îradeya xwe dîtin.

Derabrê salvegera damezrandina YPJ’ê, berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ Roksana Mihemed cji me re axivî. Roksana diyar kir ku rojbnûna Rêber Apo ji bo Jinê vejîna azadî û îradeyê ye û wiha domand: “Rêbertî ji bo azadiya gelê kurd û bi taybet ya jinê li hember serdestî û faşistan serî hilda û bi hêza Gêrîla kete şerê gran. Divê kar û xebatên ku Rêber Apo bi 10`ê salan  ji bo jinê kiriye,raneweste û em weke jinên azdîxwaz vî karê bi nirx berdewam bikin. Damezrandina YPJ`ê mercekî bingehîn bû ku ji bo hebûna hêzeke taybet ya jinê be, mafê wê biparêze û ji bo azadiya wê têkoşînê bike ku li Rojavayê Kurdistanê di bin siya Netewa DemoKratîk  de bi saya Rêber Apo hate damezrandin.”

’Li tevahiya cîhanê li ser jinan xeter heye’

Roksan da zanîn ku rewşa jinê bi giştî di xeteriyê ke de y û wiha dewam kir: “Îro pilanên serdest û siyaseta dewletên cîhanê tev li ji bo qirkirin û tunekirina jinê tên pêşxistin, mînaka herî berçav jî rewşa jinên Efxanistan û Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Divê hemû jinên cîhanê li hember van kiryarên ku dûrî nirxên mirovahiyê tên kirin bibin yek û li ber xwe bidin.”

’Jinên Têkoşer dibin hedefa dagirkeriya Tirk’

Roksan derbarê xelata Qehremantiya ya ku YPJ’ê ji perlemantoyê Feransa girt wiha got: “Xelata Qehremaniyê ya ku YPJ“ê di 25`ê Adarê de hat xelatkirin weke encam ji têkoşîn û berxwedan ku lehngên YPJ`ê kirin re  bû, herwiha bi xwîna jinên têkoşer bû. Ew jinên ku heya dilopa dawî jî ji xwîna canên  xwe  dane, gelek jin di şoreşa li dijî  DAŞ`ê de ji bo parastina gelê xwe û tevahiya mirovahiyê, şehîd bûne. Li hember vê yekê jî dewleta Tirk ya faşist destkdayîna terora DAŞ`ê dikir û herwiha gelek fermardarên YPJ`ê armanc girtine û şehîd xistine. Di roja damezrandina YPJ`ê de, em vê cejnê li Rêberê gelê kurd, jinên azad , Malbatên Şehîdan  û tevaya gelê kurd pîroz dikin.”

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ Roksana Mihemed axaftina xwe wiha qedand: ” Em bang jinên cîhanê dikin ku li ber xwe bidin û li dijî desthilatdariyê serî rakin. Herwiha jî  em soza xwe hertim ji Pakrewanên azadiyê re  dûbare dikin ku em ê  şopdarê vê riyê bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.