Navenda nûçeyan
Peyman Viyan diyar kir ku Roja 4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e û got, jidayîkbûna Rêber Apo bû ronahî û gelê Kurd û hemû netewên din jî, ji tarîtiya zalimkaran rizgar kir.
Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa ANF’ê re axivî.
’Rojeke dîrokî ye û vejîna gelê Kurd e’
Peyman Viyan Roja 4’ê Nîsanê li tevahiya azadîxwazan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêbertî li Rêber Apo pîroz dikin, di heman demê de li gelê Kurd û jinan, gelê azadîxwaz ên Rojhilata Navîn û her kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, pîroz dikin. Bi taybetî vê roja pîroz li Dayê Uwêyş û li hemû dayikên aştiyê pîroz dikim. Her wiha di sala 2004’an de 4’ê Nîsanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin. Li ser vê bingehê em damezirandina PJAK jî li hemû gelê Kurd, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin. Ji ber ku ev roj ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî girîngiyekî mezin e. Hem rojekî dîrokiye û hem rojekî vejîna hemû gelê Kurd .”
’4’ê Nîsanê roja rizgariya jinan û gelên azadîxwaz e’
Peyman Viyan da zanîn ku 4’ê Nîsanê Roja rizgariya gelên azadîxwaze û wiha domand: “Çima em dibêjin carekî din vejînekî nû ye. Ji ber ku bi salan bû, êrîşekî tunekirinê li ser gelê Kurd dihate meşandin. Sîstema dagirker a ku dixwest gelê Kurd bi hemû rêbazan tune bike, bi jidayikbûna Rêber Apo re, gelê Kurd carekî din bûn xwedî îrade û hebûn û êrîşên dijmin têk birin. Jinên Kurd ji bo hebûna xwe têkoşîn kirin, di dema niha de em dikarin bêjin ku jin hebûna xwe bi dest xistin e. Jidayikbûna Rêber Apo bû ronahî û gelê Kurd û hemû netewên din ji wê tarîtiya zalimkaran rizgar kir. 4’ê Nîsanê roja rizgariya jinên Kurd û gelê azadîxwaz e.”
’Bi saya berxwedana Rêber Apo polîtîkayên dijmin vala hatin derxistin’
Peyman Viyan da xuyakirin ku roja jidayîkbûna Rêber Apo ji bo wan xwedî wateyekî wiha ye ku vejîna hemû zindiyan e û wiha pê da cû: “Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd hate dinyayê. Ji ber vê yekê hêzên dagirker û komploger xwestin di şesxê Rêber Apo de qirkirina gelê Kurd pêk bînin. Xwestin bi vê armancê fikir û felsefa Rêber Apo tunebikin. Ev êrîş û pêk anîn heta roja me ya îro jî dewam dike. 25 sal in li dijî Rêber Apo tecrîdek ku mînaka wê li tu deverê cîhanê nebe tê pêk anîn. Bi saya berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd, tevahî polîtîkayên qirêj ên dijmin vala hatine derxistin. Rêber Apo pêvajoya Îmralî weke zayinekî nû girt dest û ramanên xwe belavî hemû cîhanê kir. Jidayikbûna Rêber Apo bû berhemek li Kurdistanê û li tevahî cîhanê belav bû. Her wiha hemû mirovahî para xwe ji vê berhema azadiyê girt.”
’azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya gelên bindeste’
Peyman Viyan diyar kir ku azadiya Rêber Apo, azadiya netewan, jinan û tevahî gelê bindestan e û wiha got: “Bi taybet di van salên dawî de em dizanin ku tevahî gel ji fikirê Rêber Apo sûd werdigrin û li ser vê fikrê têkoşîn dikin. Her wiha şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, carekî din ji cîhanê re da isbat kirin ku fikrê Rêber Apo nayê zindankirin. Dibe ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê dîl hatibe ragirtin, lê belê ramanên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibe. Niha jî tirsa dagirkeran a herî mezin ev e. Ji ber wê tecrîdeke ewqas girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin. Ji ber ku Rêber Apo damezrîneyê felsefa ‘Jin Jiyan Azad’ ye.
Felsefeya Rêber Apo çira jiyana azade
Peyman Viyan wiha domand: “Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve û heta niha, rêxistinkirin û perwerdekirina jinan kir bingeha hemû azadiyan. Azadiya jin da pêşiya azadiya welat û netewan. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ berhemê vê yekê ye. Ji bo wê niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, her wiha tevahî cîhan hebûna xwe divê felsefê de dibîne. Her kes jiyanekî azad di vê felsefê de dibînê.”
’Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin’
Viyan banga firehkirina şoreşê kir û wiha domand: “Gelê Kurd li Kurdistanê di Newrozê de peyamekî pir xurt da hêzên dagirker û xwedî li Rêberê xwe derketin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêvajoya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, xwedî li paradîgma Rêber Apo derketin. Di Newrozê de peyamekî pir mezin a serhildêr, berxwedêr û serkeftinê dan. Bi taybet ji Maku heta Îlamê bi ruhekî serhildêr Newroz pîroz kirin û bi helwestên xwe dan diyar kirin ku azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin”
’Bi azadiya Rêber Apo hemû mirovahî azad dibe’
Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan wiha axaftina xwe qedand: “Pêwîste em hemû kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê veguherînin qadên berxwedanê û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin. Em sala 2023’yan bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Bi azadiya Rêber Apo re netew rizgar dibin, jin azad dibin û hemû mirovahî azad dibe. Em hemû qadan bikin qadên têkoşînê, bi têkoşînê em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Pêwîste gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roja 4’ê Nîsanê helwesta xwe redîkaltir bikin û têkoşînê bilindtir bikin. Carekî din ji dagirkeran re bidin nîşan ku bê azadiya Rêber Apo, azadiya me ne pêkan e.”





