Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meşa Amarayê dest pê kir: 4’ê Nîsanê ji nû ve vejîna gelê Kurd e!

05/04/2023
in ROJEV
A A
Meşa Amarayê dest pê kir: 4’ê Nîsanê ji nû ve vejîna gelê Kurd e!
Share on FacebookShare on Twitter

Meşa ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve” tê lidar xistin, dest pê kir. Di meşê de hate diyarkirin ku 4’ê Nîsanê roja ji nû ve vejîna gelê Kurd e.

Meşa Amarayê ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve tê lidarxistin dest pê kir.

Tevî hemû astengiyan jî ji Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê, gel li xaçerêya Payamli ya li ser rêya Riha-Dîlokê li hev kombûn û dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te piroz be”, “Xeta me Bêrîtane û Rêberê me Ocalan e” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin.

4’ê NÎSANÊ JI BO GELÊ KURD ROJEKE DÎROKÎ YE‘

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li xaçerêyê daxuyanî da û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye û got, “Dayik û gelê me yê hêja. Îro rojeke dîrokî ye. Me bi dirûşmeya “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve” bang kir. Li ser vê bangê bi hezaran kes ber bi Amarayê ve ketin rê. Li her bajar û navçeyê astengî hatin çêkirin. Tevî hemû astengiyan jî bi hezaran kes em hatin vir.”

‘ROJA JI NÛ VE VEJÎNA GELÊ KURD E‘

Aydenîz got, “Em 4’ê Nîsanê tenê weke roja ji dayikbûna Birêz Ocalan nabînin. Roja ji nû ve vejîna gelê Kurd e. Beriya 100 sal xwestin Kurdan bi peymana Lozanê ji dîrokê paqij bikin. Kurdistan kirin çar parçe. Ji kurdan hat xwestin ku ereb, faris û tirk bin, lê 4’ê Nîsanê roja ku kurd ji nû ve ji dayik bûne ye. Ji ber vê yekê Kurd û bi milyonan kesên bi vê baweriyê 4’ê Nîsanê weke roja demokrasî, aştiya bi rûmet û têkoşînê dinirxînin. Yên ku dixwazin çalakiyên vê rojê asteng bikin hene. Yên ku pêşî li kesên ku bawerî bi demokrasî û aştiyê tînin digirin, ji israra birêz Ocalan a aştiyê ditirsin. 4’ê Nîsanê roja ji nû ve hebûn û dîrokî ye. Bi hezaran kes ketin rê û em ber bi Amarayê ve diçin. Tevî hemû astengiyan em ê biçin. Dem dema qebûlkirina aştiya bi rûmet a ku birêz Ocalan daniye holê hatiye. Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe pêwîst e îradeya ku dibêje “hefteyek bidin min ez ê çareser bikim” hembêz bike. Ne ji bo şikandina tecrîda ku veguheriye rejîmê,ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê li qadan bin. 4’ê Nîsanê li kesên ku aştiya bi rûmet û aştiya hevpar dixwazin pîroz be.”

Hevserokê Giştî ya KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku îro ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek bi wateye û got, “Gelê Kurd îro hebûna xwe pîroz dike. Kurd ji rewşa mirinê vegeriya jiyanê. Îro jidayikbûna gelê Kurd e. Roja demokrasi, jiyana wekhev û azad e. Ocalan bû Rêberê hemû gelên bindest. Ramanên wî bû ronahî. Ramanên Ocalan wê dawiya pergala kapîtalîst bîne. Têkçûna dewleta monîst e.”

Piştî daxuyaniyê gel bi konvoyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin. ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.