Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye bersiv neda NY jî bêdeng e

02/04/2023
in ROJEV
A A
Tirkiye bersiv neda NY jî bêdeng e
Share on FacebookShare on Twitter

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dewleta Tirk a dagirker xwestibû ku heta dawiya Adara 2023’yan têkildarî qedexekirina hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re îzahekê bike. Lê Tirkiyeyê bersiv neda, NY bixwe jî bêdeng e.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di dawiya 2022’yan de, têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û qedexekirina hevdîtinan serî li Komîteya Mafê Mirovan a NY`yê dabû. Piştî serlêdanê komîteyê diyar kiribû ku pêwîste parêzer û malbat karibin hevdîtinan pêk bînin û ji rayedarên dewleta Tirk xwestibû ku heta dawiya meha Adarê ya 2023’yan têkildarî mijarê bersiv û îzahek bike.

 

Dema heta diyarkirin duh bidawî bû, lê nayê zanîn ka dewleta Tirk tu bersivek daye komîteyê yan na. Li aliyê din biryara tedbîrê ya komîteyê nehatiye pêkanîn û tecrîd didome.

 

Li gorî agahiyên ku parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal bi ajansa me re parve kirine, heta niha Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê tu agahî nade wan, lê ji bo agahî dayîna parêzeran jî, demeke ku hatiye diyarkirin nîn e.Newroz Uysal da zanîn ku eger dewleta Tirk bersiv daye, komîte wê li ser wê bicive, nirxandina xwe bike û pişte agahî bide. Ev jî wê kengî çêbibe ne diyar e.

Komîteyê jî heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedane.

 

Du Sal in hevdîtin nayên kirin

 

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 Sal in di bin tecrîdek giran de ye û zêdetirî 2 salan e jî destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Parêzeran herî dawiyê 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî bû. Ji wê rojê ve bi hincetên “Cezayên disîplînê” destûra parêzaran nayê dayîn. Hevdîtina malbatê jî herî dawî bi riya telefonê pêk hatibû. Piştî çalakî û nerazîbûnên zêde, dewleta Tirk a dagirker neçar mabû ku destûra hevditina bi telefonê bike. Biyarê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 25’ê Adara 2021’an bi telefonê hevdîtin kiribû, lê ew jî di nivîyê de hatibû qutkirin.

 

Derbarê tecrîd û qedexeyê de parêzeran li Tirkiye û qada navnetewî serî li gelek sazî û dezgehên têkildar dabû. Yek ji van saziyan jî Komîteya Mafê Mirovan a NY bû. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.